Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Keda 28 salan bi albûmekê derdikeve pêşberî hezkiriyên xwe

Endamê Koma Agirê Zerdeşt Bulent Kiliç diyar kir ku wê keda xwe ya 28 salan bi albumekê derkevin pêşberî muzîkhezan û wiha got: “Stranên me yên ku ji aliyên komên din ve jî hatine gotin, bo me gelek bi nirx e. Koma me xwedî afirîneriya çareseriyê ye. Jixwe ev ruhê kolektîf û çareseriyê me dike kom.”

Li Kurdsitanê bi agirê şoreşê re komên muzîkê dest bi xebatên çandî kirin û gelek berhemên hêja afirandin. Ji van yek jê Koma Agirê Zerdeşt e û di sala 1996’an de hatiye damezrandin. Kom ji roja hatiye demazrandin ve stranên komên muzîkê ku belav bûne û hunermendan dibêje. Ew bi stran ango berhemên hunermendên din tên nasîn. Kom armancek daniye pêşiya xwe ku albûmek ji arşîvê pêk tê amade bike. Koma Agirê Zerdeş ku demek dirêje belav bûbû, di Newroza îsal a Îzmîrê de carek din li hev civiya û derket ser dike û xwe ji nû ve da hev. Ew niha di bin banê Jîn Artê de xebatên xwe bi rê ve dibe û performansan wê gelek tê ecibandin. Kom dixwaze albûkek ji stranên arşîva 28 salan pêk tê amade bike.

Endamê Koma Agirê Zerdeşt Bulent Kiliç ê ku ji sala 1995’an ve di kursa tembûrê ya Navenda Çanda Mezopotamyayê de dest bi karê hunerê kir û solîstê komê Yaşar Demîr li ser çîroka koma xwe û plansaziya pêşiya xwe axivîn.

Bulent Kiliç da zanîn ku koma wan her tim muzîkjenên xwe afirandiye û got: “Heke gîtarjenê/a bas tunebûya me diafirand. Heke tembûrvan nebûya me diafirand. Her tim li gorî derfetên xwe û ji şagirtên NÇM’ê muzîkjenan daxilî xwe dikir. Di nava demê de ez jî daxilî komê bûm. Di sala 2007’an de koma me ku belav bûbû carek din xwe komî ser hev kir. Gelek hevalên me stranbêj berhemên ku komê çêkir, gotin. Kom her tim xwest bi berhemên xwe li ser pêya bimîne. Ji sala 2012’an heta 2014’an bi hevalê Yaşar re me xwest em komê li ser pêya bigirin. Em çûn gelek konseran. Me dest bi xebata albûmê kir. Lê me neqedand. Ji sala 1996’an ve her tim em kom bûn û belav bûn.”

Kiliç bi bîr xist ku ew îsal carek din bi beşdarbûna pîrozbahiyên Newrozên li herêma Egeyê re carek din xwe komî ser hev kirine û got: “Koma me bi 5 kesan xebata xwe dike. Bi rastî jî pêvajo gelek zor bû. Me bi terza otantîk hilberandina muzîkê dewam kir. Repertûara me ji stranên salên berê pêk tên. Dem bi dem rexneyên vê yekê jî li me tên kirin. Em ê îro jî stranên û muzîka xwe bejin.”

Ji solîstên komê Yaşar Demîr jî diyar kir ku ew wek Koma Agirê Zerdeşt her tim dixwazin stranên gel biafirînin û bejin û wiha got: “Keda Koma Agirê Zerdeşt a di nav xebatên çand û hunera kurdî de xwedî cihek girîng e. Stranên me yên ku ji aliyên komên din ve jî hatine gotin, bo me gelek bi nirx e. Koma me xwedî afirîneriya çareseriyê ye. Jixwe ev ruhê kolektîf û çareseriyê me dike kom.”

Demîr anî ziman ku ew bi qasî ku du albûman tije bikin stran strîne û got: “Di vê pêvajoyê de ji bo forma 20-25 stranên me bê rûniştandin, em di nav hewldanan de ne. Ji bo me wateya her stranekê cuda ye û heye. Em hewl didin bi awayek rast û xweşik kevirekî deynin ser dîwarê çand û hunera kurdî. Em ji bo albûmekê xebatê dikin. Lê em nizanin wê sibê çi derkeve pêşiya me. Em dixwazin stranên xwe bi albûmekê tacîdar bikin. Di encamê de em hilberîna keda 28 salan îcra dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar