Rosîda wekî gelek ciwanên din ên li Kurdistanê, di temenê xwe yê biçûk de rûyê faşîst ê dewleta Tirk nas kir. Dema ku li zanîngeha Enqerê dixwend, xebatên çapemeniya azad dimeşandin û ji ber vê sedemê jî doz lê hat vekirin. Di encama vê dozê de jî 137 sal cezayê girtîgehê lê hat birrîn. Hê 24 salî bû û 137 sal ceza lê hat birrîn. Ji ber vê yekê jî zanîngeh terikand û berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê.
Dema ku xwe gihand çiyayên azad jî xebatên çapemeniyê meşandin. Di destekî wê de kamera û pênûsa wê, di destekî de jî çeka wê hebû. Ew bi fikir û ramanên xwe şopdarek heqîqetê bû. Bi pênûs û çeka xwe da pey heqîqetê. Li çiyayên Kurdistanê bername amade kirin û pêşkêşvaniya wan bernameyan kir. Her wiha di gelek kar û xebatan de jî cih girt. Beriya bi sê salan dema ku li Zapê şer giran bû jî, berê xwe da eniyên şer. Di çeperên şer de li dijî dagirkeran şer kir û di 17’ê adara 2024’an de jî şehîd bû.
Şehadeta Rosîda em êşandin, lê di heman demê de peyamek ji me re hişt. Ew jî peyama kevneşopiya çapemeniya azad e. Divê ew pênûsa wê û çeka wê li erdê neyê hiştin. Di salên 1990’î de jî gelek hevalên me yên rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê hatin qetilkirin. Apê Mûsa di temenê 72 salî de li Amedê qetil kirin. Bi dehan hevalên din bi heman awayî bûn hedefa êrişên bêbext ên dewleta Tirk.
Vê dewletê ti carî dev ji çapemeniya azad û şopdarên wê berneda. Di van salên dawî de jî li Mexmûr, Şengal, Rojava û başûrê Kurdistanê bi dehan hevalên me yên rojnamevan şehîd bûn. Em bi şehadeta hevalên xwe êşiyan, lê me got divê em karê wan li erdê nehêlin. Ew pênûsa ku ji me re hiştine, divê em pê rastiyan binivîsin.
Rosîda jî heman pênûs ji me re hişt. Ew kedkarek çapemeniya azad bû. Di her şert û mercî de xebatkarek ragihandinê bû. Dema ku dît li Zapê şer giran bûye, berê xwe da wê derê. Ji ber ku rastiyek li wê derê hebû û Rosîda jî xwest ku wê rastiyê bibîne. Yanî tam di nava şer de bû û bû şahidê wan lehengan.
Li Mexmûrê Denîz Firat, li Dêrezorê Rizgar Denîz, li Şengalê Nûjiyan Erhan, Li Qamişlo Seyîd Evran û dehan hevalên din tevlî karwanê nemiran bûn. Şehadeta wan barê me giran kir, lê riya ronahiyê jî nîşanî me dide. Peyama wan xurtkirina çepera çapemeniya azad e. Divê em karibin bibin layiqî wan û bibin şopdarê wan. Tenê bi vî rengî em dikarin bersiva faşîzma dewleta Tirk û hevkarên wê bidin.
Ragihandina rastiyan karekî giran e û her kes nikare vî barî bigre ser milê xwe. Di salên 1990’î de jî hevalên me yên rojnamevan di ferqa wê de bûn û lewma jî kincekî ji agir li xwe dikirin. Îro jî heman faşîzm dîsa li ser çapemeniyê û xebatkarên wê hene. Lê çi dibe bila bibe wê ew rastî di tariyê de nemîne. Ew pênûsa ku Apê Mûsa û şehîdên din ji me re hiştine wê li erdê nemîne. Em ê bi wê pênûsê rastiyan ragihînin. Em ê jî li ser şopa heqîqetê bin…