Êrîşên dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin didomin. Li herêmê şer û pevçûn jî didomin. Hat diyarkirin ku li qadên şer û pevçûn lê hene Yarbayê Peyade Abdûllah Cem Demîrkan hatiye kuştin. Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Dadê ve hat weşandin de hat ragihandin ku Demîrkan ê bi giranî birîndar bûye di 19’ê tîrmehê de mirî ye.