Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”!

Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî neyartiya wan neyartî ye.

Ev kesên wisa, berjewendiyên gel û welat ne li ser bala wan e, bi tenê berjewendiyên xwe difikirin. Dema ku cih li wan teng dibe, hevalên xwe yê herî nêz, heta xizim û malbatên xwe jî naparêzin.

Erê dewletên xwe jî diparêzin, ji ber ku dewlet dezgeh û cîhazê parastina desthilatî û berjewendiyên wan e.

Ka em bala xwe hinek bidin dîroka van her çar dewletên dagirker; Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê.

Ji ber ku zihniyeta siyasêtmedarên dewletên mêtinger, li ser asimile û tunekirina gelên bindest hatine damezrandin, bi taybetî dewleta tirk ji despêkê ve li ser vê bingehê hatiye avakirin û pêşengiyê ji her sê dewletên din re jî dike û hemû peymanên wan, li ser nenaskirin, bişaftin û tunekirina gelê Kurdistanê pêkhatine.

Weke mînak; mirov dikare peymana QESRA ŞÎRÎN a tirkên Osmanî û Îranê, PAKTA SADABAD (Îran,TC, Iraq û Afxanistan) û li pey wê PAKTA BEXDAYÊ (Iraq, TC, Îran, Pakistan û Britanya) û hwd. nîşan bide.

Her wiha di vê çarçovê de her niha jî, di nava van dewletên mêtinger de çi peymanên di pêşengiya dewleta tirk de pêkhatine, mijara sereke dijberiya tevgera hebûn û avabûna îradeya gelê Kurdistanê ye.

Di vê serdema nû de, rewşa van dewletên dagirker û mêtingerên Kurdistanê, ber bi hilweşandinê ve diçe.

Her weha têkiliyên navbera wan jî riziya ne û mirov dikare bêje, şûna dostayê dijminahiyê dagirtiye.

Hema em bi nav bikin; li gel dewleta tirk, ne Îran, ne Iraq û ne jî Sûriye dost man in, hemû bi çavên neyariyê li hev dinerin, yek jî baweriyê bi yê din nîne.

Berê, li dijî Tevgêra Azadiya Kurdistanê hema yekser dibûn yek, jixwe peymanên wan ên hevbeş jî hebûn.

Erê niha jî piraniya wan peymanan hîn hene, her wiha xetere jî bi tevayî ranebû ye û dîsa dibe ku li ser dijberiya Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê û  îradeya ku pêkhatiye bibin yek, lê ew xetere gelek lawaz bû ye.

Ji ber ku êdî pêvajoya şerê cîhanê yê 3’yan roj bi roj germtir û xeteretir dibe, her wiha van dewletên mêtingerên Kurdistanê jî, hemû cuda cuda bûne noker û nûnerên hegemonên cîhanê.

Êdî ji herkesî ve eyan û beyan e ku dewleta tirk; yekser nokerê DYA’yê ye.

Dewleta Iraqê; nîv bi DYA’yê re ye, nîvê din jî bi Îranê re ye.

Dewleta Îranê; ji ber tirsa DYA’yê, yekser xwe spartiye Rûsya û Çînê.

Dewleta Sûriyeyê; xwe bi tevayî avêtiye hembêza Rûsya û Îranê.

*  *  *

De vêca fermo li lehî û tofana nakokiyan temaşe bikin; nakokiyên nav xwe yên van dewletan ne besî wan bûn, êdî şer û nakokiyên derve jî li stûyên wan siwar bûn!

De fermo, ma gelo van dewletan kîjan ji wan dikarin bi îradeya xwe ya azad tevbigere û têkiliyan deyne û peymana girêbide?

Hema em temaşe bikin li hevdîtina Pûtin û Recep Erdogan, ka çi soz dan hev û çi biryarên hevpar ragihandin?

Her wiha Hakan Fdan, derket gerek dûdirêj a diplomasiyê; ji çînê heta maçînê(!), ka çi bi dest xist?

Niha jî dibêjin şandeyên Tirkiye û Sûriyeyê wê biçin li Bexdayê rûnin, ê baş e wê çi ji hevdu re bêjin gelo, ma her du alî jî hevdu nasnakin û nizanin daxwazên wan çi û ne çi ne?

Nexêr, ji van hevdîtinên wisa ti biryar an jî peymanên rast û dirust nayên afirandin, jiber ku van hevdîtinên wisa, mîna du kesên boksêr an gulaşê, berî ku rabin şer, li awirê hev temaşe dikin ka gelo kî çendîn bi hêz e?

Li ser vê mijarê xalek herî giring û xeter heye ku ew jî helwesta CHP’ê  û ergenekoniyan e, dibêjin; ”ne bi tinê Beşar, belê divê Recep bi her sê dewletan re rûnê û li dijî terorizmê (wateya li dijî têkoşîn û îradeya azad a gelê Kurdistanê), bi hev re kar bikin.”

Li şûna yên mîna  CHP û hwd. bêjin “biçin li gel îradeya gelê Kurdistanê bi Rêveberiya Xweser re rûnên”, dibêjin “biçin cem Beşar”!

Ka em bala xwe bidin bersiva pirsa me ya sernivîsê.

Di naveroka gotarê de mirov dikare bigihê encamek wisa ku; ne Recep ne jî Beşar xwedî viyan û îrade ne, biryara çarenûsa wan di destê axayên wan (DYA’ê û Rûsyayê) de ne.

Jixwe ji niha ve, hema bi nûçeya Recep û Beşar re, çeteyên wan li hember wan rabûn û êrîşî hêzên şef û axayê xwe Recep kirin.

Helbet nûçe balkêş bû, hema ji nişka ve van kesên ku 13 sal in ji hevdu re dibêjin qatil-kujer, niha dîsa vegeriyan berî 13 salan û bûn bira-rêzdar!

Ketine halekî pir perîşan, jixwe baweriya wan nema bi hev tê, lê ya sosretir; êdî xulam û kirêgirtiyên wan jî nema bawariya xwe bi gotin û sozên wan tîne.

Helbet, van desthilatiyên kujer, hema jixweber hilnaweşin û nakevin, ji bo têkçûn û rûxandina wan hinek din rêxistinî, hostayî, têkoşîn û berxwedan divê.

Di vê qonaxê de gelê herî xwedî şens û bi rêxistin, bêguman gelê Kurdistanê ye.

Ji ber ku rêya wê ya sisyan vekirî û ronî ye, belê dîsa jî bêyî hostayî û bawerî ya hîn xurtir serketin nabe!

Nûçeyên Têkildar