Li 27 welatên endamên Yekitiya Ewropayê, ji bo Parlamentoya Ewropayê (PE) di 6-9’ê hezîranê de hilbijartin pêk hatin. 9’ê hezîranê de hilbijartin zelal bûn û li gelek welatan rastgir bi serketin. Li gorî encaman Partiya Gel a Ewropayê ya navendî- rastgirt (EPP) koma herî mezin maye, sosyalîstên navendî- çepgir û tifaqa pêşketiyên demokrat (S&D) bû duyemîn. Du komên din Muhafazakarên Ewropayê û Reformîst (ECR) û Nasname û Demokrasî (ID) hêz girtin,
Berpirsa Têkiliyê Derve ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) Nîlufer Koç têkildarî encamên hilbijartinê, faşîstên rastgirt çawa bilind bûne û encamên wê yên ji bo kurdan û gelan pirsên nûçegihana JINNEWS’ê Melek Avci bersivand.
Hefteya borî hilbijartinên PE’yê pêk hatin. Di ncamê de rastgirt xurt derketin. Hûn van encaman çawa dinirxînin?
Du welatên girîng ên Ewropayê Fransa û Almanya derketin pêş. Ev welat hêza motorê ya Ewropayê ne. Baskê rastgir û muhafazakar li van welatan derket holê. Ev encame lê ya girîng çawa gihiştine vê encamê. Bandorek çawa bû ku encamek wisa derket. Demek dirêje Almanya û Fransa di teşeyê sêyemîn şerê cîhanê de ketin pêşveçûnek polîtîke. Polîtîka 26 welatên endam wekê ku ku şer wê bê Ewropayê amadekarî kirin. Bi şerê Ukraynayê re ev atmosfer hat afirandin. Di serî de jî Almanya. Ji ber şerê Rûsyayê tengezarî derkte. Petrol û gaz bû pirsgirêk. Alternatîf nehatin dîtin. Şerê Ukraynayê, şerê Filîstîn-Israîlê, globalbûnek bi civaka Ewropayê re afirand. Ji ber vê li gorî atmosfera şer civak amade kirin.
Yek ji aliyê vî şerî mijara koçberbûnê ye. Ji bo Sûriye, Kurdistan, Ukrayna gelek sewqiyata çekan tê kirin. Ev aliyeke lê li wan welatan ji bo pisgirêk neyê çareserkirin kîjan rejîma dijberê civakê hebe piştgirî dan wê. Wek Tirkiyeyê, hîna jî piştgiriyê didin AKP-MHP’ê. Ev rejîm çi dikin faşîzmê pêk tînin mirovan didin koçbrkirin. Yanî wek dijminê nû li Ewropayê mijara îslamiye û koçberiyê hat bikaranîn. Rastgir ji xwe argumana netewperestiyê bikar tînin. Piştî hilbijartinan li Almanyayê bi dehezaran mirov hatin gel hev û sirûda netwî ya Almanyayê xwendin. Gotin ‘Em Almanin serbilindin. Li Fransayê jî heman rewş hat jiyîn. Her wiha li hewl didin civakê bi xizaniyê terbiye bikin. Mixabin pêşeroja Ewropayê di vî alî de zêde ne zelal e.
Wek we jî got dewlet her tim ji ser koçberiyê desthilatdariyan kontrol dike. Mînaka vê me li Tirkiyeyê dît. Mijara Penaberan heye. Di vî alî de rastgiran ev çawa bikar anî?
Koçberî bixwe pirsgirêkê çareser nake. Pisgirêk li ku be divê bê çareserkirin. Koçberî bi rastî ne çareseriye. Aborî dibe siyasî dibe. Sedem çi dibe bila bibe. Em behsa mirovan dikin. Li Ewropayê mirov tenê bi nîjadperestiyê re nayên rû hev. Heman demê de biçûk tên dîtin. Li Almanyayê ciwanên ji alî kurdan tên bi awayekî cidî întîxarên wan tên jiyîn. Ji ber gelek sedeman hatiye lê li dijî burokrasiya dewletan xweparastin bi pirsgirêke. Dîktatorên welatan bang dikin, qada jiyanê teng dibe ew jî ji ber van direvin. Lê li vir jî tên cezakirin. Hêviya wan nayê cih.
Di hilbijartinan de rastgir bi ser ketin. Piştre li kolanan çalakî pêk hatin. Çalakiyên li hember rastgiran pêk hatin. Hûn van encaman çawa digirin dest, kurd li ku derê hilbijartinan bûn?
Di vir de pirsa dewlet Israîl, civaka Filistînê derket holê. Van dewlet tirsandin li gorî min. Ji ber evqas nedipan. Dijminahiya li hember biyaniyan dema nîjadpersetiyê dike, hewl dide civakak Alman a homojen biafirîne. Li vir netewperestiyê dike. Lîstikên klasîk yên em hemû dizanin. Li gorî min ger hûn bêjin li Ewropayê serdema zêrîn ya kê ye. Ez bêjim ku bayê guherîn û veguherînê ya kurdan e. Ji ber têkoşîna azadiya kurd xwedî paradîgma Rêber Apo ye. Li Ewropayê çareserî bi kurdan re ye. Deriyê Ewropayê hatiye girtin mifte bi kurdan re ye. Em devrî bikin wê jiyanek baş pêkan be. Tenê wek teorîk behsa vê nakim. Li Rojava, li Bakurê Kurdistanê di hilbijartinên daweî de peyam hat dayîn. Di encamê de Erdogan piştî 22 salan têk çû.
Encamên van hilbijartinan dema pêş de ji bo kurdan encamên çawa wê derxe holê. Ji CPT bigirin heta OPCW’ê der barê Gelê kurd û tecrîdê de gotina xwe nabêjin xwe dikşînin. Hûn di vê mijarê de çi dibêjin?
Bi sosyal demokrat, lîberal, çepgir û muhazarakaran re diyalog hene. Bi rastgir û faşîstan re tune ji ber ew dijberê mirovahiyê ne. Têkoşîna azadiya me ketiye rojeva hemûyan. Pisgirêka kurd heta astek girîn hatiye fêmkirin û bihestiyar jî tevdigerin. Niha pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî’ heye. Eleqeyek mezin heye. Navê Abdullah Ocalan tê wateya çareseriyê. Yanî yên pirtûkên wî bixwînin fêm dikin ku behsa çi dike. Çareseriyên ku Rêber Apo datîne holê ji bo Ewropayê jî derbasdare. Belkî em bi taybet di alî Kurdistanê de van pêk tînin lê netewperestî li vir jî pirsgirêke, olperestî li vir jî pirsgirêke. Olperestî di vir de çiye terza jiyana kapîtalîst e. Yekparêzî li vir pîroz e. Pergalek yekparêziyê ferz dike heye û ev jî civakê dirizîne. Îro ya ku qedera sêyemîn şerê cîhanê diyar bike azadiya jinê ye. Hem li Ewropayê hem li Tirkiyeyê.
Hûn dibêjin çareserî jinin, hûn dikarin hinekî vê vebikin?
Dema mirov dikarin mekanîzmayê hûn wê mekanîzmayê esas digirin. Di alî biyolojîk de jin pir tiştî nikarin guherin. Di vir de nêrînek şaş heye. Ji ber vê dibêjim, ji ber em dinêrin pêşketina rastgir pêşketina faşzîmê ye, mîlîtarîzmê ye. Faşîzm, rastgirî, mîlîtarîzm hemû xwe dispêrin kokekê. Ji ber vê wê kî van çareser bike jin. Tespîta wê sedsala 21’ê bibe sedala azadiya jinê bi pêşketina rastgiriyê re çiqas tê teyît dike nîşan dide.
Herî dawî titşekî hûn lê zêde bikin heye?
Em vê neheqiyê jî nekin. Belê Rêber Apo yê me ye lê pêşniyar, paradîgma wî divê ji ser me bigihêje gelan, bindestan, kesên li bendê hêviyê ne. Divê bigihêje kesên li çareseriyê digirin. Ev jî peywira me ye. Divê em mezin bifikirin. Ger em bi Rêber Apo bawer bikin divê ev jî wisa be.