PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

NPG’ê şervan û fermandarên li Girê Bahar û Sergelê pîroz kir

NPG'ê fermandar û şervanên li Qadên Berxwedanê yên Sergelê û Girê Baharê pîroz kir. NPG'ê bal kişand ser çalakiyên meha dawî û xistina du helîkopteran û hêza gerîla ji ber van çalakiyan pîroz kir.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) peyamek pîrozbahiyê ji şervan û fermandarên li Qada Berxwedanê ya Sergelê û Girê Bahar re şand.

Peyama NPG’ê bi vî rengî ye: “Ji 3’ê tîrmehê û vir ve li Qadên Berxwedanê yên Sergelê û Girê Bahar êrîşeke nû ya dagirkeriyê tê kirin. Di nava meha derbasbûyî de li hemberî êrîşên hewayî û bejahî yên artêşa dagirker, di asteke girîng de bersiv hat dayin û çalakiyên xurt hatin kirin. Li gel çalakiyên îmhakirina vînç û wesayitên zirxî, lêdana li wesayitên leşkerî û hêzên teqwiye yên dagirkeran, bi taktîkên afirîner 10’ê tîrmehê û 16’ê tîrmehê 2 helîkopterên Skorsky ên artêşa tirk hatin xistin. Ev çalakiyên ku encamgiriya rêbaza şerê bi tîmê pispor ê dema nû raxist pêş çavan, derbên giran li artêşa tirk a dagirker xistin.

Di êvara 6’ê tebaxê de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar yekîneyeke dagirker destpêkê hat kontrolkirin, piştre bi tîmên gerîla yên koordîneyî li qadê kemîn li pêşiyê hat danîn û bi çalakiyeke bi bandor derba giran lê hat xistin. Di vê çalakiyê de 14 dagirker hatin cezakirin ku fremandarê bi paye yê yekîneya dagirker jî di nav de bû û 5 dagirker bi giranî birîndar bûn, bi vî rengî yekîneya dagirker hat tasfiyekirin. Vê çalakiya serketî careke din nîşan da ku dema taktîkên gerîla yên dema nû û rêbaza şer a bi tîmê pispor bi rengekî rast bi cih hat anîn wê di kîjan astê de encamê werbigire. Ev çalakî ji bo silavkirina salvegera 40’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê hate kirin ku fermandarê me yê mezin pêşengî ji pêngavê re kiribû. Lewma ev çalakiya me ya serketî hîn bi wate bûye.

Di çalakiyên pêvajoya şer a meha dawî de 2 helîkopter hatin xistin. Hemû yekîne û tîmên pispor ên ku di çalakiyên dawî de keda xwe hebû, ji ber serketina wan pîroz dikin. Di van rojên salvegera Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê de em di wê baweriyê de ne bi ruhê fedaî yê Egîdan û rêbaza serketin wê serketinên hîn mezin bêne bidestxistin. Li ser vê bingehê hevrêyan hemûyan bi hestên şoreşgerî silav dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar