Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

‘Em dikarin bi hunerê xwe û çanda xwe biparêzin’

Dewleta tirk a dagirker bi êrîşên dagirkeriyê re hewl dide çand, huner û zimanê kurdî jî jo holê rake. Hunermendên Silêmaniyê ev tişt anîn ziman: “Parastina nasnameya neteweyî tê wateya hebûn û zindîmayîna me. Em kurd dikarin bi hunera xwe, xwe biparêzin û xwe pênase bikin. em bang li gelê kurd dikin ku bi wijdan, berpirsyarî û têgihiştinê li dijî van dagirkeriyan rabin ser piyan.”

Gelê kurd bi sedan sal in di bin pençê qirkirina dagirkeran de ne û bi saya berxwedana Rêber Apo û PKK’ê hebûna xwe didomînin. Bi taybetî jî dewleta tirk a dagiker bi hevakeriya malbata sîxur a Barzanî çeteyên wê ji bo qirkirinê bi encam bikin tecrîda mutleq li ser Rêber Apo dimeşînin û êrîşî ser gerîlayên azadiya Kurdistanê dikin. Li hemberî van êrîşên qirkirinê Rêber Apo û gerîla berxweneke bêhempa dimeşînin û derbên giran li dagirker û hevkarên wan dixin.

Çand û huner yek ji pîvanên sereke yên nasnameya gelên cîhanê tê dîtin. Gelê kurd xwedî gelek çand û hunerên xwe yên dewlemende. Lê dewleta tirk a dagirker hewl dide wê tune bike û berovajî bike. Endamên Komîteya Çand û Hunerê ya başûrê Kurdistanê li ser parastina huner, çand û reseniya kurdî axivîn.

Mamostayê hunerê Kara Mihemed têkildarî dagirkeriya çandî wiha got; “Pêwîste bi awayekê berfireh em dagirkeriya çandî binirxînîn. Ji ber ku jîngeh, cilûberg, xwarin, ziman, huner, siyaset ev hemû beşek ji çand û hunera neteweya kurd in. Divê em hemû bi hev re çanda xwe biparêzîn. Di van 10 salên dawî de tevgera faşîst a cîhanî li ser gelê kurd dagirkeriyeke piralî anî ferz kiriye, komkujî bi ser me de anîne, xweza û jîngeha me ji reseniya wê derxistine. Mixabin mûzîk û berhemên me yên dîrokî jî hatine dizîn. Di serdema rejîma faşîst ya Erdogan de, dagirkeriya xwe zêdetir kiriye û hewl dide jîngeh û çanda Kurdistanê bi temamî tune bike.”

Her wiha Kara Mihemed pêwîst dît ku her ferdekî gelê kurd li dijî dagirkeriya Kurdistanê têbikoşe û got; “Divê her ferdekê kurd li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser gelê kurd û Kurdistanê têbikoşe. Ji ber vê yekê em bang li gelê kurd dikin ku bi wijdan, berpirsyarî û têgihiştinê li dijî van dagirkeriyan rabin ser piyan. Ji ber ku parastina nasnameyê tê wateya parastina hebûn û jiyana netewekê.”

Stranbêj Pêşewa Remezan jî derbarê parastina nasname û bîrdanka netewî ya kurd de wiha got: “Girîngî û rola çand û hunerê di parastina nasnameya netewî de xwedî bandoreke mezin e. Em dikarin bi hunera xwe xwe biparêzin û pênaseya xwe bikin. Ji ber vê yekê divê gelê me hîn zêdetir çanda me ya neteweyî ya kurdî nas bike.”

Pêşewa xebatên li ser parastin û pêşxistina hunera kurdî girîng dibine û wiha domand; “Em bi vî awayî dikarîn bi parastina bîrdanka xwe ya neteweyî hewlên dijmin û dagirkeran vala derbixin û li dijî wan têbikoşin. Mixabin ji dema ku kurd heye heta niha çand û hunera wan hatiye dagirkirin û dagirkeran ji xwe re kirine mal.”

Di dawiyê de hunermendê stranbêj Pêşewa Remezan bal kişand ser girîngiya xizmeta hunera kurdî û wiha got; “Eger hunermendek bixwaze xizmeta gel û welatê xwe bike û bi gelê xwe re bijî, dikare xizmeta hunerê bike. Ew kar û xebata ku hunermendek dikare bike dibe ku kesekê siyasî û çekdar jî nekare bike. Ji ber ku hunermend peywendiyeke rasterast li gel mejî, derûn û ferdê di nav civakê de heye. Ji ber vê yekê jî divê hunermend karê xwe pir baş bikin û karibin bandora xwe li ser civakê ji bo parastina çand û hunera kurdî pêk bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar