Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Jiyan bê parastin nabe

Her zindî û giyanewerek bi parastinê hebûna xwe berdewam dike. Mirov û civak jî ji bo hebûna xwe berdewam bike pêdiviya xwe bi parastinê heye. Mirov ji bo hebûnê pêdivî bi du aliyê parastinê heye. Parastinek madî/fizîkî ye. Parastina din jî manevî ye. Di nava vê parastinê de milê sincî, wijdanî, çandî, ziman û nirxên civakî hene.

Eger îro mirov parastina civakî winda bike, dê sibê parastina fizîkî jî winda bike. Ji bo mirov karibe parastina fizîkî xurt bike û pêş bixe, berî her tiştî divê aliyê xwe yê sincî, wijdanî çandî xurt bike. Ji bo aliyê xwe yê sincî û çandî jî xurt bike, pêdivî bi aliyê hiş û bîrdoziyê heye. Her civak aliyê wê yê sincî û polîtîk heye. Sinc û polîtîk/bîrdozî di aliyê parastina jiyana civakî ne.

Eger her hebûnek jiyaneke wê û her her jiyanek armaneke wê hebe ev armanc bi zanebûn û têgihiştinê pêş dikeve. Eger ew hebûn di firqa armanca jiyana xwe de be, li gorî wê jî xwe bi rêxistin û teşe dike. Milê xwe yê parastinê xurt dike. Çawa ku nebatek ji bo hebûna xwe berdewam bike, tovê xwe yê jiyanê di nava striyan de diparêze, ew strî dibe stare û mertalên hebûnê. Mirov jî ji bo hebûna xwe ya fizîkî biparêze, pêdivî bi parastina manevî(sincî, çandî û pîrdozî) heye. Aliyê pîrdozî dihêle ku ew mirov û civak xwe ji talûkeyên fizîkî, talûkeyên nexweşî, êrîşên sewalan, şert û mercên hewayê biparêze. Dîsa dihêle ji bo debarê têkeve nava lêgerînê û debokirina zexîre/xurekan. Ji bo vê yekê dive aliyê bîrdozî xurt be. Divê baş bizanibe ku çima û çawa dijî. Divê baş zanibe ku dê çawa hebûna xwe ya cewherî berdewam bike. Ji ber ku hebûna cewherî hebûna xwedî nasname û çand e. Hebûna cewherî hebûna xwediyê nirxên sincî û polîtîk e. Hebûna cewherî xwedî hebûna ruhê serhildêr e. Hebûna li dijî koletî û serweriyê ye. Hebûna ku dixwaze xwe bi xwe bi rêve bibe.

Mirov û civakên ku di aliyê civakî de parastina wan xurt be, di aliyê fizîkî de tu hêz nikare wan têk bike. Nirxên ku parastina civakî xurt dike, sincê mirov ê civakî ye. Wicdanê mirov ê civakî ye. Hişê mirov ê civakî ye. Çand û zimanê mirov e. Gelek kes dibe ku li dijî vê tezê derkevin. Lê dema mirov li dîroka neteweyan û civakan dinere, dibîne ku yên ziman, çand û nasnameya xwe ya civakî neparastibin, din ava rûpelên dîrokê de winda bûne.

Îro kurd ji ber ku çand, ziman û nasnameya xwe parastine heta îro hatine. Bi taybetî di 46 salên dawî de piştî PKK bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan li çar parçeyên Kurdistanê belav bû, gelê kurd bêtir li ziman, çand û nasnameya xwe xwedî derket. Bêtir wate da ziman, çand û hunera xwe. Her ku gelê kurd li ziman, çand û nasnameya xwe xwedî derket bêtir xwe bi rêxistin û kok kir. Ji ber vê yekê êrîşên li ser gelê kurd û nirxên kurd jî zêde bûn. Her ku gelê kurd wate da ziman, çand û nasnameya xwe, polîtîkayên şerê taybet ên dewletan jî li ser gelê kurd zêde bûn. Ji ber ku hêzên netew-dewlet û hêzên hemogon dizanin ku ji bo mirov û civakan têxin kontrola xwe berî her tiştî êrîşî aliyê wan ê sincî û polîtîk dikin. Êrîşî çanda wan û hişê wan dikin. Mînaka vê yekê îro li ser gelê kurd bêtir şênber dibe. Li aliyekî Rêber Abdullah Ocalan tecrîd dikin, li aliyê din çand û govenden kurdan qedexe dikin. Zimanê kurdan qedexe dikin. Stenbol, Mêrsîn, Sêrt û Agiriyê gelek ciwanên kurd ji ber govend gerandibûn hatin binçavkirin û girtin.

Li Amed û Wanê polîsan bi fermana waliyan nivîsên kurdî jêbirin û li şûna wan nivîsên nijadperestiyê nivîsandin.

Ev nîşani me dide ku dixwaze mirov û civakan bê çand û bêhiş bilêhe. Ji ber vê yekê li aliyekî tecrîdê kûr dikin, li aliyekî Barzanî, Tirkiye, DAIŞ û NATO bûne yek û li dijî PKK’ê şer dikin, li aliyê din nirxên kurdan ên maddî tune dikin.

Yê li dijî înkar û îmhayê li ber xwe dide gelê kurd e. Ji ber ku piştî tevgera azadiyê û PKK’ê êdî parastina gelê kurd xurt bû. Piştî fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan kurd bêtir li hebûna xwe û jiyana xwe xwedî derketin. Ruhê parastinê pêş xist. Aqilê parastinê pêş xist. Tevgera Azadiyê û Rêber Abdullah Ocalan bi fikra xwe parastina jiyanê pêş xist. Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje jiyan bê parastin û parastin jî bêyî PKK’ê nabe. Parastin bêyî fikrên Rêber Abdullah Ocalan nabe. Ji bo kurd hebûna xwe berdewam bikin divê xwe biparêzin. Ji bo karibin xwe biparêzin divê bêtir li fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xwedî derkevin. Kurd çiqas bi fikr û felsefeya Rêber Ocalan xwe xwedî bikin, dê karibin ew qas parastina xwe jî kurd bikin. Çiqas karibin parastina xwe xurt bikin dê karibin ew qas hebûna xwe û jiyana xwe ji misoger bikin. Misogeriya jiyana kurdan di parastina PKK’ê û Rêber Abdullah Ocalan de veşartî ye.

Nûçeyên Têkildar