Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Ji gerîlayan çalakiyên ji bo 14’ê Tîrmehê

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi wesîleya salvegera 42’yemîn a Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê gelek çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de gelek dagirker hatin cezakirin û gelek jî birîndar bûn.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:  “Li herêma Geverê;

11’ê tîrmehê bi taktîka sabotajê li wesayîta zirxî ya li qada Geliyê Oremarê di nava liv û tevgerê de bû, hat xistin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû û wesayîta leşkerî îmha bû.

Li herêma Metînayê;

11’ê tîrmehê di navbera saet 13.00 û 16.17’an de di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî dijwar qewimî. 3 caran bi taktîka sabotajê li dagirkerên ku hewl didan belavî araziyê bibin, hat xistin. Li vir hejmara dagirkerên ku hatine cezakirin û yên birîndar bûne, tam nehate zelalkirin. Di saet 18.00’an de ji sê aliyan ve li helîkoptera ku hewl dida were cihê şer, hat xistin.

Şeva 11’ê tîrmehê hêzên me mudaxileyî helîkoptera ku li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê di nava liv û tevgerê de bû, kirin.

12’ê tîrmehê di saet 07.30’an de bi taktîka sabotajê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Dergelê hat xistin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker ceza hatin cezakirin.

Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

11’ê tîrmehê di saet 16.00’an de bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin.

11’ê tîrmehê di saet 16.15’an de bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

12’ê tîrmehê di saet 03.50’an de bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

12’ê tîrmehê di saet 18.00’an de bi çekên giran li dagirkerên ku xwestin li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bikevin nav liv û tevgerê, hate xistin û tevgera dagirkeran hate sekinandin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

11’ê tîrmehê di saet 09.40 û 14.10’an de bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin.

11’ê tîrmehê di saet 12.15 û 13.10’an de bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar hate xistin.

11’ê tîrmehê di saet 23.00’an de mudaxileyî helîkoptera ku dixwest li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar dakeve, hate kirin.

11’ê tîrmehê bi çekên nîv otomatîk 5 caran li dagikerên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar, hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin û di çalakiyê de derbe li 2 çeperan hate xistin.

12’ê tîrmehê di saet 05,15, 16.30 û 17.30’an de dema ku dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar ketin nav liv û tevgerê, bi çekên nîv otomatîk hate lêxistin û tevgera dagirkeran hate sekinandin.

12’ê tîrmehê hêzên me mudaxileyî helîkopterên ku dixwestin dakevin Qada Berxwedanê ya Girê Bahar, kirin.

Êrîşên ku artêşa tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî pêk anîn;

11 û 12’ê tîrmehê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM 18 caran bi gazên kîmyewî û 5 caran bi teqemeniyên qedexekirî, hatin bombebarankirin.

Êrîşên ku artêşa tirk a dagirker pêk anîn;

10, 11 û 12’ê tîrmehê qadên Şehîd Şerîf, Kolît, Kendekola û Girê Berbizinê yên herêma Xakurkê 5 caran, qadên Mêranê, Kanî Sarkê, Deşta Kafya, Rêbînê, Zengil, Zêvkê, Yekmalê, Dêreşê, Gûzê û Hefttebax ên herêma Garê 15 caran, Qada Berxwedanê ya Şêlazê ya herêma Metînayê carekê, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 7 caran; bi giştî 28 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

11 û 12’ê tîrmehê Qadên Berxwedanê ya Dergelê û Serê Metîna yên herêma Metînayê û qada Şekîf a herêma Xakurkê bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar