Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Xwedî li Rêber Apo derkevin û li dora berxwedana gerîla bicivin

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meş hat lidarxistin û bang li gelê kurd hate kirin ku li dora Rêber Apo û berxwedana gerîlayên azadiyê bicivin.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi şîara “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Kurdistanê re Statu” meş û mitîng hat lidarxistin.

Girseya ku bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li qada Canabiere li hev civiyan, ber bi qada Vieux Port ve meşiyan.

Di meşê de pankartên bi nivîsa “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Kurdistanê re Statu” û “Dema mijar dibe Kurd Ewropa roleke kor, ker û lal dilîze“ û flamayên wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK hatin hilgirtin. Di çalakiyê de ji bo azadiya Abdullah Ocalan dirûşmeyên bi Fransî hatin berzkirin û berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hate silavkirin.

Meş li qada Vieux Portê veguherî mitîngê û ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.

Piştre danezana bi zimanê Fransî hate xwendin û li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Fethî Serhed axivî. Serhed wiha got: “Li ser Rêber Apo ku emrê xwe ji bo aştiyê feda kiriye, zêdeyî 3 sal in tecrîda mutleq tê sepandin. Hemû dewletên hegemon piştgirî didin vê pergala qirkirinê ya dewleta tirk. Em li vir careke din dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re dubare dikin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku xwedî li Rêber Apo derkevin û li dora berxwedana gerîla bicivin.”

Çalakî bi dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla” bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar