Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Gerîla bi rihê fermandar Egîd şerê azadiyê bi pêş dixe

Gerîlayên HPG û YJA Starê diyar kirin ku artêşa dagirker li hember şerê gerîla hemû teknîka xwe xistin dewrê û wiha gotin: “Berxwedan û şer bi rihê heval Egîd ve pêş dikeve. Heval Egîd agirê azadiyê pêxist, em jî rojane vê agirê mezin dikin. Heval Egîd çarenûsa gelê kurd guhert.”

Gerîlayên HPG û YJA Starê di çeperên berxwedanê de bi rihê fermandar Egîd Cejna Vejînê 15’ê Tebaxê pêşwazî dikin. Gerîlaya YJA Starê Avaşîn Kurtay Dîrok û gerîlayê HPG’ê Dilgeş Botan bi wesîleya salvegera 40’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê axivîn.

Gerîlaya YJA Starê Avaşîn Kurtay Dîrok di despêka axaftina xwe de vê rojê pîroz kir û wiha axivî. “Em 15’ê Tebaxê di serî de li mîmarê mezin ê azadiyê Rêber Apo pîroz dikin. Li tevahî hevalên ku îro di çeperên şer de ne û tevahî gelê xwe yê welatparêz vê rojê pîroz dikin. Li serê çiyayan 15’ê Tebaxê pîroz kirin wateya wê ji bo me pir cûda ye. 15’ê Tebaxê ji bo tevahî gelê me bû cihekî ser bilindiyê û bû cihekî hêviyê.”

Gerîla Avaşîn bal kişand ser zûrifên derketina 15’ê Tebaxê û wiha domand; ‘’ Beriya pêngava 15’ê Tebaxê li Kurdistanê rewşekî ku vîna gelê kurd pêk hatibû şikenandin hebû. Ji Agirî, heta Amed û Dersimê gelê kurd bi qirkeriyeke pir dijwar ve rû be rû mabû. Ti zîrûfekî ku gelê Kurd serê xwe rake ango vîna xwe deyne holê nemabû. Lê derketina PKK’ê, berxwedana zindanan ev rewş guherand. Ev ji bo giştî gelê azadîxwaz bû vejînekî nû. Her wiha di pêşengtiya heval Agîd de qonaxeke nû hat despêkirin.”

Gerîlaya YJA Starê şerê niha li çeperan tê meşandin jî nirxand û wiha bi lêv kir; ‘’ Îro jî li çiyayên Kurdistanê di pêşengtiya gerîlayên azadiyê de ev qonax berdewam dike. Gerîlayên YJA Star û HPG’ê bi derbên giran ve dagirkeriyê pûç dikin. Bi rihê heval Agîd ve qonaxên nû didin despêkirin. Çalakiyên ku zivistanê di bin mercên herî giran de hatin kirin dîsa çalakiyên hewayî yên Şehîd Delal Amed û Axîn Mûş jî di şerê me yê li hember dagirkeriyê bûn despêkeke nû.”

Gerîla Avaşîn ketina teknîka serdemê jî nirxand û wiha pêde çû; “Guleya yekemîn pir biwate ye. Ew gule li hember zihniyeta faşîst ya dewleta Tirk hat avêtin. Heman gule îro jî di pêşengtiya gerîlayên YJA Star û HPG’ê de rojane li mêjiyê dagirkeriyê dikeve. Rojane drone, SÎHA û ÎHA’yên artêşa dagirker tên xistin. Ev hemû jî berdewamiya 15’ê Tebaxê ne. Em bi rihê 15’ê Tebaxê şer û têkoşîna xwe didin meşandin. Heval Sara û Rûken, heval Erdal û Rojhat van hevalan bi vê rihê ve di navenda dagirkeriyê de li dagirkeriyê dan. Hevalên me bi rihê 15’ê Tebaxê ve mêjiyê dewleta Tirk, mêjiyê NATO’yê hilweşandin. Me ev rih ji 15’ê Tebaxê girtiye. Divê ev ji gelê me bibe moralekî mezin bikin.”

Gerîlayê HPG’ê Dilgeş Botan jî Pêngava 15’ê Tebaxê li Rêbertî, gel û hemû hevalên di çeperan de ne pîroz kir û ev tişt anî ziman; “Berxwedaneke dîrokî li çiyayên Kurdistanê heye. Ev şer li ser hebûn û tinebûna gelê kurd dimeşe. Em bawerin ku em ê di v şerî de serkeftinê bi dest bixin. Em rojane derbên giran li dijmin didin. Em jî coş û moralekî mezin dide gelê me.”

Gerîla Dilgeş encamên şer û çalakiyên gerîla jî nirxand û wiha got; “8’ê Adarê wiha jî hat pêşwazîkirin. Di 21’ê Adarê de mizgîniya ketina balafirên keşfê hat dayîn. Bandora balafirên keşfê li Kurdistanê roj bi roj kêm dibe. Ev li ser gelê me jî yekser encam da.Ji xwe pêşwaziya bi coş ya 21’ê Adarê û pêve girêdayî binkeftina tifaqa faşîst a AKP-MHP bi vê serkeftinê ve girêdayî bû. Ji bo vê jî nikaribûn tiştekî bikin.”

Gerîla Dilgeş axaftina xwe bi baweriyeke mezin wiha bi dawî kir; ‘’Artêşa dagirker li hember şerê gerîla hemû teknîka xwe xistin dewrê. Lê em li hember vê berxwedaneke pir mezin didin meşandin. Ev şer wê bi ser bikeve. Ji ber ev şer bi rihê heval Egîd ve pêş dikeve. Heval Egîd agirê azadiyê pêxist, em jî rojane vê agirê mezin dikin. Heval Egîd çarenûsa gelê kurd guhert. Dijmin digot; ‘Kurd nikarin leşkertî bikin, nikarin çek rakin’. Lê bi Pêngava 15’ê Tebaxê ve ev feraset û zîhniyeta dewleta faşîst a Tirk têk çû. Niha jî çalakiyên yekîneyên Axîn Muş û Dogan Zinar hene. Ev jî di asta 15’ê Tebaxê de encam didin avakirin. Em ê siya dagirkeriya Tirk jî li ser axên xwe nehêlin û heta dawî şer û têkoşîna xwe mezin bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar