Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

Bêrîvanên Geverê di bin siya qeyrana aborî de li ber xwe didin

Welatiyên li gundê Xirwate ya Geverê dijîn, diyar kirin ku ji ber qeyrana aborî nikarin debara xwe bikin. Bêrîvanên li herêmê destnîşan kir ku ji ber bihabûnê tiştekî di destê wan de nemaye.

Ji ber bandora qeyrana aborî rewşa gel her ku diçe xerabtir dibe, jinên li gundan dijîn bi dahata ku ji berhemên ku çêdikin jiyana xwe didomînin. Jinên li gundê Xirwatê ya navçeya Gevera Colemêrgê dijîn, debara xwe bi xwedîkirina sewalan dikin. Lê êdî ji ber qeyrana aborî nikarin pêdiwiyên xwe yên rojane jî pêk bînin.

Jinan ji JINNEWS’ê re axivîn û bal kişand ser rewşa xwe ya aborî.

Arzu Çîçek, anî ziman ku ev nêzî 10 sal in ji bo debara xwe bike bêrîvantiyê dike û got: “Em berê dihatin deştê û me kon vedidan û nêzî 2 mehan li vir diman. Niha wesayît hene û em tên û di nav rojê de jî dizivirin. Heta ji gund digihêjin deştê em bi mirinê re rû bi rû ne. Ji ber ku rêyên me xerab in, em bi saetan di rê de dimînin, lê ji ber ku neçar in em vê yekê dikişînin. Em jiyana xwe bi xwedîkirina pez derbas dikin. Em şîr dikin penîr û difiroşin. Em saet di 11:00 de diçin zozanê û heta saet 16:00’an li vir dimînin. Em kîloya şîr bi 40 TL difiroşin. Ne hêjayî hewldana me ye, lê divê em bikin. Em 4 hezar TL didin wesayîtê ku bila me bîne û ji bo 2 mehan. Pereyê ku em didin, pereyê ku em distînin heman e.”

‘Em nikarin debara xwe bikin’

Makbule Eren jî bi salan e karê bêrîvantiyê dike û diyar kir ku karê ku em dikin gelek zehmet e. Makbule da zanîn ku berê bi hespan diçûn deştê û ev pêvajo dijwartir û zehmetir bû û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Erê, em niha bi wesayîtan tên, lê rêya me pir xeternak e. Em tên ji ber ku em mecbûr in. Ji şîrê ku em didoşin em pê penîr çêdikin. Em penêr bi 200 TL, şîrê teze jî bi 40 TL difiroşin. Bi firotina penîrê ku em çêdikin, em dikarin lêçûnên xwe yên malê, hindik be jî, bidin. Me şîr bi 25-35 TL difirot. Dema nirxê mazotê hat zêdekirin, ji ber ku me erebe kirê kir ku em werin vir, em neçar man zêde bikin. Berê her tişt erzantir bû, me dikaribû debara xwe baştir bikin, lê niha her tişt buha ye û em bi zor dikarin debara xwe bikin.”

‘Her tişt buha bûye’

Ayşe Onat, destnîşan kir ku ji 13 saliya xwe ve li gund e û kar dike û wekî jinên din bêrîvantiyê jî dike û wiha bi lêv kir: “Ez hem ji bo mala xwe hem jî ji bo firotinê penîr, mast û rûn çêdikim. Şeş mal tên cem hev û her roj şîrê xwe didin kesekî ku em gelek penîr çêkin û bifroşin. Her tişt buha bûye. Ji ber ku her tişt buhaye û me jî mecbûrdibin ku buhaya şîr û penîr zêde bikin. Pir zehmet e, lê ger em vî karî nekin, li gund tiştekî din nîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar