Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Şoreşa jinên Rojava ji jinên cihanê re bûye hêvî

Endamên rêxistinên jinan ên rojavayê Kurdiistanê diyar kir ku jinên kurd bi fikir û ramanên rêberê Gelan Abdullah Ocalan xwe û civakê azad dikin û anîn ziman ku şoreşa jinan a Rojava ji jinên cîhanê û Rojhilata Navîn re bûye hêvî.

Gelên Kurdistanê bi fikir û paradîgmaya Rêberê Gelan Abdullah û pêşengiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li dijî pergala faşîst a kapîtalîst şerê azadiyê dimeşînin. Li rojavayê Kurdistastanê bi pêşengiya jinên azad çeteyên hov DAIŞ têk birin û şoreşa jinê ya Rojava ava kirin. Berdevka Kongra Star Rihan Loqo, Hevseroka Meclisa PYD’ê ya Kantona Reqayê Feyrûz û endama Meclisa Jinan a PYD’ê Şerîfe Hesenderbarê şoreşa jinan de axivîn.
Berdevka Kongra Star Rihan Loqo diyar kir ku jin ji sedan salan ve li dijî zihniyeta desthilatdar tê dikoşin û wiha got: “Wekî nimûneya herî li pêş têkoşîna jinên Kurd a ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk li Kurdistanê û Rojhilata Navîn e. Şoreşa Rojava ku bi şoreşa jinan tê naskirin, berhema vê têkoşînê ye. Şoreşa Rojava de jin roleke sereke di rêxistinkirin, rêveberî û fermandariyê de lîst.Jinên Rojava bi şoreşa xwe tevahî gotinên ku dibêjin hêza jinan a rêvebirinê nîn e vala derxistin. Em ê asta xebatê bilind bikin, çarçoveya rêxistinbûna jinan û xwe gihandina jinên bindest fireh bikin û asta parastinê bi hêztir bikin.”

Endama Meclisa Jinan a PYD’ê Şerîfe Hesen destnîşan kir ku jinên Rojava dîroka ezmûnên jinên bindest lêkolîn kir û bi felsefeya Rêber Apo xwe azad kir. Şerîfe Hesen da zanîn ku li cîhanê gelek jinan bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” azadiya xwe bi dest xist û wiha dawî li axaftina xwe anî “Ne bes e ku em hew dirûşma Jin, Jiyan, Azadî qîr bikin. Divê em dirûşmê li ser erdê pêk bînin û bikin rêbazekî jiyanê. Ev tiştekî hêsan nîn in, lê bi xebata domdar a di tevahî qadan; siyasî, leşkerî, îdarî û hwd de pêkan e.”

Hevseroka Meclisa PYD’ê ya Kantona Reqayê Feyrûz Xelîl anî ziman ku di dîrokê de jinan bi awayekî veşartî li hemberî zihniyeta mêrê serdest têkoşîn dikir, lê bi Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîna jinan ji tevahî jinên Rojhilata Navîn û cîhanê re bûye sembol. Jinan di şoreşa bakur û rojhilatê Sûriyeyê de bi destê xwe dîrok û mîraseya xwe tomar kirin. sedsala 21’an ji bo tevahî jinên cîhanê mîladeke nû bû. Bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî re êdî kilîta aloziyan li bakur û rojhilatê Sûriyeyê û Rojhilata Navîn tên dîtin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar