Çalakiya deng bide azadiyê li Amed, Edene, Mêrsîn û Îzmîrê çend hefte ne didome. Malbatên girtiyan û nûnerên saziyên demokratîk tev li van çalakiyan dibin. Malbatên girtiyan berê li avahiyên DEM Partî yên Stenbol, Îzmir, Edene, Mêrsîn, Mêrdîn, Wan, Êlîh û çend bajarên din çalakiyên Nobeda Edaletê pêk dianîn. Lê ji ber ev çalakî tenê bi çend malbatên girtiyan bi sînor man û êdî bû çalakiyek rûtin (ji rêzê) malbat ji bo dengê xwe bigihînin rayedaran û rêxistinên demokratîk û sivîl şêwazên çalakiyên xwe guhertin û êdî li pêş girtîgehan van çalakiyan li dar dixin.
Ev malbat çima çalakiyê pêk tînin. Derdê wan û armanca wan çi ye? Çi dixwazin. Van malbatan dema Nobeda Edaletê digirtin, her roj daxuyanî didan çapemeniyê. Çapemeniya kurd her roj nûçeyên wan çêdikir, li ser hemû platformên medya dijîtal parve dikirin. Di televîzyonên MEDYA-HABER, Stêrk TV û qanalên din de her roj nûçeyên wan dihatin parvekirin. Ev malbatên ku niha jî çalakiyan pêk tînin, li pêş girtîgehan daxuyaniyê dinin çapemeniyê. Daxwazên xwe tînin ziman. Dixwazin tecrîda li girtîgehan û li Îmraliyê bi dawî bibe. Dixwazin pirsgirêka gelê kurd bi rêya demokrasî û aştiyê bê çareserkirin. Dixwazin Rêber Abdullah Ocalan azad bibe. Dixwazin ev şer û bêedaletiya li ser gelê kurd pêş dikeve bi dawî bibe.
Malbat du car in bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê dikin. Dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Lê wezîrê dadê herdu caran jî îdîa dike ku tecrîd tune ye. Em jî dipirsin, eger tecrîd tune be, çima destûr nadin parêzer biçin Îmraliyê? Eger tecrîd tune be, çima destûr nadin ku malbat biçin zarokên xwe yên girtî bibînin? Eger tecrîd tune be, çima girtiyên li Îmraliyê nikarin bi telefonê bi malbatên xwe re biaxivin. Eger tecrîd tune be, çima kes nikare name û pirtûkan ji Îmraliyê re bişîne. Ango çima girtiyên li Îmraliyê nikarin nameyan ji malbatên xwe, parêzer û saziyên eleqeder re bişînin? Eger tercîd tune be, çima 40 meh in agahî ji Îmraliyê nayê girtin. Çima serlêdanên 1330 parêzeran bêbersiv tê hiştin. Çima serlêdana Baroya Amed, Enqere û Wanê ya ji bo çûna Îmraliyê bêbersiv hatiye hiştin. Li vî welatî tecrîd heye. Ne tenê li Îmraliyê, li ser hemû girtîgehan tecrîd heye. Li ser hemû Tirkiyeyê tecrîd heye. Ji ber ku gund, zozan, têne qedexekirin. Ji ber çalakiyên demokratîk û sivîl tên qedexekirin. Ji ber meşên girseyî tên qedexekirin. Ji ber ku mirovên fikrên xwe tînin ziman tên darizandin, cezakirin û girtin. Li vî welatî tecrîd heye. Ji bo vê yekê girtiyên siyasî ji 27’ê mijdara 2023’an de di çalakiyan de ne. Ji ber ku tecrîd heye malbat çalakiyên “Nobeda Edaletê” û çalakiyên “Deng bide azadiyê” li dar dixin.
Li Tirkiyeyê nêzî 272 girtîgehên girtî hene. Li van girtîgehan zêdetirî 295 hezar û 328 hene. Bi deh hezaran girtiyên siyasî hene. Li ser van hemû girtîgehan tecrîd heye. Ji bo malbatên 295 hezar û 328 girtiyan edalet û azadî lazim e. Wê demê divê her kes li dijî tecrîdê têkeve nava tevgerê.
Dema mirov li ew qas girtîgeh û girtiyan dinere û mirov li çalakiyan dinere, wekî ku pirsgirêka çend malbatan e xuya dike. Lê azadî û edalet ji bo her kesî lazim e. Ji bo hemû malbatên girtiyan azadî û edalet pêwîst e. Ji bo hemû welatiyên li Tirkiyeyê keda wan tê binpêkirin. Neheqî li wan tê kirin, mafê wan tê xwarin azadî û edalet ji bo wan pêwist e. Îro li Tirkiyeyê bijîşk, mamoste, endezyar, parêzer, mela û nûnerên rêxistinên civakî û demokratîk, siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr û hemû kesên li ser vê axê ne desthilat in keda wan û mafê wan tê xwarin. Eger li Tirkiyeyê 85 milyon mirov dijîn, teqez ked û mafê 84 milyon mirov tê xwarin. Milyonek mirov keda 84 milyon mirov dixwe û mafê wan binpê dike. Gelo ev qeder e. Na ne qeder e. Eger ev ne qeder be, wê demê em dikarin vê tecrîdê bişkînin. Em dikarin li şûna tecrîdê azadiyê pêş bixin.
Eger li vî welatî her keseke-î ku ked û mafê wî-wê tê xwarin, pirsgirêka binpêkirina mafan û kedxwariyê wekî pirsgirêka xwe nabîne, wê demê ev zilm, zordarî û neheqî bi dawî nabe. Eger em azadî, aştî û edaletê dixwazin, wê demê divê em lêgerîna edaletê û daxwaza azadiyê tenê li ser pişta çend malbatan nehêlin.
Divê em hemû kesên bawer dikin ku maf ê me tê xwarin û keda me tê binpêkirin, divê em kêliyek din dereng nemînin û tev li refê çalakgerên “Deng bidin azadiyê” bibin.
Kengî me çalakî li pêş hemû girtîgehan belav kir, kengî me hejmara çalakgerên li pêş girtîgehan zêde kir, wê demê dengê me yê ji bo azadiyê dê bêtir berz bibe. Çiqas em girteyên xwe zêde bikin, ew qas dê dengê azadiyê jî berz bilind bibe. Çiyas em girseyên xwe zêde bikin, azadî jî dê ew qas nêzîk bibe. Ji bo Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç tecrîdê înkar neke, divê em dengê xwe bêtir bilind bikin. Îro hemû dinya alem dizane ku li Îmraliyê tecrîd heye. Hebûna tecrîda li Îmraliyê rastiyek dewleta tirk e. Ji bo girtî bêtir neêşin û daxwazên wan zûtir bê bersivandin, divê em girseyê xurttir bikin. Ji bo dengê sazî û rêxistinên civakî bêtir bilind bibe, divê em bêtir li pêş saziyên dadê daxwazên xwe bi girseyîtir bînin ziman. Ev mafekî me yê rewa û demokratîk e.