Navenda Ragihandinê ya Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî êrîşên çeteyan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin Tirkiyeyê û çeteyên ên girêdayî wê xwestin têkevin gundewarê Minbicê û ev tişt hatin gotin: “Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê rê nedan ku çeteyên dewleta tirk a dagirker bikevin gundê Mehsenlî yê bakurê kantona Minbicê.
Çeteyan vê sibê saet di 5:30`an de hewl dan derbasî gundê Mehsenlî bibin. Hemwextî wê 3 dron gund bombebaran kirin. Lê tenê zirarên madî çêbûn. Şervan baldar bûn û nehiştin çete derbasî gund bibin. Di encamê de şer derket, çeteyek hat kuştin û gelek çeteyên din birîndar bûn.”