PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Pazar - 24 Kasım 2024

Senatorê fransî serlêdana hevdîtina bi Rêber Apo re kir

Senatorê fransî Pascal Savoldelli ji bo hevdîtinê bi Rêber Apo re bike serî li Wezareta Dadê da û ev daxwaz kir: “Ez dixwazim ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re destûrên pêwîst bên dayîn.”

Senatorê Partiya Komunist a Komara Fransayê Pascal Savoldelli ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re ji Wezareta Dadê re name şand. Savoldelli, di nameya xwe de bal kişand ser peymanên navneteweyî û xwest di vê mijarê de destûrên fermî bên dayîn.

Nameya Savoldelli ji wezaretê re şandî wiha ye: “Ji bo bala we bikişînim ser rewşa Abdullah Ocalan ku ev 25 sal in li Tirkiyeyê girtî ye, weke Senatorê Komara Fransayê ji we re dinivîsim. Weke ku hûn jî dizanin, Abdullah Ocalan di sala 1999’an de hate girtin û ji wê rojê ve li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin. Raporên saziyên parastvanên mafên mirovan dibêjin ku di mijara mafên serdan û têkilîdanînê yên Ocalan de astengkirinên cidî hene û gelek caran gotin ku ev rewş tê binpêkirina mafên girtiyan ên navneteweyî. Di tevahiya van salan de şert û mercên girtîgehê gelek caran pir hişk hatine pênasekirin û tecrîdên domdirêj çêbûne. Abdullah Ocalan, di muzakereyên aştiyê yên di navbera hikûmeta tirk û kurdan de bûye aktoreke sereke.

Di dema hevdîtinên aştiyê yên ji sala 2013’an ve de Ocalan bi rola navbeynkariyê rabû, banga agirbestê kir û xwest dijminatî were bidawîkirin. Dîsa jî parêzer û malbata wî 5 salan agahî ji Abdullah Ocalan negirtibûn, di adara 2021’ê de li ser telefonê bi endamekî malbata xwe re hevdîtin kir. Ev hevdîtin 4 deqeyan domiya û axaftin hate qutkirin. Ev rewş, têkildarî mafên bingehîn ên Ocalan, bi taybet jî di mijara mafê pêwendîdanîna bi xizm û varîsê qanûnî re fikarên mezin çêdike. Bi navê hiqûqa navneteweyî, ez bi taybet jî di çarçoveya Peymana Têkildarî Mafên Medenî û Siyasî ya Navneteweyî (MSHÎS) û Qeydên Nelson Mandela de derheqê rewşa tenduristî û mercên girtîmayînê yên Abdullah Ocalan de agahiyan daxwaz dikim. Rêzgirtina ji bo mafên mirovan, mafên serdan û pêwendîdanîna bi cîhana derve jî di nav de, rêgezeke sereke ya peymanên navneteweyî ye ku komara Tirkiyeyê jî aliyekê wê ye.

Di heman demê de weke parlamenterek, dixwazim bi Abdullah Ocalan re di mercên ku parêzerên wî jî li wir bin pê re hevdîtinê bikim. Ev hewldan, li gorî nirx û temînatên Peymana Mafên Mirovan e ku Konseya Ewropayê û Tirkiyeyê jî îmze kiriye û di çarçoveya erka min a çavdêrî û teşwîqê de ye. Ez dixwazim ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re destûrên pêwîst bên dayîn. Ji her niha ve ez ji bo eleqedarbûna we ya ji bo vê daxwaza min spas dikim û bi hêviya ku di demeke herî kin de hûn bersiveke erênî bidin min.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar