Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara, Hêro Bahadîn û Rosîda Mêrdîn derbasdar û rast e. Xweşkahiya dilê wan dabû çav û rûyê wan jî… Mirov ji bo wesfê wan çi bêjî, wê kêm bimîne… Serê hevalên wan, malbatên wan ê hêja û gelê me yê welatparêz sax be.
Ragihandina Azad di van çend rojan dawî de şehadeta sê hevalên gelekî hêja îlan kir. Hevala Rosîda Mêrdîn (Emîne Demîr), li çiyayên Kurdistanê, li hemberî artêşa dagirker û qirker şer dikir û şehîd bû. Beriya niha bi du salan di êrîşeke hewayî ya artêşa dagirker de bigiranî birîndar bûbû. Piştî tedawiyê careke din berê xwe da şer û çû sengerên pêş. Mixabin bi awayekî bêwext, ew û du egîdên Kurdistanê yên din bi hev re gihane asta şehadetê…
Hevala Rosîda, weke ku hevalan jî gotî, bi tena serê xwe mîna artêşeke ragihandinê bû û her diafirand. Pirtûk, belavok, dîmen û peyamên wê amadekirî ji hezaran mîlîtanan re bûne çavkaniya perwerdeyê. Heta ku ev têkoşîn û ew çavkanî hebin ew ê jî bijî û bibe rêgeha serfiraziyê.
23’yê tebaxa 2024’an artêşa dagirker û hov, bi awayekî tirsonek û nemerdane, bi alîkariya kurmên darê malbata Barzaniyan, du delaliyên Ragihandina Azad Gulistan Tara û Hêro Bahadîn şehîd kirin. Weşana kurmê darê K24’ê, dema ev “agahî” parve kir, bi awayekî aşkere kuştina her du hevalên me girte ser xwe û got, “Yek jê payebilind, sê çekdarên PKK’ê” hatine hedef kirin. Wesayît topa agir bû, lê K24’ê dizanî kî ne û çi dikin. Yanî ji lêxistinê agahdar bû û belkî jî koordînat û modelê wesayîtê û nasnameya hevala Gulîstan wan bi xwe dabe MÎT’ê. Rast e, Hevala Gulistan payebilind bû. Gelekî qedirbilind û hêja bû. Di xebatên ragihandinê, têkiliyên mirovî û hunera rêveberiyê de pispor bû. Û rast e, biçek bû. Xwe bi paradîgmaya Rêber Apo afirandibû; bi bîrdoziya Jin, Jiyan, Azadî gurçûpêç kiribû. Çeka wê ew bû û çeka herî xurt ya wê bû.
Mixabin min hevala Hêro rûbirû nedît û nas nekir. Lê li gorî nirxandinên têne kirin, em dikarin bêjin ew jî “Gulistana pêşerojê” bû. Ew qasî delal, hêja û jêhatî bû…
Me her sê hevalê xwe şandin welatê stêrkan û ew ê her tim di qesra dilê me û têkoşîna me de bijîn… Lê divê şehadeta hevalên me Gulistan Tara û Hêro Bahadîn gelek tiştan biguherîne. Di serî de Ragihandina Azad, bi hemû xebatkar û dostên xwe ve, divê em li dijî ragihandina sîxur û xayîn helwest nîşan bidin. Li çar aliyên Kurdistanê, Ewropa û cihanê divê ti kurd û dostên kurdan silavê nedin K24’ê, nehêlin bi wan re yan jî ji nav wan nûçeyan çêbikin. Divê hevalên me yên Ragihandina Azad, pîvanan biparêzin, bi çavên rojnamevanan li xebatkarên vê hêlîna xiyanetê nemeyzînin. Kedkarên Ragihandina Azad, divê li hemberî qirkerî û xiyanetê, pêşengiya vê helwestê bikin. Di serî de partiyên siyasî, sazî û dezgehên kurd, kurdistanî û dostên me jî divê nehêlin sîxur-xebatkarê K24’ê biçin saziyên wan. Bi wan re neaxivin. Li ber mîkrofonên wan daxuyaniyan nedin. Ger ku ji wan hin kes hebin û bêjin “Em durust in, ji bo kurd û kurdistanî bûnê bi wan re dixebitin.” Pêwîst e ew jî êdî wan perê qirêj ku xwîna Gulistanan li ser wan e, ji destên wan ê qirêj negirin, ji wan re nexebitin. Ku em weke kurd, kurdistanî û dostên xwe, li hemberî xiyanetê helwesteke bîrdozî, siyasî, civakî û pîşeyî raber nekin, wê tecrîd nekin, ev pençeşêr wê welatê me û mirovahiyê tevî jehrî bike. Wê gelek egîd û delaliyên me yên din bi destê dagirkeran, bi şêwazên nemerdane şehîd bixin. Li hemberî Rosîda, Hêro û Gulistan, ev deynê stûyê me ye.
Ez di şexsê her sê hevalên me yê dawî de hemû şehîdên leheng bihezkirin, birêzdarî û biminetdarî bi bîr tînim. Teqez em ê xewn û xeyalên wan pêk bînin. Em ê welatê xwe û cîhanê bi eşqa wan rizgar û ronî bikin. Em soz didin, em ê tovê îxanetê ziwa bikin!