Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KCK: Li dijî dagirkerî, xiyanet û qirkirinê bi berxwedana topyekûn rabin ser piyan

KCK'ê ragihand ku êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê ku zêde bûne, nîşaneya rewşeke metirsîdar e û wiha got: “Pêvajoya ku em tê de ne ew pêvajo ye ku li hemberî êrîşên qirkirinê yên topyekûn divê em li her derê berxwedaneke topyekûn bikin û bi ruhê seferberiyê bikevin nava liv û tevgerê. Em bang li gelê xwe dikin ku bi xurtî li ber dagirkerî, xiyanet û qirkirinê rabin û li her derê berxwedana topyekûn bilind bike."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a Komalên Civakên Kurdistanê (KCK) têkildarî êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser başûrê Kurdistanê ku zêde bûne, daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî Hevserokatiya Konseya Rêveber a Komalên Civakên Kurdistanê (KCK) bi vî rengî ye:

“Êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê zêde bûne. Bi vê armancê sewqiyateke mezin a leşkerî ber bi başûrê Kurdistanê tê kirin. PDK’ê rêyên fermî li artêşa tirk a dagirker vekiriye, kontrola cihên ku artêşa tirk lê ye bi temamî radestî artêşa tirk kiriye. Welê lê hatiye ku artêşa tirk a dagirker li cihên ku lê ye bendên kontrolê daniye. Ev yek jî nîşan dide, her ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk berfireh dibe, gav bi gav rêveberiya li başûrê Kurdistanê dixe destê xwe.

Sewqiyata çek û leşkeran ku wesayitên zirxî jî di nav de bû, ji rêyên fermî û aşkere têne kirin, ku ev yek jî nîşan dide ku lihevkirinek heye. Êrişên dagirkeriyê yên heta niha dihatin kirin bi piştgiriyeke veşartî ya PDK’ê dihatin kirin. Dewleta tirk bi piştgiriya PDK’ê, li gel dijberiya dewleta Iraqê êrîşên dagirkeriyê dikir. Lê niha bi destûr û erêkirina hikumeta Iraqê êrîş dike. PDK jî êdî bi rengekî vekirî piştgiriyê dide dagirkeriyê. Ev yek rewşeke nû û metirsîdar e. Em balê dikişînin ser vê rewşa metirsîdar, di heman demê de hişyariyê didin û banga hişyarî û berpirsyariyê li gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin.

LI bşaûrê Kurdistanê êrîşên nû pêş dixin

Dewleta tirk a dagirker qirker ku li hemberî berxwedana tevger û gelê me têk çûye, ji bo karibe kurdan qir bike hewl dide hîn bêhtir hêzan tevlî konsepta xwe ya tasfiye û qirkirinê bike. Yek ji van hêzan jî dewleta Iraqê ye. Dewleta tirk ku dibîne ji bo dagirkirina başûrê Kurdistanê piştgiriya PDK’ê têrê nake, hewl da dewleta Iraqê jî ber bi aliyê xwe ve bikişîne. Dewleta tirk bi taybetî di payîz û zivistana 2023’an de derbên giran ji gerîla xwar û piştî vê derbê, ev rastî fêhm kir. Ji hingî ve kete nava hewldanan ku dewleta Iraqê tevlî nava konsepta xwe ya qirkirin û dagirkeriyê bike. Şefê faşîst Tayyîp Erdogan meha Nîsanê bi vê armancê serdana Iraqê kir. Mixabin hikumeta Iraqê nekarî bi xurtî li ber zextên dewleta tirk bisekine û bi rêya lihevkirinan tevlî polîtîkayên dagirkerî û qirkeriyê bû. Tevgera me li Iraqê weke rêxistina qedexekirî hate ragihandin ku ev hewldan, vê rastiyê bi şênberî radixe pêş çavan. Naxwe, tevgereke ku her tim bi dewlet û gelê Iraqê re di nava têkiliyeke dostane û piştevaniyê de ye, çima ji aliyê hikumeta Iraqê ve weke rêxistina qedexekirî bê rakirin? Ev yek bi çi rengî dikare bê îzahkirin?! Hikumeta Iraqê têkiliyên aboriyê û hwd. bi hin hincetan dide pêş û îdîa dike ku ev lihevkirin ji bo vê armancê nîne. Lê belê ev gotin û nêzîkatiya hikumeta Iraqê rast û rasteqîn nîne. Me ev yek wê demê anîn ziman, me diyar kir ku bi tevlîkirina hikumeta Iraqê dixwazin pêvajoyeke metirsîdar bidin destpêkirin û hişyarî dabûn hemû hêz û derdorên pêwendîdar. Em dibînin ku ev yek niha gav bi gav tê bicihanîn. Êrîşên dagirkeriyê yên nû yên li ser başûrê Kurdistanê radixin pêş çavan ku li ser bingeha konsepta qirkirinê ya li dijî gelê me, lihevkirin hatine kirin.

‘Dewleta Iraqê tevlî konsepta li dijî gel û tevgera me tê kirin’

Em zanin ku her kesên li Iraqê ne bi peymanên qirêj ên bi dewleta tirk re ne. Gelek hêzên demokratîk û welatparêz ên Iraqî dibînin ku têkiliyên bi dewleta tirk re hatine danîn ne li gorî berjewendiyên Iraqê ne û van têkiliyan napejirînin. Mixabin bi destê hikumeta Iraqê ya heyî dewleta Iraqê tevlî konsepta li dijî gel û tevgera me tê kirin û li hemberî vê yekê jî helwesteke xurt nayê nîşandan. Ev yek ji bo Iraqê kêmasiyeke cidî ye, di heman demê de metirsiyeke cidî ye. Lewma ji bo bidawîbûna van têkiliyên ku bi kêrî Iraqê nayên, divê helwesteke siyasî ya xurtir bê nîşandan. Têkiliyên ku hikumeta Iraqê bi dewleta tirk re daniye, teqez li gorî berjewendiyên gel û dewleta Iraqê nîne. Zêdebûna êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê nîşaneya vê yekê ye. Girîng e Iraqî hemû vê rastiyê bibînin. Bi taybetî rewşenbîrên Iraqê divê li ber van nêzîkatiyan rabin ku atmosfera xwişk-biratiyê xera dike û divê civaka Iraqê di vê mijarê de agahdar bikin.

Desthilatedariya AKP-MHP’ê xwedî mejiyekî faşîst e

Dewleta tirk xwedî armancên dagirkerî, nijadperestî û neteweperestiyê ye. Mejiyê xwe mejiyê dijminatiya li kurdan e û armanca xwe ya sereke jî qirkirina kurdan e. Desthilatedariya AKP-MHP’ê xwedî mejiyekî neteweperest, nijadperest û faşîst e. Ji bilî bicihanîna van armancên xwe yên dagirkeriyê, polîtîkayeke xwe ya cuda nîne. Lewma ti rastiyeke xwe ya sozên siyasî û aborî yên dane hikumeta Iraqê nîne. Rewşeke gelekî neheq, şaş û metirsîdar e ku bi hin sozan bixape, yan jî di berdêla hin sozan de dijminatiyê li PKK’ê û gelê kurd bike û tevlî vê dijminatiyê bibe. Yên ku li Iraqê haya xwe ji vê rewşê heye, divê êdî li dijî vê rewşa metirsîdar helwesteke xurt nîşan bidin û dewleta Iraqê ji vê rêveçûna şaş vegerînin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê û şefê faşîst Tayyîp Erdogan bi mejiyê ne Osmanî yê dagirker tevdigere. Dixwaze sînorên Mîsakî Mîlî dagir bike ku projeyeke neteweperest û nijadperest e. Ji bo vê armanca xwe jî pêk bîne hewl dide şer giran bike, gelan li hemberî hev sor bike, atmosfera xwişk û biratiyê têk bibe. Devlet Bahçelî ku mîmarê vê polîtîkayê ye, ev rastî bi rengekî aşkere got, anî ziman ku armanca wan bidestxistina Mûsil, Kerkûk, Heleb, Derya Spî û Selanîk e.

Dixwazin xiyanet û dagirkeriyê rewa bikin

Dixwazin hin bûyerên ku di dema dawî de li Iraqê qewimîn bixin stuyê tevgera me ku ev hewldan pêwendiya xwe bi vê konseptê rew heye. Van karên ku ji aliyê MÎT û PDK’ê ve hatine birêxistinkirin dixin stuyê tevgera me û bi vî rengî dixwazin xiyanet û dagirkeriyê rewa bikin. Ji ber vê jî ya ku tê kirin ne tenê îftira ye, di heman demê de planeke metirsîdar e. Her kes pê zane ku li dijî hovîtiya DAIŞ’ê, tevgera me ji bo parastina başûrê Kurdistanê û Iraqê helwest û hewldaneke çawa kir. Tevgera me û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji ber vê yekê ne tenê li nava gelê kurd, her wiha ji aliyê civaka Iraqê jî bi hezkirineke mezin têne pêşwazîkirin. Ev nêzîkatiyên erênî yên civaka Iraqê ya ji bo gerîla û tevgera me, li pêşiya pêkhatina planên qirêj û xiyanetê dibe astengî. Hewl didin bi rêya van komployên qirêj, Tevgera Azadiyê li nava gelê başûrê Kurdistanê û civaka Iraqê reş bikin û bi vî rengî bingeheke rewa ji dagirkerî û xiyanetê re ava bikin. Pêwîste hem li Kurdistanê hem jî li Iraqê rewşenbîr, raya giştî û saziyên demokratîk hay ji van senaryoyên qirêj hebin. Divê vê plana qirêj a ku PDK û MÎT’ê amade kirine û hikumeta Iraqê jî hatiye tevlîkirin, teşhîr bikin, raya giştî agahdar bikin û pêşî li dezenformasyonê bigirin.

PDK bi rengekî aşkere piştgiriyê dide êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û bi vî rengî nîşan dide ku di qirkirina kurdan de ew jî li aliyekî ye. Ispat kir ku hesasiyeteke xwe ya neteweyî nîne, bi temamî ji bo berjewendiyên desthilatdariya xwe ya teng û malbatî tevdigere. Mixabin PDK ne tenê piştgiriyê dide dagirkirina Kurdistanê, her wiha ji bo serxistina konsepta dewleta tirk a ku xwe dispêre qirkirina kurdan, karê siyasî û dîplomatîk jî dimeşîne. Ev yek cihê şermê û metirsîdar e. Li hemberî vê yekê jî pêwîstî bi helwesteke xurt û şênber a neteweyî heye. Divê gelê kurd û rêxistin, partî û saziyên Kurdistanî helwesteke xurt û şênber a neteweyî nîşan bidin. Di heman demê de divê rewşenbîrên kurd bi xurtî li ber vê rewşa metirsîdar rabin. Rewşenbîr, hunermend, nivîskarên Kurdi divê gelê kurd têklidarî xetereyan hişyar bikin, ronî bikin û bixin nava liv û tevgerê.

Êrîş li ser destketiyên gelê kurd û nirxên Kurdistanê tê kirin

Gerîla li dijî dagirkerî û qirkeriyê bi xurtî li ber xwe didin. Em vê berxwedana bi wate ya mezin a gerîla pîroz dikin, hevrêyên xwwe yên şehîd careke din bi hurmeteke mezin bi bîr tînin. Berxwedana gerîla bi qasî parastina Kurdistanê di heman demê de parastina hêviyên li ser jiyana hevpar a azad û demokratîk a gelên me ye. Ya ku êrîş lê tê kirin ne tenê gerîla û PKK ye, di heman demê de êrîş li ser paşeroja azad a gelên me û başûrê Kurdistanê ye. Di serî de başûrê Kurdistanê di ehdefa van êrîşan de ye. Êrîş li ser destketiyên gelê kurd û nirxên Kurdistanê tê kirin. Ji ber vê jî saziyên demokratîk, welatparêz û neteweyî hemû divê mîna gerîla li hemberî van êrîşên dagirkerî û qirkeriyê, li hemberî xiyanet û nokeriyê, divê helwesteke xurt û şênber nîşan bidin. Gelê me, saziyên demokratîk û welatparêz bi helwesteke bi vî rengî dikarin êrîşên qirkerî û dagirkeriyê têk bibin, dikarin destketiyên gelê Kurdistanê biparêzin. Divê ev yek bê fêhmkirin. Li holê lihevnekirinek nava kurdan an jî lihevnekirinek nava rêxistinên kurdan nîne. Divê nêzîkatî û nirxandineke bi vî rengî neyê nîşandan. PDK bi rengekî vekirî bûye parçeyek ji siyaseta qirkirina kurdan. Pêwîste her kes vê rastiyê bibîne û li gorî vê yekê nêzîkatiyeke rast nîşan bide.

Êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê ku zêde bûne, nîşaneya rewşeke metirsîdar e. Em bang li her kesî dikin ku hay ji vê rewşa metirsîdar hebin, bi xurtî li ber dagirkerî, xiyanet û qirkirinê rabin. Di serî de li başûrê Kurdistanê û Iraqê divê li her derê ev helwest bê nîşandan. Li çar parçeyên Kurdistanê divê gelê me li hemberî êrîşên dagirkeriyê helwesteke xurt nîşan bidin. Gelê me yê li derveyî welat jî pêwîste li dijî dagirkirina başûrê Kurdistanê helwest û nerazîbûna xwe bi xurtî nîşan bide. Pêvajoya ku em tê de ne ew pêvajo ye ku li hemberî êrîşên qirkirinê yên topyekûn divê em li her derê berxwedaneke topyekûn bikin û bi ruhê seferberiyê bikevin nava liv û tevgerê. Em bang li gelê xwe dikin ku li her derê berxwedana topyekûn bilind bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar