Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Şaredarî û pirzimanî

Şaredarî saziyên xizmetê ne. xizmetên şaredariyan jî, ji  pêdiviyên gel ên  civakî yên wekî çand, ziman, paqijî, av, rê û hwd. pêk tên.

Heke şaredarî van xizmetan li ser bingeha rastiyê pêşkeşî gel bikin divê ev xizmet li gorî dil û daxwaza gel bin.

Ji bo ku şaredarî bikaribin xizmeteke hêja pêşkeşi gel bikin, divê têkiliya bi gel re jî xurt be.

Şaredarî saziyên xizmetê ne û di heman demê ji bo gelên herêmê dibistanên demkrasiyê ne. Ji bo xurtbûna rêveberiyên herêmî pêdiviyeke mezin bi alîkariya Şaredariyan heye. Şaredariyên ku armanc û pêşbîniya wan a xurtkirina rêveberiyên herêmî hene, dikarin Şaredariyan li gorî xizmeta gel bixebitînin û bixin xizmeta gel.

Di pêkanîna vê xizmetê de, divê bi awayekî zanistî pêdiviyên gel ên civakî û çandî bên tespîtkirin û şaredarî li gorî encamên van lêkolînan xebatên xwe bimeşînin û pêşkêşî gel bikin.

Ji bo xizmeteke baş, pêdivî bi têkiliyeke xurt a bi gel re heye. Armanca di rêveberiyên herêmî de têkiliya bi gel re; lêkolîn û berhevkirina agahiyan, gihîştina encaman, bi xistina meriyetê û veguherandina hilberînê ya van encaman, watedarkirin û tacîdarkirina xebat û xizmetan e.

Di pêvajoya têkiliyan de divê amûrên herî rast û guncan werin bikaranîn. Bi zimanê  ku piraniya gel di jiyana xwe ya rojane de bikar tîne, dikarin peyamên xurt  û pêwist ji bo gel bên dayin. Ji bo ku peyam rasterast bigihîjin gel, divê van peyaman bi hêma û nîşaneyên hevpar ên gel û şaredariyan bên dayin.

Di vê rewşê de jî amûrê herî guncan û hevpar ziman e. Heke şaredarî bixwazin xizmetên xwe bi awayekî zelal bi gel bidin zanîn, divê ew jî zimanê gel bikar bînin. Dema ku ev pêk were, şaredarî dikarin  xizmetên ku pêşkêşî gel dikin, bi gel bidin fêmkirin û encameke erênî û sûdewer ji van xizmetan derînin.

Loma jî divê şaredarî di hemû kar û xebatên xwe de, rêjeya zimanê ku gel bikar tîne, li ber çavan bigirin û xizmetên xwe bi zimanê gelê wê herême, wî bajarî û wê navçeyê pêşkêşî gel bikin.

Bi vê armancê li Amedê di serdema 2004-2009’an a rêveberiyên herêmî de, cara  yekem şaredariya Sûr’ê bi meclisa xwe re biryara “Şaredarîvaniya pirzimanî” dabû.

Meclisa şaredariya Sûrê, ku şaredariyan wekî parçeyekî demokrasiyê didît, di nava sînorên şaredariya xwe de, ji bo lêkolînê bi şêniyên navçeya re rapirsînekê dabû kirin. Armanca bingehîn a vê rapirsînê, derxistina nexşeya civakî ya gelê 16 taxên navçeya Sûrê bû.

Bi vê armancê di nava pirsan de pirsa herî balkêş û giring jî “hûn di jiyana xwe ya rojane de bi kîjan zimanî daixivin”? bû.

Di encama vê lêkolîna berfireh de derketibû holê ku rêjeya axaftina zimanê rojane ya şêniyên navçeya Sûrê, ji sedî 72 bi kurdî (kurmancî), ji sedî 24 bi tirkî,(ku piraniya wan kurdên di nava jiyana barêj de hatine pişaftin in) ji sedî 1 erebî û ji sedî 3 jî, bi kirmancî (zaravayê kurdî), suryanî û ermenî ye.

Vê encamê di heman demê de, pirnasnameyî, pirzimanî û piroliya navçeya Sûrê jî derxist holê. Wê biryara ku meclisa Şaredariya Sûrê girtibû, ji aliyê gel ve erênî hatibû dîtin.

Di encama dîtina van rastiyan de meclisê biryara di hemû xebat û xizmetên Şaredariyê de Pirzimaniyê girtibû. Piştî vê biryarê, Şaredariyê xebat û xizmetên xwe bi zimanê gel meşandibû û bi vê biryarê di hemû beşen şaredariyê de pêşketin çêkiribû û bibû sedema kêfxweşiya gelê Sûrê.

Ji ber ku Şaredariya Sûrê biryara pirzimaniyê girtibû û şaredariyên din jî piştgirî nedabû û şaredariya Şûrê bi tenê mabû, ligel meclisa xwe, bi biryara dadgeha dilind  a skandal, hatibû fesihkirin û şaredarî ji aliyê dewletê û hikumeta AKP’ê ve hatibû desteserkirin.

Ev jî bi me dide fêmkirin ku biryara şaredariya Sûrê biryareke demokratîk û li gorî berjewendiyên gelên kurdistanî bû loma rastî êrîşên dewletê hat û bi hincetên bêbingeh hat fesihkirin.

Şaredariya Sûrê, ji bo ku nêrîna gel a di derbarê biryara şaredarîvaniya pirzimanî de bi zelalî fêm bike, ji şêniyên navçeya Sûrê pirsa; “hûn biryara pirzimanî ya ku meclisa Şaredariyê daye çawa dibînin, piştgirî didin vê biryarê yan na?” kiriye. Kesên ku ev pirs ji wan hatiye kirin, ji sedî 89,9’an bersiva “Em erênî dibînin û piştgirî didinê” dane.

Ev biryara ku bi armanca xizmeteke rastîn hatiye dayin, ji bo xebat û xizmeteke hêja û li gorî dil û daxwaza gel, pêwistî pê heye ku di vê demê de bibe biryara hevpar a hemû şaredariyên ku ji destê Kayûm’ên talanker hatin derxistin.

Êdî baş hatiye fêmkirin ku bi nedîtina rastiya gel, tu xizmet ji bo gel nikare were kirin.

Bi rêbazên zanistî rêvebirina şaredariyan tenê ne peywira hemû Şaredarên bajar û navçeyên kurdan, peywira hemû hevşaredarên DEM Partiyê ye. Ji bo xwedîderketin, piştgirî û berdewamiya biryarên bi vî rengî, pêdivî pê heye şaredariyên bi dengê gelê kurd, bi feraseta neteweya demokratîk hetine bidestxistin, bi biryarên meclisên xwe, hemû xebatên xwe bi zimanê gel bimeşînin.

Van biryaran, dê hem sekn û helwesta şaredariyan a li gorî daxwaza gelên herêmê diyar bikin, hem bibin pîvana dilsozî û girêdana şaredariyan û hem jî dê helwesta dewletê ya di derbarê  pirsgirêka kurd û zimanê kurdî de deşifre bikin, bidin zelalkirin, bipîvin û li ber çavên raya giştî raxin.

Ji ber vê sedemê, divê hemû şaredariyên gel biryara di rêveberiyên herêmî de pirzimanî ji xwe re bikin armanc û vê armancê di hemû xebat û xizmetên xwe yên rêveberiyên herêmî de bixin meriyetê.

Ango bi zimanê gel biaxivin, xebatên xwe bi zimanê gel bimeşînin û xizmetên xwe bi zimanê gel pêşkêşî gel bikin.

Nûçeyên Têkildar