Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî her tiştî sedema hilweşîna sosyalîzma pêkhatî û şoreşên rizgariya netewî tam negihande encamê û piştî salên 1980’î hemû çav zivirîn ser şoreşa Kurdistanê. Dîsa bi rastiya nav-netewî ve girêdayî, pêwîste di bin vê de bandora mezin a mêtingeriya tirk jî bê dîtin. Ji ber Tirkiye welatek NATO ye, dîsa di Rojhilata Navîn de rolên girîng jê re hatine dayîn, girîngiya rola têkoşîna me jî derxistiye holê.

Pêşketina Şoreşa Kurdistanê, tê wateya pêşketina şoreşa welatên Rojhilata Navîn jî. Hem jî di asta şoreşa Fransa û Cotmehê de, şoreşek xwedî bandorek asta nav-netewî ye. Ne tenê ji hêla erdnîgarî û siyasî ve, ji hêla naverok ve jî sedemên sosyalîzma pêkhatî ber bi hilweşandinê ve birîn ji aliyê me ve hatine dahûrandin û derbaskirin. Di sosyalîzma pêkhatî de, kesayetek sosyalîst û demokrasiyek sosyalîst nehatibû avakirin. Lewma şoreşa Kurdistanê, di asta şoreşa xisletek gerdûnî de bilind bû. Jixwe ger me bi feraseta şoreşa kevnar û feraseta partiya ku sosyalîzma pêkhatî ava kirî ve tevbigeriya, me nedikariya ser bixin. Piştî hilweşîna sosyalîzma pêkhatî, ji aliyê me ve bidestxistina serkeftinê ji xebatên me yên leşkerî, siyasî û dîplomasî zêdetir, çavkaniya xwe ji xebatên rêxistinî, pêşxistina modela partiyek û rêbertiyek nû digire.

Em amade ne mirovatiya xwe bi cîhan, mirovatî û tevgerên şoreşgerî re parve bikin.

Axa Mezopotamya yên em li ser dijîn, di çêbûna mirovahiyê de xwedî cihek diyarkere. Şaristaniyên bingehîn ji vir li cîhanê belav bûne. Mirovatî pir deyindarê van axa ne. Tarîbûna ku mirovatî îro dijî, bi wêrantiya ku civakbûnê re tên jiyîn, cîhan anîna asta ku lê neyê jiyîn, pêdiviyek mezin bi asoya rizgariyek nû, felsefeyek nû û vînek wê ya şoreşgerî derdixe holê.

Dîsa van axan gelek nebî û fîlozof derxistine holê. Ji bo şoreşa Kurdistanê wisa pêş bikeve, hema hema dîrok cardin dubare dike.

Em ê ji bo mirov bijîn û ti carî dest jê bernedin

Emperyalîzmê amûrek mirov a dijberî mirovatiyê derxistiye holê. Ev berovajî xweza û xisleta mirove. Em vê red dikin. Hem jî pir ji kok ve red dikin. Dersa herî bingehîn em bikarin bidin, dersa mirovatiyê ye.

Em weke tevgera PKK’ê ji xwe bawerin. Em bi teknîk û dewlemendiyê ve sonda tiştekê nadin. Nabêjim; “Em ê pêşveçûna aborî wisa bikin, wisa tevkariyê ji dewlemendiyên binerd û sererd re bikin.” Tişta em bikarin bêjin, ji bo bûna mirov emê bijîn û ti carî dev ji vê bernedin.

Ya niha tê jiyîn hovîtiyek berovajî ye. Em jî li dijî vê hovîtiyê li ber xwe didin. Heta dawî yeqîn dikim ku, emê serkeftî bin. Dibe hinek hêjî naxwazin asta me bibînin. Dikarin şûna hovîtî û terorîzma xwe ya bêrehim, me terorîst îlan bikin. Hêja duh DYA Hîroşîma û Nagazakî, ezê nebêjim bi sehm jî, bi çekek herî hov ve tine kirin.

Di rewşa heyî de li pişt hemû kuştin û komkujiyan kîjan pergal heye? Terorîzma herî mezin di pergala kê de heye? Di dewleta kî de heye? Emê dev ji nirxandina van bernedin. Emê bi israr bêjin ku terorîstên herî mezin evin.

Ya rastî “pergala cîhanê ya nû” bêpergaliya herî mezin a mirovatiyê nas kiriye. Li naverastê nepergal, nehevsengiyek ji rê derketiye, bi her cure neheqî û xirabûnên hevsengiya xwezayê re, rizîna civakî jî giran dike heye. Niha her kes encamên vê nehevsengiyê baştir dibîne. Rizîn pêş ketiye û pirsgirêk giran bûne. Niha bi têkoşînek şêwaza kevnar an jî bi rêbazên şerê gel ên kevin ve, pêvajoyek dubarekirin, gotin di cîh de be, “modeya wan derbas bûye.” Misoger ji bo pergala mirovatî ya nû pêwîste çareseriyek hîn pêşketî, rojane bûyî, pirsgirêkên bingehîn ên mirovahî li ser bingehek hem felsefî, hem dilxweşî û hem jî zanistî çareser dike ramanek sosyalîst bê pêşxistin. Di vê manê de li dijî bêpergalî û bêsazûmaniya emperyalîzmê, enternasyonalîzmek nû şerte.

Çavkaniya hemû pirsgirêkan pergala Kapîtalîst-Emperyalîst e

Çavkaniya pirsgirêkên weke dêwan, pergala kapîtalîst-emperyalîst e. Pirsgirêka metrepolên emperyalîst, ji yên berê girantir bûne. Hema bêje hoveberiyek cuda jî em di navenda Ewropa û Emerîka de dibînin. Welatên paşve hatine hiştin, bi teqîna şêniyan ve bi her cure nexweşiyan ve hatine asteke ku neyê jiyîn.

Ji pirsgirêkên sedsalên 19 û 20’emîn girantir, di sedsala 21’an de li benda mirovatiyê ne. Lewra ne li ser bingeha bi şêwazên kevin ve şerên gel an jî li ser bingeha ferasetên şoreşên kevnar, neçare nûbûnek sosyalîzmê ya mirov esas digire, xwezaya mirov û di nava civakê de sekna xwe ya azadî esas digire wek pêngavek sosyalîst pêş bikeve.

Em ê ji rizgariya netewî zêdetir, ji bo bibin partiyek civakî, humanîst, mirovî û enternasyonal, hêza xwe seferber bikin. Ji ber ku asoyên mirovatî hatine tarîkirin. Divê ev aso bên ronîkirin. Em ji her demê zêdetir, neçarin ku niha nûnertiya îdîayên mirovatiyê bikin. Merc çiqas giran dibin bila bibe, divê em di vir de bi israr bin. Dê ev me ber bi enternasyonalîzma dema nû ve bibe. Her çendî şoreşa Kurdistanê weke şoreşên ji rêzê jî bên dîtin, bi asta ku gihayê ve, bandorên enternasyonalîst ên girîng derxistiye holê.

Pir zêde êrîş li ser sosyalîzmê hene. Piştî hilweşîna sosyalîzmê jî, êrîşên li hemberî sosyalîzmê didomin. Ewropa roja me, ji bo sosyalîzmê binax bike, hewildanek pir mezin dide. Heman weke piştî Şoreşa Fransa, weke di dema nûkirinê de hatî dîtin, ji bo astengkirina şoreşekê ketiye nav tirsek zêde. Dijminatiyek dijwar ya hember sosyalîzmê pêş dixe. Ev rewşa emperyalîzma Ewropa, bi Ewrûpiyan re reşbînî ava kiriye û hêviya wan a bi şoreşê lewaz kiriye. Lê belê hêjî nakokiyên bi pergalê re neqediyane, hîn zêdetir kûr bûne.

Ya pêwîste bê kirin sosyalîzma zanistî, weke zanist rojane kirine. Yeqîn dikim, em vê di pratîka xwe de pêk tînin. Di vê manê de ne esasên sosyalîzmê, taktîkên dema kevin û hinek stratejî şaşin.

Em ê qet radestî vê kapîtalîzmê nebin

Îdîayên sosyalîzmê, ji her demê zêdetir ji bo mirovahiyê hewce dike. Dê mirovatî yan bi sosyalîzmê hebûna xwe pêk bîne, yan jî dê di hovîtiya kapîtalîzmê de tine bibe û biçe. Ger em naxwazin mirovahî tine bibe, divê em heta dawî di sosyalîzmê de israr bikin.

Îro şoreşgerên cîhanê, weke her yek tawanbarin guman ji xwe dikin. Ev qet jî ne helwestek raste. Yên hewce dike ji xwe guman û şerm bike ne şoreşgerin, emperyalîzme. Em weke tevgera PKK’ê, dikarin heta dawî bibin qêrîna şoreşê ya herî mezin. Dema vê jî bikin, ne bi pesindanek vale ve, dîsa ne ku bingehên wê yên teorîk nebin, weke derketinek tenê girêdayî vîn jî nanirxînim. Xwezaya mirov ji hêla me ve pir baş hatiye nirxandin. Em li hemberî xisletên bingehîn yên mirov rêzdarin. Em dixwazin mirovê ku pergala kapîtalîst-emperyalîzmê wêran kirî rizgar bikin. Em ê qet radestî vê kapîtalîzmê nebin. Hemû cîhan bibe yek jî, hemû şoreş têk jî biçin, emê bi îdîayên xwe yên mirovatî ve li hember jiyana ku kapîtalîzm ferz dike, heta dawî li ber xwe bidin.

Şoreşa Kurdistanê, ne şoreşek teng a neteweyî ye. Li ber çavan neteweyî ye, lê di cewhera xwe de şoreşa mirovahiyê ye. Heta ger ev şoreş ser bikeve, ne komarek neteweyî, şoreşa komarek mirovatiyê ye.

Ji bo hebûna sînoran zêde negirînge. Pirsgirêkek me ya hunandina sînoran nîne. Lê ji bo serxwebûna mirov û gelan heta dawî amûrek dijware û ji bo vê jî şerek me mezin heye. Em mirovê ku fetih dike û miletek ku pêwîste fetih bike derdixin holê. Ev jî ji zanista sosyalîst re tevkarî û destkeftiyek mezine.

Mêtingerî dixwaze çand û gelên kevnar tine bike

Dîsa dema em îro li peywendiyên di navbera gelên kurd û tirk de dinêrin dibînin ku tevlîheviyek tê dîtin. Emperyalîzm xwe bi sipartina hevkarên xwe ve li ser herdu gelan jî bi şêweyên cuda pergalek mêtingerî û zextê ya tevlîhev ava kiriye. Mêtingeriya tirk dixwaze, çand û gelê ku dîrok pir ji kevin de nas dike tine bike. Ji ber stratejî û berjewendiyên pir ferdperest yên hinek dewletên weke DYE û Almanya, dixwazin vê xezîneya mirovahî û çandî ji bo carek din zindî nebe, di tarîtiya dîrokê de binax bike. Rewşa em dijîn, ne mêtingeriyek ji rêzê ye. Ne tenê zextek siyasî ye jî. Ne rewşek ku dikare bi zexta netewî ve jî bê ravekirin e. Polîtîkayek qirkirinê ya mînaka wê nehatiye dîtin, li ser gelê me tê meşandin. Emperyalîzm jî naxwaze vê bibîne. Her roj hewl dide di raya giştî de bi pirsgirêkên derew ve rewşa xwe rizgar bike. Bi heman şêweyî di pirsgirêka kurd de jî durûye û heta dawî piştgiriyê dide rejîma faşîst a tirk, naxwaze tawana xwe ya di vê qirkirinê de bibîne. Divê demokrat û sosyalîstên Rojava, teqez vê durûtiya welatên xwe bibînin. Dê ev jî bi Kurdên bindest û gelê cîhanê re bibe piştgiriya herî manîdar ya enternasyonalîst.

Ti sûc, bi qasî sûcê qirkirinê nîne ku neyê efûkirin. Li Kurdistanê rewşek tawanê heye û hemû welatên kapîtalîst têkil vê tawanê bûne. Vale vale me weke hêza sereke ya terorîstê cîhanê îlan nakin.

Ev weke dizê malê, hem sucê mirovahî yê herî giran dikin, hem jî me tawanbar îlan dikin. Ji bo vê jî li Ewropa lîstokên mezin hatin sazkirin. Mînak kuştina Olof Palme, hêzên paşverû yên nava NATO, dema Reagen û Kohl li ser kar bûn, ev kuştin pêk hat. Ji serî heta dawî ji bo PKK’ê terorîst îlan bikin û dijminatiya sosyalîzmê sor bikin wê kuştinê pêk anîn. Me weke tevgera sereke ya Marksîst-Lenînîst ku kariye li ser lingan bimîne, di cîhanê de herî xeter dinirxînin.

Em tenê bi vê serbilindin. Sedema ku Almanya evqasî êrîşî me dike, ne ji ber me çend çalakiyên tund lidar xistine. Ji me ditirsin, ji sosyalîzmê ditirsin. Dixwazin di kesayeta me de sosyalîzmê bikujin û ji bo ev ser nexistin hêrs dibin.

Şoreşa Kurdistanê şoreşa hemû Rojhilata Navîn e

Şoreşa Kurdistanê, ne şoreşek netewpereste. Şoreşa Kurdistanê di heman demê de şoreşek Tirkiyê ye. Şoreşa Kurdistanê ya ser ketî, Şoreşa Tirkiyê ya ser ketî ye. Heta şoreşa Rojhilata Navîn, Balkan û Kafkasya ye.

Em her tim amadene ku peywendiyên xwe bi gelê Tirkiyê re ji nû ve vesaz bikin. Heta bê ku pirsgirêka sînoran bikeve rojevê, di nava yekbûna erdnîgariyek diyarker de, em amade ne ku asta azadiya dîrokî, çandî û siyasî ya gelan li ser bingeha wekhevî peywendiyan ji nû ve vesaz bikin. Ya esasî em dixwazin, dawî li qirkirina kurdan bê anîn û peywendî hîn zêdetir bi mirovî li ser heman axan bê vesazkirin. Lê mixabin rejîma faşîzan a tirk hîn zêdetir bi xwîn û şovenîzmê bersivê dide van daxwazên me. Gelê tirk di bin pêlek pir giran ya şovenîzmê de ye. Tevî em nêzîkbûnek enternasyonal raber dikin, ji ber şovenîzma pir bandor a tirk, asteng kiriye ku di nava gelê tirk de pêşketinek bi vî rengî rû bide. Lê hewldanên me yên bi israr, wê gelê tirk jî bîne vê qonaxê.

Em ê li ser axa xwe, bi gelê tirk re enternasyonalîzmek mînak pêş bixin. Emê nekevin nava netewperestiyek teng. Piştî ku azadiya gelan hat fetihkirin, tê wateya ku ji bo me enternasyonalîzma herî manîdar pêk hatiye. Ev nûbûneke û yeqîn dikim ku emê ser bixin.

Şoreşa Kurdistanê her ku diçe zêdetir derfetên serkeftin û pêşveçûnê bidest xistiye. Ti amajeyên binkeftinê tine ne. Gelê Kurdistanê, xwe gihandiye rastiya gelê ku şer dike. Pergala emperyalîst ya nav-netewî, weke hedefa sereke ku pêwîste bê tinekirin bi ser me de tê. Lewra em berxwedaniyek pir zehmet didin. Ger em emperyalîzmê ji eniya Kurdistanê qut bikin, dê Şoreşa me di asta Şoreşa Cotmehê de, heta dê bibe şoreşek ji wê jî bi bandortir.

Şoreşa Kurdistanê, bi qasî hêviyên rizgarî yên gelê kurd û rizgariya wê gav bi gav pêk tîne, ewqas jî ji bo gelên herêmê û gelek miletên din ên weke wê dibe şoreşek mînak. Dîsa di asta herî berz de nûbûna sosyalîzmê, şoreşa jinê û di vê manê de derfeta pêşketina felsefeyek nû ya şoreşa dilxweşî derdixe holê. Dibe ku em pêşketinek tam dixwazin najîn, lê pir vekiriye ku em ji bo mirovahî, ji bo gelê xwe û ji bo dostên xwe pêşketinek baş dijîn.

Nûçeyên Têkildar