Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

‘We berjewendiyên xwe danîn pêşiya yên gelê kurd’

Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî bal kişand ser rola PDK’ê ya di şer de û wiha got: “Em jin bang li PDK’ê dikin; we berjewendiyên xwe yên malbatî danîn pêşiya berjewendiyên gelê kurd. Dê welatparêzên Kurdistanê vê qebûl nekin û emrê we yê li ser îktîdarê dê bi qasî hûn texmîn dikin kêmtir be.”

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçecî, têkildarî geşedanên di rojevê de li buroya şêwirmendiyê ya partiya xwe daxuyanî da. Bahçecî, diyar kir ku li Tirkiye, Rojhilata Navîn û gelek deverên cîhanê dorpêçeke tundiyê heye û wiha got: “Modernîteya kapîtalîst a di krîzê de, li dijî xweza, zindî û hemû kesên ji bo maf têdikoşin şer daye destpêkirin.”

Bahçecî, diyar kir ku pergala mêr-serdest hewl dide tundiya li dijî jinan weke tiştekî xwezayî nîşan bide û wiha got: “Sedema vê jî ew e ku aqilê mêr-dewletê vê tundiyê pîroz dibîne. Em vê yekê di qetilkirina Jîna Emînî de dibînin ku rejîma Îranê ji bo dîktaya xwe li ser pêyan bigire wisa kir. Em di biryarên darvekirinê yên rejîmê de vê dibînin. Jixwe biryarên dawî yên darvekirina Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî, yek ji mînakên herî şênber ên dijminatiya li hemberî jinan e.”

‘Dewlet, tundiyê asayî dike’

Bi domdarî Bahçecî anî ziman ku li Tirkiyeyê hema hema her roj jin tên qetilkirin lê faîlên wan nayên cezakirin. Bahçecî, wiha pê de çû: “Ev yek jî encama binhişê îktîdara dijminatiya jinan dike ava kiriye. Peymana Stenbolê di şevekê de hat betalkirin û piştre cînayetên jinan zêde bûn. Ev ne tiştekî rasthatî ye. Di 6 mehên ewil ên 2024’an de 205 jin hatin kuştin û 117 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Ev ne bîlançoya şerê di navbera du dewletan de ye, şerê tundiya zilam a li dijî jinan e ku hewl didin asayî bikin.”

Di berdewamê de Bahçecî destnîşan kir ku dewleta mêr bi desteserkirina mafên jinan ên hatine qezenckirin hewl dide bingeha tundiya piralî ava bike. Bahçecî, got ku jinan piştî têkoşîneke mezin mafê bikaranîna paşnavê xwe bi dest xistiye û wiha domand: “Îktîdar hewl dide vî mafî xesp bike. Hewl dide vê bi rêya Paketa Darazê ya 9’emîn pêk bîne. Tevî ku li dijî AYM’ê ye jî lê dixwazin madeya AYM’ê betal kirî dîsa bînin. Îktîdar hewl dide bi qanûna paşnavê re dîsa jinan li ser zilaman pênase bike.”

Berteka li dijî şer û PDK’ê

Bahçecî, got ku hemû cureyên tundiyê hev xweyî dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tundiya li dijî jinan, li dijî penaberan, sewalan, tundiya aborî û hwd. temamiya van cureyên tundiyê bingeha xwe ji polîtîkayên şer digirin. Para herî mezin a bûdçeya welat ji bo şer tê xerckirin. Jin dibin hedefa tundiya aboriyê û roj bi roj bêhtir xizan dibin. Gelên Tirkiyeyê li gel şer nînin. Li pey ked û edaletê ne. Dixwaze êdî bêhnê bistîne.”

Bi domdarî Bahçecî bi lêv kir ku îktîdara AKP-MHP’ê li pey dagirkeriyê ye û ev tişt anî ziman: “Zîhniyeta mêtinger, îro li dijî kurdan bi PDK’ê re hevkariyê dike. Li Herêma Federe ya Kurdistanê baregeh ava kiriye û êrîşî gel dike, wan bi darê zorê ji warên wan derdixînin. Noqteyên leşkerî yên PDK’ê di destê Tirkiyeyê de ne. PDK êdî ne partiyeke siyasî, weke xanedaniya malbatekê li dijî têkoşîna gelê kurd cih girtiye. Xetereyê li ser xweseriya Herêma Federe ya Kurdistanê çêdike û weke hikûmeteke mêtingeriyê bi AKP-MHP’ê re hevkariyê dike. Weke jinên kurdistanî em bang li PDK’ê dikin; we berjewendiyên xwe yên rojane danîn pêşiya berjewendiyên neteweyî. We bi dijminên kurdan re hevkarî kir. We pêşengtiya xiyanetê kirin. Ji bo vê jî yên bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ li Şengalê çete têk birin, xizanên Başûr, ewladên welatparêz ên Kurdistanê dê vê ji we qebûl nekin. Emrê we yê li ser îktîdarê dê bi qasî hûn texmîn dikin dirêj nebe.”

Şerê taybet

Di berdewamê de Bahçecî êrîşên komên hîzb-î kontrayê yên li Amedê li dijî kafe, kargehan tên kirin û êrîşên li dijî felsefe û têkoşîna jinan bi bîr xist. Bahçecî, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev êrîş, parçeyeke polîtîkayên şerê taybet in. Bi van êrîşan hewl didin jinan ji qada cemaweriyê derxînin. Me di salên 90’î de ev tirs têk bir. Em ê li her noqteya vî bajarî hebin. Aparata ewil û ya dawî hîzb-î kontra jî dê tevî AKP-MHP’ê biçe sergoya dîrokê. Li gel polîtîkaya şer a bi salaye didome, polîtîkayên şerê taybet jî xistine meriyetê. Îro li Kurdistanê temenê bikaranîna tiryakê daketiye 9’an, tehemûla stranên û zimanê kurdî nakin, dar tên birîn, ji her alî ve êrîşî çand, huner û zimanê kurdî dikin, kesên biunîforma bi rehetî tundiyê li jinan dikin. Heke îro li ser tekane kesê xwedî hêza aştiyê birêz Abdullah Ocalan tecrîdeke ku mînaka wê li cîhanê tune ye hebe, ev yek nîşan dide ku polîtîkayên şerê taybet didomin. Weke kesên ev nêzî nîvsedsal e bênavber ji bo azadî, wekhevî û demokrasiyê têdikoşin, em baş dizanin ku ev polîtîkaye girêdayî hev in. AKP-MHP dixwazin bi tecrîda girankirî re şer mezin bikin, tecrîdê li seranserî civakê belav bikin, gel di nava xizanî û birçîtiyê de bihêlin. Lê dê nekarin bi ser kevin. Civak li dijî vê ye. Azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan, sedema têkoşîna me ye.”

‘Em ê destkeftiyên xwe biparêzin’

Bahçecî, bal kişand ser atolyeyên li dijî şerê taybet û axaftina xwe wiha qedand: “Me heta niha li 7 bajaran li dar xistin û zêdetirî 200 jin tev li 29 atolyeyên me bûn. Em ê bi rêya bi sedan atolyeyan hewl bidin pratîka têkoşînê bixin meriyetê. Ji bo li ser polîtîkayên şerê taybet biaxivin, rastiya wê derxînin holê, em ê tax bi tax, kolan bi kolan, cade bi cade, mal bi mal bi jinan re bên gel hev. Roja me ya ku dê tarîtiyê ronî bike, felsefeya me ya ‘jin, jiyan, azadî’ heye. Em bi biryar in ku vê têkoşînê bidomînin. Em li ser xeta Pexşan Ezîzî ne ku dibêje ‘Em ne ji mirinê, ji jiyaneke bêrûmet ditirisin.’ Em ê destkeftiyên jinan biparêzin, mezintir bikin û biparêzin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar