Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mifteya azadiya gelan e

Li Helebê bi sedan welatî ji bo şermezarkirina tecrîdê bi dirûşma "Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mifteya pirsgirêkên Rojhilata Navîn û pirsgirêka Kurd e" meşiyan.

Ji bo şermezarkirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakî têne lidarxistin. Di vê çarçoveyê de Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê meşek li dar xist.

Şênî li pêşiya navenda Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê kom bûn, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Jinan hildan û heta taxa Eşrefiye meşiyan.

Li ber çerxerêya Zeytûnê meş rawestiya û veguherî mitingê. Li wir, bi navê Meclisa Jinan û Meclisa Malbatên Şehîdan hevseroka Mala Êzidî ya Helebê Rûşîn Mûsa û endama Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Ewaş Çawîş axivîn.

Her du axêveran destnîşan kir ku desthilata tirk siyaseta înkarkirin û tecrîdê didomîne da ku nehêle parêzer û malbat Rêber Abdullah Ocalan bibînin.

Her wiha diyar kir ku dewleta tirk bi cezayên dîspilînê pîvan û qanûnên navneteweyê binpê dike.

Her duyan projeya Rêber Apo bi projeyeke demokratîk wesifand ku mifteya çareserkirina pirsgirêkên li herêmê û cîhanê ye.

Di dawiyê de her duyan “xiyaneta malbata Barzanî” û hevkariya wê bi dewleta Tirk re di şerê li dijî gerîla li Başûrê Kurdistanê şermezar kir û anî ziman ku ev hevkarî berdewama komploya navneteweyî ya li dijî ramanên Rêber Abdullah Ocalan e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar