Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Kurdistaniyan cezayên darvekirinê şermezar kirin

Li Duisburgê bi çalakiyekî biryarên darvekirinê yên dewleta Îranê hatin protestokirin. Di çalakiyê de peyama, “Şîara Jin, Jiyan, Azadî mezin bikin û darvekirinan rawestînin” hat dayîn.

Di çarçoveya kampanyaya ‘Na ji darvekirinê re, erê ji jiyana azad re’ ji aliyê Meclîsa Jinê ya Şehîd Asya Yuksel ve mitîng hat lidarxistin.

Di mitîngê de biryarên darvekirinê yên dewleta Îranê li ser Şerîfe Mohammed û Pexşan Êzîzî hat protestokirin.

Di axaftinên li ser navê Meclîsa Jinê ya Şehîd Asya Yuksel û PJAK’ê de wiha hate gotin: “Dewleta Îranê ji bo tunekirina ruhê berxwedanê ya serhildana gel ku bi qetilkirina Jîna Emînî destpê kir û civakê bi tirs rêve bibe û teslîm bigire, zextên xwe yên li ser tevahiya civaka Îran û Rojhilat zêde dike. Komara Îslamî ya Îranê înfazên bi erêkirina dewletê û cînayetên organîze jî di nav de teknîkên cur be cur ê zextê bi kar tîne.”

Di daxuyaniyê de ev peyam jî hatin dayîn:

“Ji bo jiyana azad em bang li hemû sazî û dezgehan dikin ku bi awayekî hevgirtî bi hev re bixebitin û têbikoşin. Şîara Jin, Jiyan, Azadî mezin bikin û darvekirinan rawestînin. Armanca me berdana hemû girtiyên siyasî û li dijî cezaya darvekirinê avakirina têkoşîna belavbûyî ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar