Dewleta tirk a dagirker li ser qirkirin gelên Kurdistan û Anatolyayê ava bûye. Ji ber vê yekê ji damezrandina xwe heta niha hemû saziyên wê li dijî gelan dixebite. Di dema desthilatdariya faşîst a AKP’ê de karê aboriyê yê cemaetan zêde bû, di nava kar û siyasetê de bûn xwedî cihekî girîng, nirxên olî ji bo armancên bazirganiyê bi kar anîn, alîkariya bi rêya weqf û komeleyan li derveyî armancê bi kar anîn. Daneyên di vê mijarê de nîşan didin ku baweriya bi rêxistiniyên olî bûye cihê lêpirsînê.
Nivîskar Fatma Yavûz derbarê mijarê de nerînê xwe anî ziman. Nivîskar Fatma Yavûz diyar kir ku ji ber sîstema hiqûqa demokratîk nehatiye rûniştandin li Tirkiyeyê cemaet bi rêya ol bazirganiyê dikin. Nivîskar Fatma Yavûz destnîşan kir ku wezîfeya cemaetan û rêxistiniyên mîna wan ew e ku rêbertiya manewî ji civakê re bikin, alîkariyê bikin, nirxên exlaqî belav bikin û wiha got: “Lê belê beşeke mezin a cemaetên li Tirkiyeyê ketine nava têkiliyên berjewendiyan û siyasetê û ji vê wezîfeya xwe dûr ketine; ketine nava qadên cuda yên dewlet û civakê û dejenere bûne. Ev rêxistinî ji ber ku dûrî ji kontrolê ne, di nava xwe de nakok in û bûne zemîn ji îstîsmarê re. Bi vî rengî di mijara nirxên manewî û exlaqî de ku gelekî bi îdîa ne, bi rengekî cidî têk çûne.”
Fatma Yavûz anî ziman ku eger demokrasî û serweriya hiqûqê hatibûya afirandin, derfet nedibû ku cemaet van şaşitiyan bikin û wiha berdewam kir: “Wê bibûna ew sazî ku li qada xwe mane, ya pêwîst dikin û kontrolkirî bûna. Halbûkî piştî ku desthilatdariya AKP’ê nava hemû nirxan vala kir, ev sazî jî veguherîn ambalajên mezin ên vala. Veguherîn wan saziyan ku bi nirxên xwe re nakok bûn û di mijarên ku gelekî li ser bi îdîa û biryar bûn, têk çûn.”
Fatma Yavûz anî ziman ku ev rêxistin hemû di nava rêxistinên bazirganiyê de ne, alîkariyên ku têne komkirin ji bo deverên cuda têne bikaranîn û wiha pêde çû: “Eger alîkariya ku hatin komkirin li deverên rast hatibûna bikaranîn, bi têrkerî hatibûna kontrolkirin û mekanîzmayên pêwîst bihatina bikaranîn, me yê heman tişt negotibûna. Eger em di nava sîstemeke hiqûqê ya demokratîk de bûna, cemaet wê tenê li qada xwe kar bikira, wê bihatina kontrolkirin. Bi vî rengî wê weke saziyên ku xizmeta civakî û manewî didin, di nava civakê de xwedî cihekî bûna.”
Fatma Yavûz destnîşan kir ku ji ber nebaşiya mînakên heyî têgihiştina li ser mijara cemaetan jî mîna niha ye û wiha lê zêde kir: “Şaş e ku mirov bifikire hemû cemaet û saziyên mîna wan ên li Tirkiyeyê nebaş in. Pirsgirêk ne ew e ku bi rengekî kategorîk hemû cemaet nebaş an jî bi zerar bê nîşandan, ji ber nebaşiya mînakên heyî fikrê niha hatiye afirandin. Eger cemaetan alîkariya ku hatin komkirin li cihê rast bi kar bianiyan û ev pêvajo bi rengekî kontro bihata meşandin, hingî di nava civakê de wê nêzîkatiyeke erênî ji bo van rêxistiniyan hebûya. Mînak, eger cemaetekê projeyeke berpirsyariya civakî ya ji bo bersivdana li mesrefên dermankirinê yên pitikên bi SMA bimeşandibûya û ev yek bi serketî kiribûya, her kes wê ew pîroz bikira. Bi heman rengî eger cemaetan nexweşxane ava kiribûna û li gorî nexweşxaneyên dewletê xizmeteke hîn guncaw û bi kalîte pêşkêş kiribûna, wê piştgiriyeke xurt wergirtibûna. Ji ber ku mînakê niha nebaş in, ev sazî jî bi giştî neyînî têne nirxandin.”
Fatma Yavûz diyar kir ku li Tirkiyeyê hema hema her saziyek û her tişt bi rengekî çewt bi rê ve diçin û wiha b dawî kir: “Nexweşxane dibe cihê nexweşiyan, edliye dibe cihê zilmê, îbadetxane gunehan dike. Ev rewş bi giştî ji ber wê yekê ye ku Tirkiye ji sîstema hiqûqê ya demokratîk dûr ketiye. Li Tirkiyeyeke ku sîstema hiqûqê ya demokratîk dabûya rûniştandin, wê pirsgirêkên bi vî rengî karîbûna bihatina çareserkirin. Ji bo cemaet şênber bin, karên ne qanûnî nekin, bi siyasetê re têkiliyeke ne rewa neke û bi vî rengî qezencê neke, şert e ku sîstema hiqûqê ya demokratîk bê rûniştandin.”