Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

KCK: Em ê sedsala 21’an bikin sedsalakurdên azad

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê daxuyand ku hevrê Helmet Gabar bû yek ji milîtanên sereke û serketî yê Rêber Apo û bang li civaka başûrê Kurdistanê kir ku li pey şopa şehîd Helmet bimeşe , wiha got: “Divê li dijî artêşa çeteyên dagirker a AKP-MHP’ê helwesteke têkoşer û berxwedêr nîşan bide. Çi dibe bila bibe, em ê sedsala 21’an teqez bikin sedsala kurdên azad. Biryardarî û armanca me ya têkoşînê ya bingehîn bi vî rengî ye.”

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê bi boneya 5’emîn salvegera şehadeta endamê Konseya Giştî yê KCK’ê Helmet Gabar (Diyar Xerîb) di êrîşa hewayî ya dewleta tirk a dagirker de li Qendîlê şehîd bû, daxuyanî da. KCK’ê diyar kir ku hevrê Helmet li başûrê Kurdistanê li dijî qirkirin, dagirkerî û her cûre zilmê bû berxwedanê. Veguherî qiblegeha şoreşgeriya rasteqîn a li Başûr. Bû xeta berxwedêr a bi rûmet. Ev xeta azadîparêz û sekna bi rûmet ku hevrê Ş. Helmet bi biryardarî û kedeke mezin afirand, ji bo xelkê me yê Başûr sekneke mînak e. Rêya bingehîn a şoreşgerî ye ku divê bê şopandin.”

Daxuyaniya Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê wiha ye:

“Hevrê Ş. Diyar Xerîb ku weke ewladê şoreşger ê pêşeng ê başûrê Kurdistanê tevlî nava têkoşînê bû, beriya bi pênc salan dema ku bi erka xwe ya endametiya Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê radibû tevlî karwanê Şehîdên Mezin bû. Em hevrê Ş. Diyar Xerîb careke din bi hurmet û mineteke mezin bi bîr tînin. Di şexsê wî de bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna pîroz a Şehîdên me yên şoreşê ditewînin. Ya ku PKK’ê xurt dike û nahêle têk biçe, mîna Ş. Helmet hevrêyên me yên şehîd ên pêşeng in ku li ser xeta Rêbertî meşiyan. Hêzên mêtinger, qirker, dagirker û nokerên wan ên herêmî bila zanibin, ku bi şehadeta hevrêyên me re têkoşîn naqede, bi dawî nabe. Berevajî vê yekê, bi her hevrêyên me yên şehîd re daxwaz û biryardariya me ya têkoşînê hîn mezin dibe. Lewma divê bê zanîn, ji bo pêkanîna armanca jiyana azad, gelê azad û welatê azad ku şehîdên me yên leheng di oxira wê de şehîd bûn, ji her demê bêhtir em bi biryar in ku têkoşînê mezin bikin.

Hevrê Helmet bû yek ji milîtanên sereke û serketî yê Rêber Apo

Hevrêyê me Helmet di hembêza gelê me yê Başûr de bi guhdarîkirina li zêmarên enfalê mezin bû. Li ber ronahiya tilîliyên biryardar ên li Raperînan bû şoreşger. Jiyana xwe ji bo hilanîna tola komkujî û qirkirinên li her devera welêt feda kir. Ji bilî çeka wî ya berxwedanê, ji bilî hezkirina gel a di dilê xwe de, ji bilî dilsoziya bi armanca azadiyê ya di mejiyê xwe de û ji bilî îradeya xwe, çavê wî ti carî ne li tiştekî din bû. Li ser bingeha pîvanên azadiyê jiya. Weke mirovekî îdeolojîk, polîtîk û xwedî exlaq, pîrozmendiyên başî, xweşî û rastiyê di kesayetiya xwe de bi rengekî mînakdar afirand. Di nava atmosfereke mezaxtinê ya kapîtalîst de ku li tevahiya cîhanê serwer bûye, wî felsefeya ‘pariyek, xirqeyek’ hilbijart, dilê xwe bi hezkirin û manewiyatê dagirt. Hişmendî û kesayetiya xwe ya rewşenbîrî ji êşên dîrokî yên gelê xwe mezin kir. Îdeolojiyên zayendîperestî, neteweperestî û olperestiyê bi fikir, gotin û hewldanên xwe têk bir. Ji ber vê jî hevrê Helmet bû yek ji milîtanên sereke û serketî yê Rêber Apo. Bû hevalekî welê ku ji Rêber Apo re bû hevrê.

Hevrê Ş. Helmet ji bo sîstema konfederalîzma demokratîk û neteweya demokratîk a Rêber Apo baş û rast bê fêhmkirin û bicihanîn, di têkoşînê de bi erka pêşengiyê rabû. Ji bo paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê bi taybetî li başûrê Kurdistanê veguhere sîstem û mejiyekî civakî yê nû, gelekî hewl da, ked da. Ji xwe re kir wezîfe ku jin û ciwanan, gelê me yê Başûr li ser vê bingehê hem perwerde û zane bike, hem jî bi rêxistin bike, bixe nava liv û tevgerê. Ji bo xelkê Başûr ji paşverûtiya xeta neteweperestiya kevn û ji xefikên xeta modernîst kapîtalîst rizgar bike têkoşîneke bêdawî meşand. Di vê mijarê de her tim bi berpirsyarî rabû.

Hevrê Ş. Helmet bû navê pêşengî û şoreşgerbûyîna li ser xeta Rêber Apo ya li başûrê Kurdistanê. Bû sembola kurdîtiya azad, kurdîtiya bi rûmet. Li başûrê Kurdistanê di nava gelê me de xeta şoreşger demokratîk, welatê azad, civaka azad û jiyana azad bi rengê herî baş temsîl kir. Li başûrê Kurdistanê li dijî qirkirin, dagirkerî û her cûre zilmê bû sembola teslîmnebûnê, serînetewandinê û berxwedanê. Veguherî qiblegeha şoreşgeriya rasteqîn a li Başûr. Bû xeta berxwedêr a bi rûmet. Ev xeta azadîparêz û sekna bi rûmet ku hevrê Ş. Helmet bi biryardarî û kedeke mezin afirand, ji bo xelkê me yê Başûr sekneke mînak e. Rêya bingehîn a şoreşgerî ye ku divê bê şopandin. Lewma têkoşîn û sekna bi rûmet a hevrê Helmet dewam dike. Çawa ku hevrêyê me Ş. Helmet di jiyana xwe ya şoreşgerî de li Başûr bi rola pêşengî û rêbertiyê rabû, bi şehadeta xwe jî ev rola xwe dewam kir. Weke xeteke Helmetbûyînê, weke sekneke Helmetbûyînê xwe mezin kir, xurt kir û dewam dike.

Li başûrê Kurdistanê sekna kurdîtiya azad, sekna kurdîtiya bi rûmet; bi têkoşîneke bi biryar û fedakar a mîna hevrê Ş. Helmet xwe fedaî xeta Rêber Apo kir. Bi esaswergirtina dilsoziya şoreşgerî ya hevrê Ş. Helmet a li nirxên gerdûnî, xwecihî, civakî û destketiyên kurd û Kurdistanê dibe. Meşa li ser şopa Ş. Helmet xwedîderketina li destketiyên kurd ên li Başûr e. Xwedîderketina li hemû destketiyên têkoşîna me ya pêncî salan a li hemû parçeyên Kurdistanê ye. Pêşîgirtina li mêtingerî, qirkerî û dagirkeriyê ye. Serînetewandina li ber artêşa çete ya dagirker a AKP-MHP’ê ye, ku dijminê kurdan e. Rênedana li kujerên ciwanên kurd ên li ser xaka Kurdistanê ye. Li dijî vê artêşa çete ya dagirker, li dijî vê artêşa kujer helwsteke berxwedêr û têkoşer e.

Başûr rojane di bin êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk de ye

Li ser vê bingehê bi taybetî xelkê me yê Başûrê Kurdistanê divê bi pêşengiya jin û ciwanan têkoşîna bi rûmet a hevrêyê me Ş. Helmet mezin û xurt bikin. Her mirovên me yên welatparêz ên ku hevrêyê me Ş. Helmet bihîstine, dîtine, lê guhdarî kirine, her wiha tevahiya xelkê me yê li Başûrê Kurdistanê ji bo mezinkirina bîranîna hêja ya hevrêyê me Helmet, divê sekna xwe hîn bêhtir têkoşer bike. Xelkê me yê Başûr divê bi sedan mirovên ciwan ên şoreşger û pêşeng ên mîna Ş. Helmet biafirîne. Ji ber ku xaka başûrê Kurdistanê niha bi rengekî rojane di bin êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk a mêtinger qirker de ye. Ji bo hêzên mêtinger dagirker ji ser xaka Başûrê Kurdistanê bêne avêtin, her wiha ji bo meşandina têkoşîneke azad û demokratîk a rasteqîn, pêwîstiya Başûrê Kurdistanê herî zêde bi sekna Helmetbûyînê heye. Pêwîstiya ciwanên li Başûrê Kurdistanê bi wê yekê heye ku li ser xeta Ş. Helmet xwe perwerde bikin, bi rêxistin bikin û bikevin nava liv û tevgerê.

Hevrê Helmet; bi dilsoziya xwe ya bêdawî ya li nirxên neteweyî û jiyana azad, bi hestiyarî, têgihiştin û kesayetiya xwe ya ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ya demokratîk a gelê Kurd, bi sekna xwe ya dilnizm a li nava jiyanê bû hevrêyekî me ku her tim û li her derê mînak bê dîtin. Ciwanên Başûr divê sekn, tevlîbûn, dilsozî, jiyan û felsefeya têkoşînê ya hevalê Helmet a li ser vê bingehê ji xwe re bikin esas. Divê vê yekê ji xwe re kirin taybetmendiyên kesayetiyê, veguherînin rêbazeke jiyanê û pêvajoyeke nû ya Helmetbûyînê bidin destpêkirin.

Li dijî dijminên kurdan û xayinan sekna hevrê Helmet esas bigirin

Li ser vê bingehê weke hevrêyên têkoşînê yên Ş. Helmet em bang li ciwanên Başûr dikin: Dijminên kurdan baş nas bikin. Hêzên dijmin ên mêtinger, qirker ku hem di dîrokê de hem jî niha dijminatiyê li gelê kurd dike ji hev re bibêjin, nîşanî hev bidin, li her qadê wan teşhîr bikin û rûyê wan ê dijminane raxin pêş çavan. Ji xwe re bikin armanc ku tolê ji dijminên kurdan hilînin, ji ber kiryarên xwe yên berê û yên niha. li ser vê bingehê xwe perwerde û bi rêxistin bikin. Ji her alî ve xwe hînî parastina xwe, xaka xwe, xweza û mirovên xwe bikin. Xayinan di nava xwe de venehewînin. Nehêlin ku xayin û sîxurên bi dijmin re hevkariyê dikin di nava we de bimînin. Qadên xwe yên jiyan, perwerde û rêxistiniyê ji van kesan teqez paqij bikin. Bîranîna hevrê Ş. Helmet mezin bikin. Weke wî bibin xwedî hunera pêşengiya şoreşgerî. Li dijî dijminên kurdan û xayinan, sekna wî ya têkoşer ji xwe re bikin esas. Tevlî meşa wî ya şoreşa azadîparêz û wekheviyê bibin. Ji bo xeyala Kurdistana Azad û Demokratîk a Ş. Helmet li her devera Kurdistanê pêk bînin, werin çiyayên azad. Tevlî erk û têkoşîna parastina Kurdistanê bi taybetî jî başûrê Kurdistanê bibin.

AKP-MHP’ê li hemberî îradeya gerîla nikarin bi ser bikevin

Em ji gelê xwe re jî vê dibêjin: Em gelê kurd û tevgera azadiyê di demeke diyarkirina çarenûsê de ne. Şerê me yê şoreşgerî ku li ser bingeha misogerkirina azadiyê û parastina hebûnê tê meşandin, bi xurtî dewam dike. Giraniya êrişên hovane yên dewleta tirk a dagirker a li her qadê, her wiha bîlançoya berxwedana Gerîlayên Azadiyê ya li hemberî vê yekê li holê ye. Di serî de dewleta tirk a mêtinger qirker ku ji aliyê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ve tê birêvebirin, hin hêzên herêmî û hêzên hegemon ên mezin ku xwe dispêrin wan, hîn jî xwe nadin ber qebûlkirina hebûna Kurdan û dest ji armanca xwe ya tasfiyekirina îradeya kurd ên Azad bernedane. Li hemberî bikaranîna gazên bi jehr û kîmyewî, li hemberî rê û rêbazên hovane yên li derveyî mirovahiyê ku artêşa Tirk a dagirker li Zap, Metîna û Avaşînê bi kar tîne, ev hêz bêdeng dimînin ku ev helwesta wan nîşaneya herî mezin a vê rastiyê ye. Her wiha nîşaneyeke din a vê rastiyê jî ew e ku ev hêzên navborî ji destketiyên siyasî yên gelê me yê li Başûr jî poşman bûne. Di heman demê de ji aliyê her kesî ve tê dîtin ku heman hêz tevî her cûre çek û derfetên şer ên dane desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst, li pêşberî îradeya berxwedanê ya gelê me û gerîlayên kurdistanê dikin nakin nikarin bi ser bikevin û ketine nava pêvajoyeke mezin a jihevketinê. Ji ber vê jî divê her kes li gorî berê hîn bêhtir bi xurtî tevlî nava têkoşînê bibin.

Em gelê kurd û tevgera wê ya pêşeng, nikarin jidestdana sedsaleke din bidin ber çavên xwe. Çi dibe bila bibe em ê sedsala 21’ê bikin sedsala kurdên azad. Biryardarî û armanca me ya têkoşînê ya bingehîn bi vî rengî ye. Li ser vê bingehê, di şexsê Ş. Helmet de ji bo xwedîderketina li bîranîna şehîdên me yên leheng û pêkanîna armanca azadiyê ya pîroz a şehîdên me, em bang li gelê xwe yê welatparêz bi taybetî jî xelkê başûrê Kurdistanê dikin ku yekîtî û hevgirtina xwe ya civakî xurt bikin, destketiyên demokratîk siyasî biparêzin, rêxistiniya xwe ya civakî xurt bikin, têkoşîna li dijî dagirkeriya dewleta tirk a mêtinger mezin bikin û bi ruhê yekîtiya neteweyî dagirkerên tirk ji ser xaka Kurdistanê biavêjin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar