Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Dr. Berwarî: Dewleta tirk hewl dide yekser axa Başûr dagir bike

Dr. Kamûran Berwarî diyar kir ku dewleta tirk a dagirker hewl dide ku yekser axa başûrê Kurdistanê dagir bike ev tişt anî ziman: “Li gorî nêrîna min ji bo dagirkirina herêmên başûrê Kurdistanê peymanek veşartî heye. Li gorî peymanê, piştî dagirkirinê dê tirk xwe ji hinek qadan vekişîne, hinek herêm jî di nav lepên wan de bimînin. Ev plan li beramberî herêmên başûrê Kurdistanê û statûya başûrê Kurdistan pêk hatiye. Bêdengiya Iraqê û hikûmeta başûrê Kurdistanê ji dagirkirina Tirkiyeyê re nîşaneya hevkariyê ye.”

Dewleta tirk a dagirker bi destê malbata sîxur a Barzanî û çeteyên wê başûrê Kurdistanê bi temamî dagir dike û statûya wê ji holê rake. Cigirê Serokê Akademiya Siyaset û Fikra Demokratîk a başûrê Kurdistanê Dr. Kamûran Berwarî têkildarî êrîş û planên dewleta tirk a dagirker ên li ser başûrê axivî.

Dr. Kamûran Berwarî diyar kir ku rêbazên êrîşên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê guherîne û ev tişt anîn ziman: “Dewleta tirk heta niha tişta kiribû hedef, pêk ne aniye. Di êrîşên ji sala 1983`yan ve de, çend rojan diman û vedigeriyan. Yan jî hin cih bi dehan balafirên xwe bombebaran dikirin. Lê niha hewl dide ku yekser axa başûrê Kurdistanê dagir bike. Tenê leşker û çeteyên xwe derbasî başûrê Kurdistanê ne kirine, bendên kontrolê danîne, nasnemeyên welatiyan digirin, belavokên ji bo sîxurtiyê belav dikin û ji bo valakirina gundan 24 saet dem didin. Dewleta tirk, Başûr wekî perçeyekê axa Tirkiyeyê dibîne û hewl dide ku li ser wê axê serweriya xwe bide avakirin.”

Kamûran Berwarî bi nirxandina “Iraq li beramberî dewleta tirk xwe lawaz dibîne” rastiya dewleta tirk raxist ber çavan. Bi vê nirxandinê diyar kir ku hikumeta Bexdayê heta niha nîşan nedaye ku parastina yêkrêzîya xaka Iraqê bike. Berwarî anî ziman ku peymanek di navbera Iraq û Tirkiyeyê de çê bûye û got: “Li gorî nêrîna min ji bo dagirkirina herêmên başûrê Kurdistanê peymanek veşartî heye. Li gorî peymanê, piştî dagirkirinê dê tirk xwe ji hinek qadan vekişîne, hinek herêm jî di nav lepên wan de bimînin. Ev plan li beramberî herêmên başûrê Kurdistanê û statûya Başûrê Kurdistan pêk hatiye.”

Derbarê planên tên meşandin de Dr. Kamûran Berwarî bal kişand ser çend senaryoyan û ev wiha vegotin: “Ger Iraq dîsa hebûna Tirkiyeyê hincet nîşan bide û li seranserî sînor belav bibe; bi Tirkiyeyê re sînor kontrol bike, wê demê tu wateya hêza leşkerî ya Başûr û hikûmeta wê namîne. Iraq hewil dide herêma federal hilweşîne, destûra Iraqê bide referandumê. Piştî serdanên Tirkiyeyê ji bo Hewler û Bexdayê, plankirine ku başûrê Kurdistanê di navbera Tirkiye û Iraqê de dizayn bikin.

Ger Tirkiye bikeve Iraq û Başûr wê ji van cihan dernekeve. Dibe ku PKK’ê wekî hincet nîşan bide, lê di qonaxa yekem de dixwaze Mûsil, Dihok, Sîlemanî, Hewlêr, Kerkûk, Diyala, Selehedîn dagir bike. Ger ev pêkanîn, di qonaxa duyem de jî dixwaze bi giştî Iraqê dagir bike. Ev planeke stratejîk a dewlet tirk e.”

Berwarî anî ziman ku Tirkiye nikare bêyî destur û agahiya hêzên navnetewî, PDK û Iraqê nikare tu êrişan pêk bîne û dom kir: “Ji êrişên ser başûrê Kurdistanê hêzên navnetewî, Iraq û hikûmeta başûrê Kurdistanê û Îran agahdarin. Bêdengiya Iraqê û hikûmeta başûrê Kurdistanê ji dagirkirina Tirkiyeyê re nîşaneya hevkariyê ye. Hatina leşkerên dewleta tirk a li nava axa başûrê Kurdistanê nîşan dide ku hevbendî û rêxweşkirinek di navbera leşkerên tirk, Iraq û PDK`ê de heye.”

Dr. Kamûran Berwarî, bal kişand ser helwesta gelên herêmê ya li dijî êrişên dagirkeriyê û da zanîn ku bi netewên cuda re 46 mîlyon kes li xaka Iraqê jiyan dikin; ev jî vîna xwe bi hêsanî radestî dewleta tirk û çeteyên wê nakin.

Berwarî da zanîn ku PDK’ê gelê başûrê Kurdistanê aniye asta radestkirina dewleta tirk û çeteyên wî, lewma pêwîste dijî vê yekê berxwedanek hebe û gotinên xwe wiha bidawî kirin: “Pêwîste gelê me yê başûrê Kurdistanê  yê welat û niştîmanparêz jibîr neke ku dijî rejîma Baas a Saddam bi rojan berxwedanî kirine. Divê gelê Başûr li dijî van kiryaran bêdeng nemîne û biherike qadan. Girînge helwesta gelê me yê Kurdistanê bi giştî wisa be. Ji ber ku ev ne tenê pirsgrika rêxistin û sazîyekê ye, ya giştî gelê Kurdistanê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar