Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

PDK ji tirsa rojnamegeran qetil dike

Mamosteyê zanîngehê Ehmed Mîre diyar kir ku şehîdkirina Wedat Husên, Serdeşt Osman û şehîdên din ên pênûsê bi awayek pir zelal nîşan dide ku PDK di lûtkeya tirsa ji rojnamegeran de ye û wiha got: “Şehîd Wedat yek ji rêze rojnamegerên ku di encama êrîşên terora siyasî ya PDK’ê de şehîd bû.”

Malbata sîxur a Barzanî û çeteyên wê nûçegihanê Rojnewsê yê Dihokê Wedat Husên Elî (Widat Dihokî) di 13’ê tebaxa 2016’an de li taxa Malta ya Dihokê revandin û piştî çend saetan bi awayek birîndar hat dîtin. Piştî ew rakirin nexweşxaneyê, di heman rojê de ji ber giraniya birîna xwe şehîd bû. Malbat, hevalên şehîd, PDK’ê weke kujerê Wedat Husên nîşan didin.

Nivîskar û mamosteyê Zanîngeha Helebceyê Ehmed Mîre der barê şehadeta rojnameger Wedat Elî de ji Rojnewsê re axivî. Ehmed Mîre diyar kir ku PDK ji azadiya raman û çapemeniyê pir ditirse û wiha got: “Rewşa rojnamegeriyê li Herêma Kurdistanê bi rewşa siyasî û sîstema desthilatdariyê ve girêdayî ye. Ji ber ku hêza siyasî ne hêzeke demokratîk, nerm û bi sazî ye. Heta weke rejîma dîktatorên cîhanê jî birêxistinkirî nîne. Di encamê de rewşa rojnamegeriyê li Herêma Kurdistanê di rewşeke xerab de ye. Lê di destpêka salên 2000’î de demên ku medyaya azad di lûtkeya xwe de bû. Lê niha şêwazê wê hatiye guhertin.”

Mîre anî ziman ku metirsiya herî mezin ji bo medyayê, kontrolkirina medyayê ye û wiha domand: “Lewre erkê sereke yê rojnamegerên ku li seranserê cîhanê li dijî kontrolkirina medyayê ji ailyê partiyên siyasî, karekterên ewlekariyê ku ji bo berjewendiyên xwe yên hizbî û şexsî bikar tînin, kampanyayên protestoyî li dar bixin. Her wiha li Iraq û Herêma Kurdistanê jî partiya herî xirab a ji bo bêdengkirina têkoşîna li dijî tundiyê û ji rojnamevanan ditirse bêguman PDK ye. Li Iraqê PDK partiya ku herî zêde ji azadiya ramanê û azadiya çapemeniyê ditirse ye û lewra bertekên tund li dijî rojnamegeran û xebatên çapemeniyê heye.”

Di dewamê de mamosta Ehmed têkildarî rojnameger Wedat Husên, Serdeşt Osman û rojnamegerên din ji aliyê PDK’ê ve hatin şehîdkirin wiha got: “Şehîdkirina Wedat Husên, Serdeşt Osman û şehîdên din ên pênûsê bi awayek pir zelal nîşan dide ku PDK di lûtkeya tirsa ji rojnamegeran de ye. Şehîd Wedat yek ji rêze rojnamegerên ku di encama êrîşên terora siyasî ya PDK’ê de li dijî rojnameger û kesên ji xwe re weke neyar didîte. Qetilkirina Wedat Husên bi awayekê nemirovî bû ku derveyî pîvanên mirovî, demokrasi, azadî û çapemeniyê bû ku tabloya neyartiya PDK ya li gel demokasî û azadiya çapemeniyê radixe berçavan.”

Mîre got; “PDK hêzek wisa ye ku nikare li gel demokrasi, azadiya ramanê tehamûl bike. Lewra xwezaya PDK’ê bi awayekê wisa ye ku dixwaze yên ku hewl didin civaka Kurd ber bi qonexeke pêşketîtir ve bibin, qetil bike. Wedat Husên jî di çavê PDK’ê de yek ji sembolên cidî yên civaka kurd bû. Ji ber ku PDK’ê herêma Behdînan bi temamî kontrol kiriye û nahêle dengê azadiyê li wir bilind bibe.”

Di dewama axaftina xwe de Mîre eşkere kir ku encama ku ji şehîdkirina Wedat Husên, hevrê û hempîşeyên wî ji aliyê PDK’ê ve derdikeve ew e ku PDK hêzeke ku bi rijandina xwînê hatiye perwerdekirin û got; “Li dijî neyarên xwe rijandina xwînê ji aliyê PDK’ê ve ne ku hêzeke wêrek û jêhatiye, ji ber ku bi xwîna zarokên gelê xwe dijî û dikarim bêjim PDK Dehaqê serdemê ye.”

Mamostayê zanîngehê têkildarî revandin û girtina edîtorê beşa Erebî yê ajansa me rojnamevan Silêman Ehmed de wiha got; “Girtina hevrêyê me Silêman Ehmed sûcekî gelek dijmirovî ye. Divê em bi hev re li hindirê Herêma Kurdistanê û dervey Kurdistanê karekî taybet bikin û bi rêya konsolxane û rêxistinên navdewletî ve kampanyayeke topyekûn ya taybet bo pêkanîna zextê li ser dezgehên ewlehiyê yên PDK’ê bikin û bi vî awayî azadiya Silêman Ehmed misoger bikin. Girtina rojnameger Silêman Ehmed tawaneke girane û beşek ji tabloyên nemirovane ye ku PDK li dijî azadiya çapemeniyê xêz dike. Lewre girtina ciwanên me ji aliyê hêzên xwemalî ve dilê mirov diêşîne.”

Mîre got: “Em nivîsandin, kampanya, afirandin û tevgerandina raya giştî ya Kurdistanê ji erkê xwe yê exlaqî û netewî dibînin. Lê ev tenê ne bese. Ji ber çawa ku şehîdkirina Soranî Mame Heme rê li ber rêze qetilkirin û girtina rojnamegeran negirt û heta niha jî didome.”

Di dawiyê de Ehmed Mîre têkildarî pêşîlêgirtina revandin, qetilkirin û girtina rojnamegeran ji aliyê PDK’ê ve wiha got; “Niha rojnameger Silêman Ehmed girtine. Bi heman awayî ger em vê polîtîkaya li dijî azadî û girtina rojnamegeran li Herêma Kurdistanê bidawî nekin, wê gelek Silêman Ehmed ên din jî werin girtin. Ji bo vê jî divê em gelek xebatên mezin, cidî û bi bandor bikin û divê raya giştî biafirînin. Ji ber ku desthilatdariya xirab ji mirovên xirab û civakên bêdeng tê.Lewma divê em zexteke mezin li PDK’ê bikin ku vê rewşa tarî ya heyî bidawî bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar