Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê de daxuyanî da. HPG’ê ragihand ku gerîlayên azadiyê li çalakiyên bibandor li hemberî dagirkeran li dar xistine û derbên giran li dagirkeran dane.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:
“Di navbera 29’ê hezîranê û 2’yê tîrmehê de ji aliyê Yekîneya Şehîd Dogan Zinar ve, baregehên artêşa tirk a dagirker ên li herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bi amûrên hewayî hatin hedefgirtin. Baregehên dagirkeran ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê û baregehên li Qada Berxwedanê ya Girê FM 3 caran ji hewa ve hatin lêdan. Di van çalakiyan de 8 dagirker hatin cezakirin, 7 çeper û 3 kon hatin rûxandin û baregehên dagirkeran di rêjeyeke girîng de hatin texrîbkirin.
Hêzên me rexmî ku di meha dawî de gelek caran ji hewa ve li artêşa tirk a dagirker xist û windahiyên giran pê da jiyîn jî, dewleta tirk ti windahiyên xwe aşkere nekir û ji bo ku encamên çalakiyên gerîla yên ku xwe dispêre teknîkê neteyîse civakê, ji binî ve veşart. Dewleta tirk a dagirker li encamên van çalakiyên mikûr neyê û ji binî ve veşêre jî, em van çalakiyan tevî dîmenên wan pêşkeşî gelê me yê welatparêz û raya giştî dikin.”