Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

KADES ji bo mezinkirina xebatan zend û bendên xwe ba da

Ji perwerdekarên KADES’ê Saliha Ayata diyar kir ku kursên KASED’ê hefteya li pêş dest pê dikin û ev bang li jin û ciwanan kir: “Em dikarin bi gel û jinan re xebatên xwe mezintir bikin. Ji bo wê divê her kes beşdarî kursên me bibe û xebatê mezin bike.”

Komeleya Jin Çand Huner û Edebiyatê (KASED) ji sala 2021’ê ve bi gotina; “Ji bo her kesê huner” li Amedêdest bi xebatan kir û xebatên xwe didomîne. Komeleya ku bi muzîk, wêne, ziman û edebiyatê, atolyeyên jineolojiyê li dar dixe, heta niha gihîştiye bi sedan jin û zarokan. Komeleya ku berê cihê wê li Rezanê bû, bar kir Sûrê û xebatên xwe li wê derê didomîne, ji bo dema nû dest bi qeydkirina kursiyeran kir.

Yek ji perwerdekarên zimanê kurdî yên KASED’ê Saliha Ayata, li ser armanc û xebatên komeleyê axivî.  Saliha Ayata got ku ew bi 7 jinan re hatine ba hev û ji bo piştgiriyê bidin û wan di wî warî de bikin xwdî gotin pêdivî bi komeleyek wiha dîtine. Saliha Ayata diyar kir ku ew li Rezanê gihîştine armanca xwe, dixwazin li Sûrê jî bigihîjin armanca xwe û got ku ji bo kursên dema nû daxwaz zêde hene.

Saliha Ayata wiha got: “Ji bo jinên ku dixwazin bigihîjin çand û hunerê yan jî bibin hunermed, ji bo em bibin alternatîf me ev komele vekir. Jinên kurd ên ku di warê hunerê de dixwazin behreya xwe bi pêş bixin an jî keşif bikin me komeleyê vekir. Destpêkê me li Rezanê xebatan meşand. Bi zanîn me ji Rezanê dest pê kir lewre li wê navçeyê hem jin hem jî zarok nikaribûn xwe bigihîjînin cih û saziyên hunerê. Di nava sê salan de li wê derê me gelek xebatên cuda meşandin, em gihîştin jinan hem jî zarokan. Ji bo bi sedan jin û zarokan me di kursên xwe de ders dan û me têkilî bi gelek kesan re danî.”

Saliha Ayata ji bo Sûra ku weke dil û bîra bajar bi nav dike, got ku wan li Sûrê bi heyecaneke mezin dest bi xebatên çand û hunerê kirine û bal kişand ku dema saziya xwe birine Sûrê destpêkê jin û zarokan wan pêşwazî kirine. Saliha Ayata, wiha domand: “Rastiya vî bajarî van kolanan in û serpêhatiyên ku hatine jiyîn in. Gelê li navçeyê tê komeleya me pirs kursan dike û meraq dike. Yek ji derên ku di her warê jiyanê de zehmetiyan dikşîne ev der e lê tevî vê kêmderfetî û zehmetiyan jî têkoşîna herî mezin li vê derê didome. Me li vê derê dest bi kursên xwe kir, me kursan zêdetir kir. Em dersa muzîk, wêne, ziman, govend û enstrumanan didin. Ji derveyî zarokan, ji bo dayikan jî me biryar da em dest bi kursên amigurumî bikin. Hem ji bo ku têkiliya me bi dayikan re hebe, hem jî wan ji stresa jiyana rojane dûr bixin me biryara vê kursê da.”

Saliha Ayata diyar kir ku ew ê hefteya li pêş dest bi hemû kursan bikin û vê bangê kir: “Li vê derê ez ji bo hemû jin û ciwanan vê bangê dikim û dibêjim ku; em dikarin bi gel û jinan re xebatên xwe mezintir bikin. Ji bo wê divê her kes beşdarî kursên me bibe û xebatê mezin bike.”

Saliha Ayata da zanîn ku li ser romanên kurd xebateke wan heye û wiha bi dawî kir: “Em bi xendina romanan, li ser edebiyata kurdî nîqaşan dikin û nivîsan dinivîsînin. Ev kursa me didome. Em bi heyecan li benda kursên nû ne. Di demeke kurt de armanca me ew e ku em li vê derê xwe bigihîjînin hemû jin û zarokan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar