Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Îsmaîl Heniyye li Tehranê hat kuştin

Tevgera Hemasê ragihand ku Îsmaîl Heniyye di encama êrîşa Îsraîlê de li Tehranê hat kuştin.

Tevgerê têkildarî kuştina Îsmaîl Heniyye daxuyaniyek da û aşkera kir ku Heniye di “êrişeke Îsraîlê de li dijî avahiya lê dima li Tehranê” hatiye kuştin.

Pasdarên Îranê ragihandibû ku rêveber tevgera Hemasê Îsmaîl Heniyye û parêzvanekî wî li Tehranê hatine kuştine.

Pasdarên Îranê têkildarî mijarê daxuyaniyek li malpera xwe parve kiribû û gotibû: “Avahiya serokê nivîsgeha siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniyye lê dima li Tehranê hate topbarankirin. Di encamê de Heniye û parêzvanekî wî şehîd bûne.”

Heniye sêşemê gihaştibû Tehranê ji bo ku tev li merasîma erkdarkirina serokê nû Mesûd Pizîşkiyan bibe. Di wê serdanê de bi Pizîşkiyan û Ayatullah Alî Xamînaî re civiyabû.

Televizyona El Eqsa ya girêdayî tevgera Hemasê daxuyaniya endamê nivîsgeha tevgera Hemasê Mûsa Ebû Merzûq parve kir ku “kuştina Heniye, kiryarek tirsonek e û dê bê bersiv nemîne”.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar