Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê xwezaya Qersê wêran dike

Şêniyên gund diyar kirin eger projeya santralên rojê GES’ê pêk were wê şînatiyên ku cureyên endemîk lê dijîn zirarê bibîne û sewalkarî tine bibe.

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê lez da xebatên xwe yên çêkirina Santrala Rojê (GES) ya li gundê Teknelî yê Qersê. Lê belê şêniyên gund li dijî amadekirina rapora ÇED’ê ya bêsûl ku bûye sedem proje bi awayekî lez birêve biçe, ji ber zerara ku nayê telafîkirin bi fikar in. Proje gefan li sewalkarî û xwedîkirina mêşên hingiv ya li herêmê dixwe.

Ligel têkoşîna şêniyên gund a hiqûqî didome, hewldanên wan a astengkirina pêkhatina projeya GES’ê bê encam ma. Şêniyên gund di serlêdanên xwe yên li hemberî ÇEMTAŞ’ê û Tîcaret AŞ’ê de ji Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê, Midûriyeta Hawirdor û Bajarvaniyê ya Bajêr, Midûriyeta Herêmê ya Çandinî û Daristanê û Walîtiya Qersê bersiveke erênî negirtin.

Şêniyên gund, diyar kirin ku eger projeya GES’ê bikeve meriyetê, wê li mêrga gund sewalkarî nemîne, şînatiyên ku cureyên endamîk lê dijîn zirarek mezin bibîne. Her wiha şênî anîn ziman ku, wê pêla koçberiyê jî destpê bike û xwedîkirina mêşên hingiv jî li herêmê bi dawî bibe. Şêniyên gund anîn ziman ku, ji ber xetên ava vexwarinê yên gundên derdor jî ji gundê wan re derbas dibe, ev proje wê zirarê bide kaniyên avê jî. Tê destnîşankirin ku zindîbûna xwezaya herêmê wê bi awayekî neyînî bandor bibe.

Parêzerê şêniyên gund ên li dijî projeya santralê rojê derdikevin Kahraman Ozçagin jî, behsa xeteriya ku şêniyên herêmê pê re rû bi rû hatine kir. Ozçagin, diyar kir ku şêniyên gund li dijî projeyê di aliyê hiqûqî û civakî de têkoşînek dimeşînin. Ozçagin, bal kişan ku her çiqas pêvajoya amadekirina rapora ÇED’ê ya ji bo avakirina santralên rojê berdewam dike jî şîrketên eleqedar bêdestûr li herêmê dest bi xebatê kirine.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar