Desteya Dadgehê ya Hilbijartinên ser bi Encûmena Bilind ya Dadgeha Iraqê ve girtina 3 partiyên siyasî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê ragihand.
Li gorî daxuyaniyê, Dadweriya Iraqê biryar daye ku Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî), Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê werin girtin.
Li gorî biryara dadweriyê, wê buroyên her sê partiyan werin girtin, bi vê biryarê re dê mal û milkên darayî yên partiyan jî bên desteserkirin.
Encûmena Dadweriyê ragihand ku li gorî madeya 32’an a partiyên siyasî ya sala 2015’an, biryar hatiye derxistin.
Balkêşe ku biryara girtina partiyan bi taybet jî PADÊ ku partiyek ji aliyê êzidiyan bi xwe ve hatiye damezrandin, di 10’emîn salvegera fermana Şengalê de derketiye. Bi vê biryarê carek din tê dîtin ku Iraq bi Tirkiyeyê re hevkariyê dike û li dijî Şengalê di nava plan û projeyên nû de ye.