Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP’ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa Tirkiyeyê cihê xwe girt,  AKP têk çû û nikaribû bi serê xwe hikumetê ava bike. Ji ber vê yekê encama hilbijartina 7’ê hezîranê tune hesiband, hemû derfetên dewletê bikar anî, bi zext û zorê li ser civakê hilbijartina 1’ê Mijdarê ferz kir, bi fen û fûtan di hilbijartina 1’ê mijdarê de biser ket û bû desthilat.

Ji bilî siyasetmedarên kurd û gelê kurd ê pêşbîn û polîtîk, piraniya civaka Tirkiyeyê niyet û mexseda Erdogan û AKP’ê fêm nekiribû û nizanibû ku çima ewqas li hemberî encama hilbijartina 7’ê hezîranê bertekên tund nişan didin, qebûl nakin, vîna gel û dengê gelên Tirkiye û Kurdistanê tune dihesibînin û di hilbijartina 1’ê mijdarê de israr dikin.

Piştî ku Erdogan di hilbijartina 1’ê mijdarê de bi ser ket, planên xwe yên nebixêr xiste meriyetê û gav bi gav pêvajoya çareseriyê ya ku di Newroza 2013’an de bi hewldanên birêz Abdullah Ocalan dest pê kiribû û di 28’ê Sibata 2015’an de bi mutabakata Dolmabahçeyê veguherîbû muzakereyan bi dawî kir, Erdogan got: “Mutabakata Dolmabahçeyê jî maseya muzakereyan jî tuneye” û di 5’ê nîsanê de pêvajoya Çareseriyê bidawî kir, hevdîtinên bi birêz Ocalan re hatin qutkirin û bi provakasyona  Giyadînê ketin nava hewldana şer.

Di 24’ê tîrmehê de bi awayekî fermî şer dan destpêkirin, derbarê Akademîsyenên ku bi armanca rawestandina şer deklerasyona bi sernavê “Em ê nebin hevkarên vî şerî” weşandin de lêpirsîn dan destpêkirin, doz vekirin, ew ji kar dûr xistin û avêtin zindanan.

Rojnamevan hatin cezakirin, rojname û kanalên Tv’yan ên muxalîf hatin desteserkirin, avahî û amûrên wan jî xistin zîmeta dewletê, ango hikumeta AKP’ê.

Birêz Ocalan di hevdînên bi heyeta Îmraliyê yên di sala 2014’an de bi awayekî pêşbîn gotibû; “Heke pêvajoya çareseriyê bi awayekî aştiyane bi encam nebe û pirsgirêka kurd çareser nebe, dê mekanîka derbeyê bikeve dewreyê” û Erdoğan û AKP’ê hişyar kiribû.

2 sal piştî vê tespîta birêz Ocalan, di 15’ê tîrmeha 2016’an de hewldana derbeya leşkerî li hemberî Erdoğan û hikumeta AKP’ê pêk hat. Erdoğan û hikumeta AKP’ê ev hewldana derbeyê wek lûtufa Xweda bi nav kirin, wek fersend bikar anîn, ji xwe re kirin hincet û Rewşa Awarte îlan kirin.

Biryara yekemîn a Rewşa Awarte ew bû ku bi tu awayî di dema Rewşa Awarte de ne malbat, ne parêzer ne jî heyet nikaribin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Ji ber ku zanibû heke hevdîtinên bi birêz Ocalan re berdewam bin, dê lêgerînên ji bo çarseriyê jî  hertim zindî û di rojeva gel û civakê de bin.

Bi vê biryarê tecrîda girankirî ya ku bi salan bû li ser birêz Ocalan pêk dihat, girantir kirin û ev tecrîd vediguherandin sûîkasta siyasî.

Ji wê rojê heta niha ev tecrîda girankirî ya ku gelek siyasetmedar weke sûîkasta siyasî ya li hemberî birêz Ocalan bi nav dikin, bi awayên cûda û girantir berdewam e.

Ji 25’ê adara 2021’an heta vê demê ev 40 meh in ango 3 sal û 4 meh in ku hiqûqa navxweyî û navneteweyî li ber çavê hemû dinyayê tê binpêkirin û tu agahî ji birêz Ocalan nayê girtin.

Erdogan û AKP’a ku bi îlankirina Rewşa Awarte hemû zagon binpê kirin û bi pêkanînên ji derbeya leşkerî wêdetir civak  çewisandin, bi biryarnameyên di Hukmê Qanûnanê de (KHK) bi hezaran akademîsyen û rewşenbîr,  ji kar dûrxistin, li sedan rojnamevanan doz hatin vekirin û ceza li wan hatin birîn.

Weşana bi dehan rojname, kovar, weşanxane û kanalên Tv’yan hatin rawestandin, bi hezaran komele û bi sedan Sendîka dan girtin. Bi dehezaran mamoste û karmendên endamên van sendîkayan ji kar  avêtin, hemû  derdorên demokrat ên muxalîf ku ji bo xwe weke xetere didîtin, di hedefa Erdogan û AKP’ê de bûn.

Şaredariyên DBP’ê yên wê demê ku bi rêjeyên bilind ên dengê gelan hatibûn bidestxistin, bi peywirdarkirina kayyuman a li van şaredariyan vîna gel hat desteserkirin, tune hat hesibandin.

Bi biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de 13 radyo û 12 televîzyonên mîna ÎMC Tv, Jiyan Tv, Azadî Tv, Denge Tv, Van Tv, Hayat Tv,Tv 10 û Zarok Tv jî di nav de bûn ku piraniya wan weşana xwe bi pirzimanî an jî bi kurdî dikirin, hatin bêdengkirin û tarîkirin.

Bi van kiryaran rûyê Erdogan ê rastîn, (Konetî û durûtiya wî) ku di serdanên xwe yên Ewropayê de azadiya çapemeniyê û xwişk û biratiya gelê kurd weke benîşt di devê xwe de dicût aşkera bû. Ango kumê kesk ket, guriyê serê Erdogan-AKP’ê derket û ji aliye hemû dinyayê ve hat dîtin.

Van pêkanînên ku ji diktatoriya Kenan Evren û Seddam jî wêdetir, hemû hêviyên aştiyê tune kirin, pêvajoya hevdîtin û muzakereyan ku ji bo gelên Tirkiye û Kurdistanê hêviyeke mezin bû,  bi dawî kirin.

Piştî ku bi destê Erdogan pêvajoya hevdîtin û muzekereyan bi destê Erdogan hat bidawîkirin, Erdoğan û AKP bi polîtîkayên neyarane, li bêbextiya xwe mikur hatin ku ji hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an heta ku pêvajoya çareseriyê bidawî kirine jî armanca wan xapandina gel û civakê bûye, bi durûtî  tevgeriyane û di nav hewldana planên dawîkirina aştiyê,  gurkirina şer, ruxandina daristan, goristan û xwezayê,  hilweşandina bajar û gundan de bûne.

Di rastiya xwe de ev pêkanînên Erdogan û AKP’ê, diziya çanda me, zimanê me, nasnameya me, axa me, xwezaya me, dîroka me û xewn û xeyalên me yên aştî, azadî û tevahiya siberoja me, jiyana me ya azad, wekhev û bi rûmet e.

Ya ku dikeve ser milê her mirovên xwedî xîret, heta dawiyê li hemberî Erdogan û AKP’ê ku dizên nirx, rûmet, hêvî, xewn û xeyalên me ne, têkoşîna ki hemberî faşîzmê xurt bikin, bipêş bixin û heta ku Erdogan û AKP wek dîktatorên beriya xwe bên darizandin, bênavber û bi biryardarî têkoşîna xwe ya aştî û azadiyê bidomînin.

Nûçeyên Têkildar