Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

KCK: Dewleta tirk a qirker dixwaze kurdan û elewiyan qir bike

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera Komujiya Sêwasê ev tişt parve kir: “Dewleta tirk a qirker bi komkujiyan dixwaze bawerî û çanda elewiyan ji holê rake, civaka elewî qir bike. Êrîşên li ser elewiyan û êrîşên li ser gelê kurd gelekî dişibin hev. Dewleta tirk çawa ku dixwaze kurdan qir bike, bi heman rengî dixwaze elewiyan jî qir bike.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya 31’emîn salvegera Komkujiya Sêwas-Madimakê ku “33 can jiyana xwe ji dest dan” bi daxuyaniyekê bi bîr anî. KCK’ê li hemberî komkujiyên dewleta tirk a qirker banga mezinkirina têkoşînê li her kesî kir.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ye:

“Di 2’ê tîrmeha 1992’an de bi destê hêzên paramîlîter, faşîst, olperest, nijadperest ên delwetê li otela Madimak a Sêwasê li dijî Elewiyan ku piraniya wan rewşenbîr, nivîskar û hunermend bûn êrîşeke komkujiyê hate kirin. Agir bi otela Madimakê xistin û piraniya wan rewşenbîr, nivîskar û hunermend 33 mirovên elewî hatin şewitandin û qetilkirin. Ev komkujiya hovane ya li derveyî mirovahiyê ku weke Komkujiya Sêwas-Madimakê derbasî nava rûpelên dîrokê bû, di salvegera 31’emîn de ye. Em vê komkujiya hovane û mejiyê paşverû, nijadperest û faşîst ê li pişt vê komkujiyê şermezar dikin. 33 canên ku bi hovane hatin şewitandin û qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin. Di şexsê wan de şehîdên demokrasî û şoreşê careke din bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin, bejna xwe bi rêzdarî li ber bîranîna wan ditewînin. Em careke din soz didin ku di têkoşîna xwe de em ê xwedî li bîranîna wan a hêja derkevin. Têkoşîna gelan wê teqez hesab ji hemû komkujiyan bipirse, mejiyê paşverû, faşîst û nijadperest têk bibe û hesreta azadiyê ya dîrokî ya gelan pêk bîne.

Civaka elewî ji ber cewhera xwe ya demokratîk, komunal, azadîparêz û aştiyane, di herikîna dîrokê de timî bûn hedefa êrîşên hêzên faşîst, paşverû, mêtinger, desthilatdarî û dewletperest û gelek komkujî li wan hate kirin. Di pêvajoya netewe dewletê de ku xwe dispêre dîzayna civakî û yek tîp mirovî, êrîşên li ser civaka elewî hîn giran bûn. Ji van êrîşan ên destpêkê jî komkujiyên bi destê dewleta tirk hatine kirin e. Bi destê dewleta tirk a mêtinger qirker bi rêk û pêk komkujî li elewiyan hate kirin. Komkujiya Sêwasê jî yek ji wan e. Bi rêya van komkujiyên bi rêk û pêk xwestin bawerî û çanda elewiyan ji holê rakin, civaka elewî qir bikin. Êrîş û komkujiyên li elewiyan hatin kirin hemû jî bi vê armancê bûn. Lewma êrîşên li ser elewiyan û êrîşên li ser gelê kurd gelekî dişibin hev. Dewleta tirk çawa ku dixwaze kurdan qir bike, bi heman rengî dixwaze Elewiyan jî qir bike. Ji ber vê yekê qedera kurdan û elewiyan ji aliyê dîrokî ve mîna hev e. Ji xwe beşeke girîng a gelê kurd ji baweriya elewîtiyê ye.

Rêber Apo qîmeteke gelekî mezin da civaka elewî ya mezlûm ku di dîrokê de gelek caran komkujî li wan hate kirin. Hem ji bo azadiya civaka elewî, hem jî ji ber zexta asîmîlasyonê ya li ser, gelekî hewl da ku nasnameya elewiyan destnîşan bike. Têkoşîna civaka elewî ku parçeyekî girîng ê gelê kurd e girîng dît, li gel gel û baweriyên din ji bo bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de di nava dostanî û tifaqê de be karekî girîng kir. Ji xwe Komkujiya Sêwasê bi esasî ji bo pêşîgirtina li hevgirtina têkoşîna li Kurdistanê û têkoşîna civaka elewî hate kirin. Bi qetilkirina rewşenbîrên elewî yên xwe nêzî têkoşîna gelê kurd kirin, xwestin pêşî li vê yekê bigirin. Komkujî bi zanebûn li Sêwasê hate kirin. Ji ber ku Sêwas herêmeke welê ye ku hem gelê kurd-elewî hem jî gelê tirk-elewî bi hev re lê dimînin.

Ji bo tevgera sosyalîst û demokratîk a Tirkiyeyê û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê negihêjin hev, dewleta tirk serî li heman rêbazan da, êrîş kir, komplo pêk anî û komkujî kir. Lê belê li gel ewqas êşên giran ên bi gelên me da kişandin jî nekarî bigihêje vê armanca xwe, nekarî pêşî li xwişk û biratiya gelan û têkoşîna hevpar bigire. Berevajî vê yekê, têkiliya navbera gelan gav bi gav hîn xurt bû, jiyana azad a ku hesreta gelên me ye, hîn bêhtir nêzîk bû. Ya ku dikeve ser milê me ew e ku em vê têkiliya navbera gelan hîn xurt bikin û azadiya gelan pêk bînin. Di demeke bi vî rengî de ku em komkujiya Sêwasê bi bîr tînin, berpirsyariya me ya dîrokî ye ku em li gorî vê pêwîstiyê tevbigerin, li ser vê bingehê têkiliya navbera gelan xurt bikin, têkoşîna yekbûyî ya ku xwe dispêre xwişk û biratiya gelan û jiyana wekhev hîn bêhtir bi pêş ve bibin. Li ser vê bingehê em bang li hêzên demokratîk hebûyan dikin ên ku pêşengiyê ji têkoşîna gelan, baweriyan û bindestan re dikin, ku li gorî vê berpirsyariya dîrokî tevbigerin, têkoşîna yekbûyî hîn xurt bikin û ji bo pêkanîna hesreta azadiyê ya dîrokî ya gelên me hîn bêhtir hewl bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar