Dewleta tirk weke berdewama kevneşopiya dîrokî polîtîkayên xwe yên berfirehbûnê berdewam dike. Tirkiye weke dewleteke endamê NATO’yê di serî de xaka kurdistanê û li herêmên ku dagir kirine her cure sûcên şer û yên li dijî mirovahiyê pêk tîne. Hêzên ku berpirsiyarê parastina hiqûqa navneteweyî ne jî li hemberî hemû bêhiqûqiyên dewleta tirk bêdeng in. Ji Baroya Parîsê parêzer Françoîs Devedjiyan derbarê polîtîkayên Erdogan de axivî. Parêzer Devedjiyan polîtîkayên dewleta tirk ên berfirehbûnê yên li ser herêma Artsakhê ji nêz ve dişopîne û ji bo gelê ermen di qada navneteweyî de têkoşîna hiqûqî dimeşîne.
Parêzer Devedjiyan anî ziman ku polîtîkayên berfirehbûnê yên dewleta tirk a di bin serokatiya Erdogan de yên ji sînorên xwe wêdetir, berdewama kevneşopiyeke dîrokî ye û axaftina xwe wiha berdewam kir: ‘’Ev polîtîkayên Tirkiyeyê yên berfirehbûnê, berdewama wê polîtîkayê ye ku di destpêka sedsala 20’an de ji aliyê Talat Paşa ve hatiye destpêkirin, ji aliyê Ataturk ve hatiye domandin û îro jî ji aliyê Erdogan ve tê berdewamkirin.
Ev rewş bi awayekî aşkere tê wateya polîtîkaya înkarkirina kêmaniyên dîrokî û gelên diyar yên li hin herêman yên ne tirk. Vê polîtîkaya înkarê di destpêka sedsala 20’an de bi qasî ermenan tesîreke mezin li gelên rûm, asûrî-keldanî, kurd û gelek gelên din kiriye.’’
Devedjian diyar kir ku polîtîkaya înkarkirinê ya dîrokî roja îroyîn bi rewşa xwe ya herî aşkere li dijî gelên ermen û kurd tên domandin û axaftina xwe bi van gotinan berdewam kir: ‘’Gelê kurd îro nûnertiya zêdetirî 35 milyon însanî dike. Nabe ku ji cîhanê re bibêjin ku mafê van 35 milyon însanî tune ye ku bibin xwedî dewlet. Piraniya vê nifûsê îro li ser sînorên tirkiyeyê dijî û dewleta tirk vê rastiyê weke redkirina qirkirina ermenan û mafên ermenên li ser xaka Tirkiyeyê, bi awayekî kategorîk red dike. tirkiye bi hemû polîtîkayên xwe yên li hemberî gelê kurd û di heman demê de yên li hemberî gelê ermen û bi piştgiriya ji Azerbeycanê re armanc dike ku pozîsyona xwe saxlemtir bike û sûcên xwe yên di sedsala 20’an de pêk anîne û yên di sedsala 21’an de pêk tînin, rewa bikin.’’
