Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me weke radyoyekê xwedî fireqansên diyar e. Beriya em mirov werin kedîkirin em hebûnekî xwedî hezkirinek bê dawîbûn. Dema em biçûk bûn rehet em dikarin vê baş fêm bikin, wê demê tu pênaseyên weke niha yên hezkirinê gel me nebûn, heskirinek saf, paqij û bi baweriyê tijî gel me hebû. Bedena me ya hestan li beramberî hemû rewşên awarte yên tê jiyîn me hişyarî dike. Bi êş, tirs, guman ev rewş xwe dide der. Zarok hemû bûyerên çêdibin bêyî ser bifikirin, şîrove bikin vêya bi rêya hest, hîs û pêhesan digirin. Gelek caran dibe we dîtîbe ku zarok kesên ku dixwazin xwe nêzîkî wan bikin hinekan germ nêzîk dibe ji hinekan jî direve. Sedemê wê jî ev e ku zarok wê kêliyêli çawanî, tevger, danûstandin, sekn, acizî, keyfxweşiya kesê/î beramberî xwe dinêre û li gorî wê nêz dibe. Bi hişyariya ku jêre tê xwe nêzîk dike yan dor dikeve, yan bertek nîşan dide. Em bi rêya enerjiya didin xuluqandin re ew vê enerjiya me asta wê fêm dikin. Di malbatekî her tim şer, pevçûn, nîqaşên dijwar, nelihevkirin, bêrêztî, direw hebe ew zarok jî wê enerjiyê digire û wisa mezin dibe. Her çendî ew malbat ji zarokê xwe re bêje vê neke, vê nekêşe, vê nevexwe, vê bike, vê nizam çijê bike jî ew bi enerjiya girtî êdî hatiye şêwedan. Enerjiya di malê de tê afirandin dibe kesayeta wî zarokî bi xwe. Bi vê re azadiya zarok, keyfxweşiya wan, ji dilbûyîna wan, heskirina wan, paqijiya wan ji wan tê sitandin û ji cîhana xwe derdikevin, dikevin cîhaneke me ji wan re amadekirî de. Bê edaletî, bê heskirinî, bê bawerî, hertim êş kişandin, zererdayîn, xirabkirin, bê berpirsyartî tevger kirin û sedan nimuneyên em rojane bi çavê xwe dibîne û dibêjin çima rewşa me wisane sedemê xwe ji vê yekê digire. Dojeheke her ku diçe agirê wê em geştir dikin didin afirandin. Heya temenek kin de tu dibînî ev azadî, kêfxweşî û heskirina zarokan tune bûye. Her keyfxweşiya zarokekê bi sedemê cilê xwe qirêj dike, tiştek şikandiye, yan nasekine hertim şeqamek li ser rûyê xwe dîtiye, wate nade vê rewşê bi demê re êdî hemû heskirina wan vedigere kîndarî, acizî, bertek nîşandan, neguhdarkirinê.
Mînak zarokekî her tim keyfxweş ji xwe re dilîze, tiştan keşi fdike, ne dizane çi xirabe çi başe, çi şaşe, çi raste, çi bike çi neke ango hîna nehatiye kedî kirin ji ber ku ne di ferqa van tiştan deye, hertiştê li derdora xwe dibîne pê dilîze, tu niyetek wî ya xirab jî tune, naxwazin zererê bidin tu tiştî jî lê telefona ku pê dilîze ya dayika wî ye, ji bo zarokî ew tenê pêlîstokeke, tu niyeta ku zererê bide dayîka xwe tune lê dayîka wî dibîne ketiye nav û li erdê dide yekser tepê wê tavêje û şeqamekê li wî dide. Ji aliyê wî ve ev heqsiziyeke lê tê kirin. Ew dayika ku ewqasê jê hesdike, bawer dike, keyfxweşiya xwe nîşa wî dide, wî diparêze, xwedî dike, dihêle bi keyfa xwe be lê kiryarên gava din qet ji hev nagire da meşandin. Êşek dide xuluqandin di hindirê zarokî de, çawa dibe wisa bi min kir, ez giryandim, ya ku êş dide wî zarokî ne şideta fîzîkî lê şideta hestyariye. Êdî ev dibe birînek kûr, ji dilbuyîna xwe winda dike ew zarok. Êdî fêr dibe ku hertim divê baweriya xwe bi dayîka xwe jî neîne. Her çendî di aliyê mejî de fam neke jî lê bedena wî berteka bawer nakim dide xuluqandin.
Di cara duwem de êdî zarok jî xwezayî bertek nîşan dide lê dibîne ku ji aliyê dayîkê ve berteka wê ji cara din hîn tundtir bû û êdî ew zarok dizane herku wisa bike wê cezayê wî zêdetir be êdî xwe bêdenk dike, ji dayika xwe ditirse û ew çi bêje wê dike. Bi vê re xuya dike ku di demê pêş de wê rewşên wisa ji aliyê xwişka wî, birayê wî, hevalê wî, mamostayê wî, heskiriya wî, civakî wî û her derê din ve were jiyîn. Bi jehrê re êdî bijî. Ji pêşeroja xwe jî ditirse ji ber ku dizane bi hezar rewşên wisa re wê rû bi rû bimîne. Her çi dibe her çi tê kirin weke sucê wî be tevger dike heta di demê xwe de di got dayîk û babê min ji ber min hertim şer dikin. Fêrî bêdengîyek qirêj û tirsê dibe. Mirov ji bo zarokên xwe kedî bikin tirsê bi kartînin. Zarokên li beramberî me nikare xwe biparêzin em wana hedef digrin. Bi vê wê di demê mezinbunê de wisa fêr bibe û li ser kesên wisa hertiştê xwe bidin meşandin. Yê hêz yê bi hêz ditepisîne. Ji ber vê mirov hertim pey hêz bi destxistinê dikevin, ez bi hêzbim ezê vê bikim ez têr pere bim ezê vê bikim, ez desthilatdar bim ez ê vê bikim. Têkiliyekî dojehî li ser hev didin meşandin.
Tiştekî em fêrî wan bikin tune, yê em ji wan bigirin hene. Sirf em ji wan pîrtirin yan xwedî tecrubene nayê wê wateyê ku em rastiya jiyanê dizanin, em di her alî de feqîr, perîşan, bêçarene û em dixwazin ew jî wisanbin. Ew hîna bi xwezaya xwe re bi gerdûnê re yekin û em wana ji niha de fêrî kar, siyaset, reqabet, hêz, kuştin, bişaftin û madiyetê dikin. Em weke mîras van qirêjiyan ji wan re dihêlin.
Dema em di pirsgirêkên xwe de xwedî hişmendiyek ya famkirinêbin emê dawî li van qirêjî, êş, acizî, kîndarî û bêçaretiyê bînin. Heya em xwe di hertiştî de sucdar bibînin emê êş bikêşin û êşê bidin afirandin.
Zêhna me niha nexweşe ji ber ku bi tiştên sexte em hatine mezinkirin, bi van re jî dijîn. Ji bo jiyanek nû, civakek nû û malbatek nû pêwîste weke kes em xwe nasbikin û li gorî rastiya heqîqeta hev fêmkirinê bi hev re bijîn. Ji derveyî vê wê tenê jiyana dobarebûnê li pêşiya me be.