Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Navçeya Navendî ya Semsûrê Yûsûf Ozperçîn bi îdiayên “propagandaya rêxistinê” û “li dijî dewletê daxuyanî daye” hat binçavkirin. Ozperçîn ê nîvro ji mala xwe hat binçavkirin, piştî îfadeya midûriyeta polîsan sewqî edliyeyê hate kirin.
Tê payîn ku li dozgeriyê îfadeya Ozperçîn bê wergirtin.