Françoîs bal kişand ku li Artsakhê hemû tiştên li ser navê Ermeniyan hetine tunekirin ku Artsakh xaka gelê Ermen e û bi pişrtgiriya eşkere ya tirkiyeyê re ji aliyê dewleta Azerbeycanê ve hatiye dagirkirin û got ku ev yek mezintirîn mînaka çanda îmha û înkarê ye û rewşa Artsakhê bi van gotinan da zanîn: ‘’Rewşa Artsakhê bi temaî dramatîk e. Ji ber ku êdî li wir bi tu awayî ermen nemane. Ermenên li Artsakhê ji xakên xwe hatin dûrxistin. Azerbeycanê hemû kontrola herêmê xistiye destên xwe û xanî,dêr û goristanên li wir tune û wêran dike. Azerbeycan jî weke tirkiyeyê serî li heman rêbazê dide ku welatiyan ji warên wan dûr dixe û bermayiyên jingehên wan tune dike û îdîa dike ku ew xak ne yên ermenan e. Tevî ku Artsakh xwedî paşerojeke zêdetirî hezar salî ye jî di demên pêş de wê ji gelê ermen tu şop li herêmê nemînin. Ji ber vê yekê rewş gelekî dramatîk e. Li gorî biryareke Dîvana Edaletê ya Navneteweyî divê dewleta Azerbeycanê destûrê bide ku gelê Artsakhê vegere ser xakên xwe. Hewce ye rêzê li vê biryarê bigirin û bi cih bînin. Lê belê ev biryar jî tê binpêkirin. Hewce ye civaka navneteweyî li hemberî Azerbeycanê helwesta xwe nîşan bide. Lê belê wisa xuya ye ku Azerbeycan bi tu awayî vê biryarê bi cih naîne. Di rastiyê de rejîm û hevalbendên Azerbeycanê li ser dijmintiya Ermeniyan û nefreta li dijî ermenan hatiye avakirin. Qewirandina ermenan a li ser xakên Artsakhê û dagirkirina xan xakan ji bo Serokkomarê Azerbeycanê Aliyev weke serkeftinê ye. Niyeta wan tune ye ku li hemberî ermenan bi paş de gav biavêjin; berovajî wê yekê paşdegavavêtinekê û kêmkirina dagirkirina herêmê weke lawazbûnekê pênase dikin.’’
Devedjian bal kişand bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî polîtîkayên dagirkirinê yên dewleta tirk û got: ‘’Ji bi dawîbûna Şerê Cîhanê yê Duyemîn heya niha, bi feraseta ger sînor neyên desteserkirin şer dernakeve, parêzbendiya sînoran weke rêgezeke têkiliyên navneteweyî derdikeve pêş. Argûmana sereke ya li pişt polîtîkayên dagirkirinê yên îroyîn ev e.Her wiha ji ber ku ev argûman ji berjewndiyên hêzên mezin re xizmetê dike jî piştevanî lê tê kirin. Ev yasaya yên herî mezin e. Ji bo hêzdaran saxlemgirtina sînoran avantajek e. Her wiha ev yek ji bo yên biçûk û lawaz bi gotineke din ji bo bindestan kêmtir derbasdar e. Îro tirkiye ji bo ku sûcên xwe rewa bike xwe dispêre vê hêmanê. Di bin navê ewlekariya sînoran de sûcan pêk tîne. Li tirkiye û Emerîkayê binêrin ku ev 70 sal in di nava têkiliyê de ne, ji bo pêşîlêgirina zêdetir deyndarbûna cîhanê di parastina neberbiçavtiya van sînoran de xwedî berjewendî ne. Daxwazên gelan yên azadî û çarenûsê tune tên hesibandin û nayên dîtin. Naxwazin van têgehan bilêv jî bikin. Çimkî dizanin ku ev têgeh amade ne ku bi xwe re dengekî mezin bînin. Lê belê daxwaza azadiyê, her çend di serî de rê li ber geremolan veke jî beriya ku aşitiya rastîn were bidestxistin ev yek hemû caran pêngaveke hewce ye.’’
Parêzer Devedjian destnîşan kir ku ji bo şikandina bêdengiya li dijî êrîşa li ser gelê kurd û ermenan divê têkoşînê bidomînin. Parêzer Devedjian bi dewamî got, “Ez di wê baweriyê de me ku di her halî de em ê vegerin ser rêya aştiyê. Lê şert e ku em bawerî bi hiqûq, mafdarî û aqlê xwe bînin. Wê dem bigire, zehmet bikeve lê em gelên qedîm in, gelek tişt hatin serê me, lê em hîna li vir in. Pêşveçûna hiqûq û aqil di mirovahiyê de dirêj, têkel û zehmet e.
Naskirina qirkirina ermenan êdî ji aliyê her kesî ve tê qebûlkirin. Êdî tu dîroknasekî cidî îtirazê vê qirkirinê nake ku demeke berê jî rewş ne wisa bû. Zanîn û aqil pêş dikevin û li gorî min ji bo pêştir here û em mafê xwe biparêzin divê têbikoşin.”