14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe dana nezirkirin de bi navê welatê xwe, ji bo gelê xwe, ji bo mirovatiyê roja biryara berxwedaniyê ya herî giran û bi zehmet dayine. Di nav rêxistina me de rastiya ku herî zêde em niha jî pêwîstiya wê dibînin bi nasnama rêxistinê bûyina mirov, bi nasnama rêxistinê bûyina artêş, bi nasnama rêxistinê xwe bi jiyankirine. Ger em bibêjin wan bi vê berxwedaniya herî mezin ne tenê serkeftin di rastiyê de hemû gavên erênî di kesayeta xwe de bi berxwedaniya qehremantî ya herî mezin bi awayekî zelal dan eşkerekirin em ê vê yekê hîn baştir bînin ziman.
Ger em dixwazin rêxistinekê, gelekî bi nirxînin, bi pîvin, yek ji rêgezên herî bingehîn, ji dema borî re çiqas rêz digre, çiqas firsenda jiyanê ji egîdî û wateyan re nas dike an jî çiqas ji bîr dike. Di van rêgezan de ev yek tê nirxandin. Çi bê êş e dema em li rasiya gelê xwe dinêrin, gelekî bê hafiza û em behsa hafizaya gelekî ji zûve hatiye wenda kirin dikin.
Gelê me, dijmin çiqas wî bikuje, qirkirinê çêbike, bêjin ji me re cejn e, ew qas bêhtir xwe dikiyê û di vî şerî de wêrekiyê mezin dike. Va yeka ji bo me ye, jiyan di vir de ye, dijmin bêçare ye. Gelekî wiha rabûye, partiyeke wiha pêşengtiyê dike, şervanên wiha şer dikin, dijmin li hember wan çibike wê nikaribe. Dîsa bixwaze wekê berê xwînxwarîyê bike, lê belê her roj li paş dikeve. Tu çiqas xwe bike yek, bişidîne bi ser de here tu ew qasî wî li paş dixî û di demeke kin de jî mirov ji vî welatî vî dijminî derxe. Wê çaxê tê bêje ev jîyana rast e, serxwebûn û azadî heqîqeta mirov e, mirovê bi şeref e. Ev ji bo we ye jî û me xwe gihandiyê, me xwe gihande jiyana xwe. Karê partiyê, karê serokatiyê heta niha ev bû. Dîsa em bi karê xwe bixwe digihînin, em xwe winda nekin, ne xwe giran bikin, ne jî pir acele bikin. Di cih de bi çi awahî divê, em gava wiha bavêjin, usûl çi ye em wiha bi ser de diçin. Li ciyê ku mirin tê xwestin herkes ji bo mirine amade ye, di cih de lêxistin tê xwestin, lê dixin, çi tê xwestin, wî dikin, biserdixin. Va ye usûla PKK’ê, jiyana PKK’ê ye. Di afirandina kesayet de hêmana herî girîng: li hember bûyer û diyardeya bi xeleka berxwedaniya ku li dij derdikeve û bi taybet bi vê dijderketinê hêza vîn û zanebûna ku derdixe holê ye. Bêguman hincetên dijderketinê gelek girîng e. Bawerî dixwaze. Egîdî dixwaze. Hêrs û keda mezin dixwaze. Hûn çima ewqas mirîne? Çima hêrsa we lewaze? Keda we lewaze? Ev e eşkere îfada xwe di kesayeta binkeftîde dibîne. Piraniya we wisa ye. Gelo hûn dizanin ev e çiqas mirov bi qehir dike? Li hember vê yekê wek gundiyekî bertek dana diyarkirin jî, ji xwe nayê pejirandin.
Ma em naxwazin hûn bijîn? Belê, ji xwe em dixwazin. Ev şerê mezin ji bo jiyanê ye. Lê belê çawa? Em di dîtina bersivdana hevoka de zehmetî dibînin. An jî giran axaftin ne layiqe. Êşên mezin di derbarê vê çerçervê de zêdetir hîndarin. Kesayetên ku ev êş jiyane di rastî de, dijderketina ku bi awayekî MUKEMMEL pêş dixin ji bo di her astê de amadekirin pêwîst dike. Lê belê firsend nabîne. Nabe terzê ku can dikşîne. Di be ku ji derfet û bingehan bêparin. Lê çi heye ku ji vê dijderketina gelek mezin pêk anînê jî xwe dûr naxe. Ev yek bi serê xwe trajediyeke. Ev rewşa ku em jêre dibêjin matmayînê dijî. Di nav rêxistina me de rewşa ku herî zêde tê jiyîn jî, rewş ev e. Rewşa me bi giranî wisa ye. An terzê jiyana binkeftî û têkoşeriya wê, an jî şoreşgeriyeke ji trajediya re vekirî! Ne gengaze ku ev yek ji aliyê me de were pejirandin. Lê belê ev rastiya ku tê jiyîn.
Di berxwedaniya zindanan de gava 14’ê Tîrmehê, wek biryardayina rojiya mirinê tê bibîranîn. Ev biryar pêwîst e were nirxandin. Di heman demê de ev erkeke cidî ye. Ev biryar, bi qasî dext û dagirkeriya li ser gel a bê şeref wêdetir, em li hemberî dema komkujiya gelan bi dest bigirin, heta bi dest girtin û armanca xwedîderketina nasname û dîroka xwe, cardin li hember kesayet bi her awahî nêzîkatiyên derveyî mirovahî, ew dextên ku di hat xwestin navê xwe bi xwe înkar bikin, hêrsa li hember êşkenceyên bê eman bi her alî ve ev biryar pêwîst e li ber çavan were girtin.
Biryara berxwedaniya 21 Adarê! Tê gotin ‘Ger em jiyanê nezir bikin em dikarin mirovahî, gel, nasname û heta wek kesayet xwe û şerefa xwe rizgar bikin. Derveyî vê yekê çi şêweyekî din ne mimkin e. Derveyî vê yekê çi şêweyê çalakiya tuneye.’ Bi îhtîmalekî mezin jî ev rast e. Bi rastî jî di wan şertan de çi şêweyekî dîn nîne. Ji bo jiyanê, ji bo şerefê, ji bo dev jê bernedana hindek nirxan ger bijîn bi van jiyabe ya ku pêwîst e were kirin bedelên wê yê can daxistina holê.
Vana di vê demê de bi sedan kes dikarin bikin lê belê ji bo wê demê şert û merc gelek cuda bûn. Ev çalakî bêguman di nav şert û mercên xwe bi xwe de pêwîst e were nirxandin.
Me rêheval: Mazlûm, Kemal, Xeyrî, Akîf baş nas dikir. Gelek baş dizanîn bibin rêheval. Ew biryar nîşaneya vê ya herî mezin e. Lê belê cardin Xeyrî di gotinên xwe yên dawiyê de behsa deyndar çûyînê dike. Ne wê baweriyê de ne ku gelek tiştên mezin kirine. Nêzîkatiyeke Kemal jî wek wî heye. Dibêje ‘ev şerê gel wê bighêje serkeftinê’. Lê belê ji bo kêm keddayînê jî di nav qehreke gelek mezin de ye.
Wê demê aliyekî vê biryarê yê herî girîg dev jê bernedana têkoşînê û bedelên vê yê candayînê ye. Aliyê wê yê erênî ev e. Aliyeke din ê neyênî ku em bi nirxînin û tenê nikarin bikin malê wan jî di encama gelek kêmmayînê de ye. Gelê welat lewaz e û faşîst ji vê rastiyê cesaret digirin. Raya giştî ya navnetewetî lewaze, partî lewaze, girseya girtîgehan lewaze, şêweya berxwedaniya wê demê gelek û gelek lewaze. Li gor me pêwîst bû mirovan xwe bi vê şêweyê nezir bikirana. Ev e dibe kefareta wan lewaziyan. Waye aliyên ku em dibêjin pêwîst e were dîtin lê belê yên ku kêm maye ev aliye. Ev yêk jî tenê bi wan ve nayê girêdan. Wan canê xwe û xwe danîna holê, ev yek xwestin derbas bikin lê belê cardin xwe deyndar îlan kirin. ji bo derbaskirina van eve dibin ispat. Dibêjin ‘em bi vî awahî çûn lê belê pêdiviyên vê pêwîst e werin temam kirin’. Aliyeke din vê biryarê jî ev e. Kî di kare vê kêmasiyê bigire? Derveyî vê yekê ev dibe xwekuştin û şoreşger jî xwe nakujin. Ger ev xwekuştin neyê derbas kirin ev pêşveçûn ê bi domin. Wê demê bersiva vê yekê, ji yên mayî re dimîne û dibe mesela bi namûsbûnê.
Ev şehîdên me bi van berxwedaniyên xwe em jî xistin bin barekî giran. Ev di wateyekê de hêrseke li hemberî meye jî. Ger mirovahiyeke, rêxistin û gelek em xistine nav şert û mercên ewqasî lewaz û di nav wateya ne jiyanê de hiştine wan li hember vê yekê gotin ‘em bi vê protestoya xwe bersiv didin’ û çalakiya xwe pêk anîn. Peyama ji bo yên mayî û aliyê vê peyamê yên din jî ev e.
Ji vê peyamê, ji vê bîranînê encama ku derdikeve eve: temamkirina yên ku hiştine. Pekî em ê çi temam bikin? Ev jiyana di bin şertên ku nayê jiyîn veguherînin warê jiyînê, ev çalakî tê wateya vê yekê, li hember dexta faşîst bi sekinin an jî ji holê rakin. Nezanî heye, ev çalakî tê wateya rakirina vê yekê. Rêxistin lewaze, ev çalakî tê wateya bi hêz kirina vê yekê. Tê wateya seknandin ali hember meşa faşîzmê. Vayê encamê girîng ên ji van çalakiya werin girtin ev in.
Berxwedaniya 14’ê Tîrmehê, encax bi serkeftinên bê navber yên şoreşgerî heta dawiyê bi serkeftinê mûmkun e.