Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

PDK, Başûr teslîmî dewleta tirk a dagirker dike

Li başûrê Kurdistanê  bi salaye mijara hilbijartina di rojeva gel, aliyên siyasî û hikûmeta Iraqê de ye. Lê her carê bi hincetekê ev hilbijartin tên taloqirkirin û heye nehe ne diyare ku ev hilbijartin di dema xwede bên kirin an  jî ne.  bi hilbiajrtna ve girêdayî ez dixwazim çend mijare raxim berçavan.

Piştî ku komîsyoona bilind a hilbijartinên îraqê biriyar da ku pêwîste hilbijartinên Perlamentoya Herêma Kurdestinê werin pêk anîn, di serîde PDK’ê daxuyanî da û ev hilbijartin boykot kirin lê piştî hevdîtinên wan bi dewleta tirk re pêk hatin carekî din PDK’ê beşdariya xwe di van hilibijartina de raghihand.  Belkû PDK’ê guhartina sîstema kotaya kemîneyan ji xwere kiribû heycet lê gelek mijarên pişt perdey hene.

Eger me  dezgehên ragihandinê yên PDK’ê bişopînin an jî piyasekê di nava bazara Dihokê de bikin û guh bidî nêrînên xelkê  Behdînan enku alîgirin PDK’ê ew ê ji me re bide xuyakirin ku malbata Barzaniya bûya du beş û her beşek ji wan    têre xwe parçeye. Malbata Barzaniyan mîna bombekê kengî ew ê biteqe ne diyar e . Ev yek jî dibe sedem ku tirseke mezin a PDK’ê ji hilbijartina hebe û gelek hewl dide ku ev hilbijartin pêk neyên. Di vê rewaş malbatî de eger hilbijartin werin kirin dibe ku belabûna  malbata Barzaniyan zererek mezin bide berjewendiyên PDK’ê.

Yek ji mijarên din tirsa PDK’ê ya ji gel e, ji ber nerazîbûnek mezin li dijî hikûmeta Herêma Kurdistanê heye, ne tenê jiber mijarên mûçe û xizmetguzarî de belkû gelê Başûr êdî neme dikare li bin vê desthiladariyê de jiyan bike. Gelê ku bi salaye di bin desthildariya malbata Barzaniyan de ye li benda roja hilbijartinê ye ku bi dengên xwe hesab ji  PDK’ê bixwaze. PDK’ê vê helwîste gel baş dizane ,ji bo ev hilbiajrtin pêk neyên her rê û rêbazên qirêj kirine meryetê lê ji ber biriyarên dadgeha federal a Iraqê hewldanên PDK’ê nikarin bi ser bikevin.

Wisa xuya dike ku tu çareya PDK’ê nemaye lewma  hawara xwe gihandiniya dewleta tirk û rê ji wan re vekiriya ku leşkerên xwe bînin nava axa başûrê Kurdistanê. Li başûrê Kurdistanê biryare hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê bên lidarxistin. Serokê demborî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî herî dawî 20’ê Cotmeha 2024’an, ji bo lidarxistina hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê diyar kir.

Ji sala 2022’yan ve 4 carin biryara lidarxistina hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê tê dayîn, biryar hemû jî bi îmzeya serokê demborî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hatine dayîn, lê yek jî pêknehatin.

Ev birayar piştî ku bi hezaran leşkerên dewleta tirk derbasî Behdînan bûn hate dan. Wisa xuya dibe ku beriya dema hilbijartina (20’ê Cotmehê) ew ê li başûrê Kurdistanê şerê dewleta tirk û gerîla wê derbasî qonaxek nû bibe. Behdînan hatiya dagirkirin lê heye niha li nav bajara şer neqewimiya, qewimîne şer li nav bajarên Behdînan de wê bibe sedem ku hikûmeta Herêma Kurdistanê hilbijartina paş bixe û ji Iraqê re bibêje; “Em di rewşa şer de ne û rewaşa me ne guncave ji bo hilbijartine”.  PDK’ê  di nefesên xwe yên dawî de ye ji bo ku nefetisa pişta xwe daye dewleta tirk û îradeya gel qebûl nake. Eger PDK li gorî berjewendiyên dewleta tirk tevnegere ew ê pişta xwe bidin PDK’ê û êdî tu cihekî ku PDK’ê pişte xwe pê girê bide nîne. Ji bo PDK’ê kursîka desthildariyê ji dest nede amadeya tevahiya başûrê Kurdistanê teslîmî dewleta tirk a dagirker bike.

Nûçeyên Têkildar