Li ser parvekirina dîmenên di daweteke li navçeya Misirc a Sêrtê hatin kişandin û li ser medyaya dîjîtal hatin parvekirin de 6 jinên ciwan hatin binçavkirin. Piştî ku dîmen li ser hesabên nijadperest hatin parvekirin li Êlih û Sêrtê bi ser malan de hat girtin. 6 jinên ciwan ên di dîmenan de cih digirin hatin binçavkirin. Ciwanên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Sêrtê.
Walîtiyê îdia kir ku ciwanan “propagandaya rêxistinê” kirine.
Li Mêrsînê jî piştî hedef hatin nîşandan 9 ciwanên hatibûn binçavkirin di 25’ê tîrmehê de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatin girtin.
Heman rewş li navçeya Bazîd a Agiriyê jî qewimî. 6 kesên ku li dawetekê cilên herêmî li xwe kirin û li ber stranên kurdî govend gerandin bi sûcdariya “propagandaya rêxistinê” hatibûn biçavkirin û du re hatin berdan.