Rêberê Gelan Abdullah Ocalan zêdetirî 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û zêdetirî 40 meh in jî tu agahî jê nayên girtin. Li dijî vê derhiqûqtiyê tenê Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) dikare biçe Îmraliyê lê bêdengiya xwe didomîne. Di serî de parêzerên Abdullah Ocalan, gelek derdorên cuda yên neteweyî û navneteweyî têkildarî Îmraliyê serlêdan kirin lê CPT’ê tevek jî bêbersiv hişt û tenê got: “Em mijarê ji nêz ve dişopînin.” Heta niha tu daxuyanî neda û raporên serdanê jî parve nekir.
CPT a ku gelek rexne lê tên kirin, têkildarî mijarê pirsên Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) bersivand lê roportaja rûbirû red kir. Cîgirê Serokê CPT’ê Hans Wolff ku di nava şandeya herî dawî çûbû Îmraliyê de cih girtibû yan jî rayedarên din ên CPT’ê, daxwaza hevdîtinê ya di 9’ê tîrmehê de bi hinceta “Rapora têkildarî serdana dawî ya li Îmraliyê nehatiye weşandin lewma dê hevdîtineke wiha pêk neyê.” red kir. Lê li ser israrê qebûl kir ku pirsan bi nivîskî bibersivîne.
Pirsên ji Sekreterê Rêveberiya CPT’yê Hugh Chetwynd hatine kirin û bersivên wî wiha ne:
* Herî dawî di îlona 2022’yan de CPT’ê serdana girtîgeha Îmraliyê kir, gelo tenê ji ber ku Tirkiyeyê erê nekiriye, rapora xwe hîna naweşîne?
Peymana ku CPT ava kirî li ser esasê du bingehan e; hevkarî û nepenî. Weke encam, CPT tenê dikare bi destûra dewleta din raporê biweşîne.
* Agahî ji girtiyên li Îmraliyê nayê wergirtin û ev yek li raya giştî bûye sedemê fikarên kûr. Gelo CPT li ser vê yekê dixebite?
Komîte diyalogê bi rayedarên tirk re didomîne lê ev diyalog veşartî ye. Bi vê yekê re mîna serdanên di sala 2019’an û beriya wê de, şandeyê tu îdia ne wergirtine ku rayedarên girtîgehê muameleyeke xirab li girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê dike. Berevajî, hemû girtiyan diyar kiriye ku personel bi rengekî guncaw li hemberî wan tevdigerin.
* Li hemberî agahî negirtinê, gelo CPT dîsa plan dike ku serdana Girtîgeha Îmraliyê bike?
CPT’ê di salên 1999, 2001, 2003, 2007, 2010, 2013, 2016, 2019 û 2022’yan de, bi giştî 9 caran û di her carê de di çarçoveya ‘xweser’ de serdana Îmraliyê kiriye. CPT heke pêdivî pê bibîne, dibe biryar bide ku serdaneke nû li Îmraliyê bike.
* Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û sê girtiyên din, balê dikişînin ku zêdeyî 3 sal in bi awayî peywendî bi girtiyên li Îmraliyê re nehatiye danîn. Gelo agahiya CPT’ê ji vê tecrîda mutlaq heye? Li dijî vê yekê çi dike?
CPT rewşa Abdullah Ocalan û sê girtiyên din, pir ji nêz ve dişopîne. Ji xeynî diyaloga ku bi rayedarên neteweyî re dewam dike, CPT bi rengekî rêkûpêk bi parêzerên Abdullah Ocalan re jî di nava peywendiyê de ye.
* Gelo girtiyên li Îmraliyê di bin tecrîdeke mutlaq de ne?
CPT’ê di rapora xwe ya serdanê ya 2019’an de diyar kiriye ku hemû girtî piranî car di bin îzolasyonê de tên ragirtin (Yanî dawiyên hefteyê rojê 24 saet jî di nav de, di hefteyê de ji 168 saetan 159 saet). Li gorî CPT’ê rewşeke wiha nayê qebûlkirin.
* Girtî demek dirêje ji mafê hevdîtina bi malbat û parêzeran re bêpar tên hiştin, CPT a ku li dijî îşkence û muameleya xirab têdikoşe, vê rewşê çawa dinirxîne? Gelo ma ev ne binpêkirina peymanê ye?
Peywendiya girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê ya bi cîhana derve re, her tim di navbera CPT û rayedarên tirk de bûye mijara diyalogek zêde û demdirêj. CPT’ê gelek caran diyar kiriye ku astengkirina serdanên parêzer û endamên malbatê, nayê qebûlkirin û ev yek bi eşkere binpêkirina standart û peymanên mafên mirovan ên navneteweyî ye. CPT’ê ev yek gelek caran di diyalogên xwe yên bi rayedaran re aniye ziman.
* CPT, di raporên xwe yên berê de ji bo başkirina şert û mercên Girtîgeha Îmraliyê gelek pêşniyar li rayedarên tirk kiribûn. Gelo Tirkiye têkildar van pêşniyarên CPT’ê, bi baldarî tevgeriya?
CPT bi sîstematîk ji rayedarên neteweyî yên dewletê, daxwaz dike ku bersivê bide raporên jê re hatine şandin. Di vê bersivdanê de ji bo xisûsên ku ketine rojevê bên nirxandin, divê tedbîrên ku ji aliyê hikûmetê ve hatine girtin bên diyarkirin. Bersiva ku hikûmeta tirk ji pêşniyarên di rapora 2019’an de hatî diyarkirin re dayî, di malpera înternetê ya komîteyê de heye. Ji derveyî agahiyên bersiva rayedaran, tu agahiyên din nayên weşandin.
* CPT berî demeke kurt li hemberî Azerbaycanê (Li gorî madeya 10 (2) a peymanê) daxuyanî da raya giştî. Gelo armanca CPT’ê heye ku daxuyaniyeke wiha ji bo Tirkiyeyê jî bide?
Bê bersiv hat hiştin…
* Min berê roportaj kir, serokên berê yên CPT’ê Mauro Palma û Marc Neve ku gelek caran serdana Îmraliyê kirine, gotine ku Îmralî ji bo girtîgehê ne cihekî guncav e û destnîşan kirine ku CPT dikare li hemberî şert û mercên ku Abdullah Ocalan di nav de ye, rolekî hîn çalaktir bilîze. Li Girtîgeha Giravê ya Îmraliyê bê navber bi hincetên cuda hevdîtina bi parêzeran re tê astengkirin. Gelo li gorî CPT’ê Îmralî ji bo girtîgeheke ceza û înfazê guncav e? Gelo CPT difikire ku li hemberî şert û mercên ku Abdullah Ocalan di nav de ye, rolekî hîn çalaktir bilîze?
Bê bersiv hat hiştin…