Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Li herêma Balayê zêdetirî 300 DAIŞ’î hatine bicihkirin’

Berdevkê YNK’ê Seedî Ehmed Pîre diyar kir ku PDK di nava senaryoyên qirêj û kirêt de ye û wiha got: “Li herêma Balayê ya Berwarî zêdetirî 300 DAIŞ’î hatine bicihkirin, nav û wêneyên van kesan di destê wan de hene, bi rapor û giliyên sexte hewl tê dayîn ku Silêmaniyeyê qurbanî Tirkiyeyê bikin.”

Berdevkê YNK’ê Seedî Ehmed Pîre têkildarî tawanbariyên wezaretên karên hundir ên Herêma Federe ya Kurdistanê û Iraqê daxuyanî da. Seedî Ehmed Pîre diyar kir ku fraksiyonên YNK’ê yên di nava Hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê de cih digirin, Kubat û Bafil Talabanî şewitandina dikanên welatiyan şermezar kirin û wiha got: “Me ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwestibû ku têkildarî şewatên li Dihok, Hewlêr û Kerkûkê lêpirsînê bidin destpêkirin. PDK’ê şewitandina sûk û bazaran veguherand propagandaya xwe ya hilbijartinê. Ji ber ku YNK’ê qebûl nekir hilbijartin bên taloqkirin. Lewma PDK senaryoyên wiha qirêjî û kirêt dike. Li herêma Balayê ya Berwarî zêdetirî 300 DAIŞ’î hatine bicihkirin, nav û wêneyên van kesan di destê wan de hene, bi rapor û giliyên sexte hewl tê dayîn ku Silêmaniyeyê qurbanî Tirkiyeyê bikin.”

Têkildarî daxuyaniya Wezareta Karên Hundir a Iraqê jî Pîre ev tişt anî ziman: “Rayedarekî Wezareta Karên Hundir a Iraqê dibêje dê hezekî ku navê wê eşkere nekiriye li herêmê bicih bike. Ev jî di serê me de fikaran çêdike. Lê belê Wezareta Karên Hundir a Herêma Kurdistanê jî ev tawanbarî bi zimanekî cuda qebûl kir. Em xwe ne ji bo şerê navxweyî, xwe ji bo hilbijartinan amade dikin. Ji bo taloqkirina hilbijartinan di demên berê de xwestin bi me re muzakereyan bikin. Me ev red kir. Tiştên niha tên kirin, hewldanên ji bo taloqkirina hilbijartinan e.”

Pîre li ser aloziyên navxweyî yên PDK’ê rawestiya û ev tişt anî ziman: “Aloziyên navxweyî yên PDK’ê, senaryoyeke ji bo taloqkirina hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ye. Îdiayên qirêj ên bi vî rengî, ji bo taloqkirina hilbijartinên parlamentoyê ne. PDK ji hilbijartinê ditirse û naxwaze hilbijartin pêk bê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar