Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîda mûtleq de tê ragirtin yê wergirtin. Mafê wî yê hevdîtina bi parêzer û malbatê re hatiye xespkirin. Rêberê Gelê Kurd di bin tecrîdeke mutlaq de tê ragirtin. Dewleta Tirk hiqûqa xwe ya hundir û peyamên navneteweyî yên îmze kirî, binpê dike û sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê didomîne. Li dijî vê yekê nerazîbûnên navneteweyî, zêde dibin.
Beriya demek nêz; siyasetmedar, hunermend, akademîsyen û parêzvanên mafên mirovan di nav de, 61 Fransiyan nameyek ji Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) re şandin û bang kirin ku li dijî tecrîda li Îmraliyê her kes bikeve nava liv û tevgerê. Endama Meclîsa Şaredariyê û Seroka Berê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Genevieve Garrigos têkildarî rewşa li Îmraliyê, ji ANF’ê re axivî.
Genevieve Garrigos diyar kir ku armanca esas a nameya ji CPT’ê re hatî şandin, ew bû ku li hemberî şert û mercên Abdullah Ocalan demildest her kes bikeve nava liv û tevgerê. Garrigos wiha got: “CPT weke saziyeke Konseya Ewropayê, wezîfedar e ku şert û mercên girtîbûna Birêz Ocalan bişopîne. Weke Fransiyan me ji CPT daxwaz kir ku mafê hevdîtina bi Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê re, pêk were. Ku zêdeyî 3 salin destûr nayê dayîn bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Em nizanin ka gelo rewşa tenduristiya wan başe yan na, jiyan dikin yan na. Ev rewş ji bo me çavkaniyeke fikarê ya mezin e. Girtî di bin tecrîdê de tên ragirtin û destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Tirkiye jî endamê Peymana Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê ye, lê belê hemû peymanên navneteweyî yên ji bo mafê hevdîtina girtiyan a bi parêzeran re, binpê dike.”
Garrigos diyar kir ku tecrîd weke cureyekî êşkenceyeke giran, dermirovî û muameleyeke biçûkxistinê tê qebûlkirin û ev tişt got: “Tecrîdkirina mirovan, hem li ser tenduristiyê hem jî li ser derûniyê bandorên cidî diafirîne. Şert û mercên heyî yên Abdullah Ocalan, rewşeke lezgîn û cidî nîşan dide. Tecrîd weke şêwazekî êşkenceyê, bi aşkere cezakirin û tolhildan tê qebûlkirin. Ji vê wêdetir bi taybetî tişta ku fikar dide mirov ew e ku em nizanin ka ev kes li girtîgehê ne yan na, rewşa tenduristiya wan baş e yan na, yan jî jiyan dikin yan na. Agahî negirtina ji Ocalan û hevalên wî, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Ev rewş hemû fikarê didin mirovan û hikûmeta tirk divê van mirovan êdî di van şert û mercan de negire, demildest dawî li vê pêkanîna xwe bîne.”
Garrigos destnîşan kir ku dewleta tirk nahêle CPT raporê aşkera bike û ev yek nayê qebûlkirin û got: “Ev helwesta dewleta tirk nîşan dide ku dibe li Îmraliyê pirsgirêkeke mezin jî çêbibe. Ev jî fikareke din bi xwe re tîne. Ji ber helwesta Tirkiyeyê eger em nekarin CPT neçar bikin ku vê raporê ji raya giştî re aşkere bike, wê demê em daxwaz ji komîteyê dikin ku serdaneke nû li Îmraliyê bike, mafên Abdullah Ocalan û girtiyên din bixe bin ewlehiyê û peywendî bi parêzer û malbatan re bê çêkirin.”
Garrigos bal kişand ser girîngiya rolê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û ev tişt bilêv kir: “Birêz Ocalan ji bo kurdan lîderekî siyasî yê girîng e. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, divê bikare tevlî muzakereyan bibe. Xaka Kurdistanê di nava welatên cuda de hatiye parçekirin, ji ber vê yekê rewşa heyî tevilhev bûye û divê em di ferqa vê yekê de bin. Kurd di roja me de yek ji gelên herî girîng û bêdewlet e; divê destûr bê dayîn ku xaka Kurdistanê ya hatî parçekirin, jinûve bibe yek. Ev jî encex bi rêya dîplomatîk û muzakereyên siyasî dikare bê serxistin û Abdullah Ocalan jî divê tevlî van muzakereyan bibe. Abdullah Ocalan lîdereke xwedî wê kêrhatinê ye ku dikare gelê kurd bike yek.”
Garrigos ragihand ku pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî’ girtîng e û divê piştgirî bê dayîna wê û got: “Di serî de Fransa û Belçîka ji xeynî dewletên endamê Konseya Ewropayê, ez bang li DYA’yê jî dikim ku ji bo berdana Abdullah Ocalan her tiştê pêwîst bike. Kurd, bi zextên giran ên hikûmeta tirk re rû bi rû dimînin. Divê dawî li vê yekê bê anîn. Ji bo ku yekitî li herêmê jinûve bê avakirin û aştî pêk were, mafên Kurdan were naskirin û garantîkirin. Kurdistan li herêmê dikare veguhere rewşeke aştiyane.”
Garrigos bal kişand ser helwesta Konseya Ewropayê û welatên Ewropayê ya li hemberî bêhiqûqiyên dewleta Tirk û got: “Ji ber berjewendiyên jeopolîtîk û peymanên koçberiyê, her tim Tirkiye tê efûkirin. Ez dixwazim bal bikişînin ser çend tiştan.Destpêkê, di hilbijartinên xwecihî yên li Tirkiyeyê de, siyasetmedarên Kurd gelek şaredarî bi dest xistin. Ji sala 2019’an û vir ve, wezîfeya hin endamên meclîsa şaredariyê û şaredaran jê hate standin û hatin girtin. Heman rewş îro jî diqewime. Ev zextên li hemberî hilbijartiyan, divê bibe sedem ku fikarên Konseya Ewropayê zêde bibin. Weke endameke meclîsa Parîsê, ez derbarê rewşa van nûnerên Kurd ên ku ji aliyê rayedarên Tirk ve tên tehdîdkirin, tacîzkirin û girtin, bi fikarim.”
Genevieve Garrigos herî dawî anî ziman ku nêzîkatiya Ewropayê ya li hemberî PKK’ê li herêmê rewşeke tevilhev diafirîne û ev tişt got: “PKK ji aliyê saziyên cur be cur ve weke ‘rêxistina terorê’ tê qebûlkirin, lê belê divê mirov bi bîr bixe ku Kurd di têkoşîna li Rojava ya li dijî DAIŞ’ê hatî dayîn de, weke leheng hatin dîtin. Dema ku Kurdan li dijî DAIŞ’ê şer kirin, ji aliyê Ewropayê ve weke leheng hatin îlankirin. Lê belê dema ji bo parastina mafên xwe û parastina xwe li dijî dewleta tirk radibin jî weke komeke terorîst tên dîtin.
Ewropa nikare vê durûtiya xwe hîn zêdetir bidomîne. Nabe ku em ji nedîtî ve werin ku kurd qurbanî otorîte û dîktatoriya tirk bên kirin, nabe ku piştre ji em heman kurdan daxwaz bikin ku li dijî DAIŞ’a pir xeter şer bikin. Ev rewş nîşan dide ku hikûmeta Ewropayê û Konseya Ewropayê, ji bo parastina Kurdan zêde hewldanê nake û têkildarî vê yekê deyndar in.”