PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Restellini: Pêwîste CPT daxuyanî bide

Dr. Jean-Pierre Restellini ku sê caran çûbû Îmraliyê, anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê nayê qebûlkirin û got, pêwîste CPT der barê Tirkiyeyê de daxuyaniyekê bide yan jî divê ji bo organîzekirina serdaneke nû ya li Îmraliyê bifikire.

25 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nav şert û mercên tecrîdeke giran de tê ragirtin û bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Dewleta tirk tevî ku di platformên navneteweyî de hewl bide cezayên ‘dîsîplînê’ û qedexeya hevdîtina bi parêzer û malbatê re hincetan bibîne û bi zorê rave bike jî, pisporên mijarê destnîşan dikin ku tecrîda li Îmraliyê binpêkirina hiqûqê ye.

Komîteya Pêşî Girtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) jî li hemberî bêhiqûqiya li Îmraliyê ku ji aliyê dewleta tirk ve tê pêkanîn, bêdengiya xwe didomîne û bi vî rengî dibe hevkarê tecrîdê.

Endamê CPT yê berê Dr. Jean-Pierre Restellini der barê mijarê de axivî û diyar kir ku li gorî pîvanên CPT’yê tecrîda girankirî nayê qebûlkirin û got, “Ji Îmraliyê bêhtirî 40 meh in agahî nayê girtin, ev yek pirsgirêkek cidî nîşan dide. Divê qet nebe CPT der barê serdana xwe ya dawî de nêrînên xwe parve bike û dewlet jî bersivek bide. Lê rayedarên tirk bersivê nadin. Li gorî peymanê heta dewlet daxuyaniyek nede, CPT jî nikare rapora xwe parve bike. Stratejiyek zehmet e lê dewletên berpirsyar rêbazeke wiha diyar kirine. Min berê jî gotibû, hin welat dibe ku demeke dirêj ango çend sal jî bersiv nedin.”

Restellini, destnîşan kir ku astengkirina hevdîtina ligel parêzer û malbatê û qutkirina têkiliyê rewşeke ku nayê qebûlkirine û wiha domand: “Ji bo ku agahiyek ji Abdullah Ocalan neyê girtin, dewleta tirk her rêbazê diceribîne. Em nizanin ka Abdullah Ocalan bi her sê girtiyên din re diaxive yan na. Ev rewşeke bi fikar e, teqez. Hûn jî bi qasî min dizanin ku Tirkiye dixwaze Ocalan ‘bixeniqîne’ û ji bo pêşî li têkiliyên wî bigire her tişt dike. Ji bo agahiyek neçe derve hevdîtina bi her sê girtiyên din re jî tê astengkirin. Ji bo pêşî li vê bigirin, girtiyên din jî tecrîd dikin. Bêguman ev yek nayê qebûlkirin. Bi ya min her kes di vê mijarê de hemfikir e.”

Restellini, anî ziman ku tecrîda girankirî rê li ber pirsgirêkên tenduristiyê yên giran vedike û wiha axivî: “Ji ber ku hin girtî bi tenê dimînin û têkiliya wan bi temamî tê qutkirin, bi dîwaran re dipeyvin. Ez hin girtî dizanim, ji bo parastina eqilê xwe vê yekê neçar dikin. Ev merheleya hilweşîna psîkiyatrî ye. Di pêvajoyên piştî wê de ji xwe pirsgirêkên giran ên tenduristiyê dertên holê. Tecrîda mutleq divê neyê pêkanîn. Qet nebe divê bi malbat û parêzeran re têkilî were danîn. Weke pîvan divê têkilî bi parêzeran re were mîsogerkirin. Lê belê eger bi hefteyan, bi mehan, bi salan li hucreyê bi tenê bê ragirtin û hevdîtin bi parêzeran re nebe, teqez rewşeke ku bê pejirandin nîne. Bi gotineke din, divê tecrîda mutleq bi tu awayî neyê pêkanîn.”

Jean-Pîerre Restellini got: “Wekî me behs kir, tiştê divê nû bê kirin li ser helwesta Tirkiyeyê daxuyaniyekê bê bidin. Ez ê bi hempîşeyên xwe yên li CPT’yê re jî biaxivim. Divê der barê serdana dawiyê de daxuyaniyek bê dayîn. Ev helwesta Tirkiyeyê di encamê de binpêkirina xebatên CPT’yê ye. Dikarin daxuyaniyek wiha bidin û bibêjin ‘Em nikarin rapora dawî ya Îmraliyê ji raya giştî re ragihînin, ji ber ku tu bersiv ji hikûmeta tirk nehatiye dayîn’.”

Restellini, di dawiyê de anî ziman ku CPT dikare ji bo rewşa Abdullah Ocalan careke din biçe serdana Îmraliyê û got, “CPT dikare serdaneke nû organîze bike. Ev jî dikare bibe çareseriyek nû. Eger ez bi xwe bûma, min tercîh dikir ku rewşê careke din bi çavên xwe bibînim. Girîng e daxwaza weşandina rapora dawî bê kirin. Lê belê ji xwe ev demeke derbas bûye û em rewşa heyî nizanin. Ji bo serdaneke nû çûyîna Îmraliyê wê baştir be.”

* Jean-Pierre Restellini kî ye?

Jean-Pierre Retellini doktor û Hiqûqnasê Swîsreyî ku zêdetirî 30 salan di Komîteya Ewropa ya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê de wek pispor xebitî. Retellini ku demeke dirêj Serokê Daîreya Tibê ya Girtîgehên Cenevreyê kir, di navbera salên 2009-2015’an de jî di heman demê de bi xebatên xwe yên di nava CPT’yê de Serokatiya Komîsyona Neteweyî ya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Swîsreyê jî kir.

Jean-Pierre Retellini ku di nava CPT’yê de bi sedan girtîgehên cîhanê ku di serî de Girtîgeha Îmraliyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de dîl tê girtin ziyaret kir, pirtûkek bi navê “Rojnivîskên Rêwîtiya Bijîşkekî ku li girtîgehên Ewropayê çavdêriya tenduristiyê dikir” jî heye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar