DYA, li gel hevalbendên xwe yên NATO’yê, ji mêjve Tirkiye û Îsraîlê, li Rojhilata Navîn ji bo berjewendên xwe amade dike û li dijî dewletên hemberî xwe weke du şûran daye xebitandin, dide xebitandin.
Belê di vê dema dawî de, ji bo êrîşkariya van dewletan bi bandortir bike, her cûre alikariyên siyasî, leşkerî, teknîkî, agahî û hwd. destekê pêşkêşî van her du dewletan dike.
Çawa lez dayê van karên amadekariya şer li ber çava ye û divê neyê jibîrkirin ku ev hewldan, germ kirina şerê cîhanê yê 3’yemîn e.
Piştî êrîşên Îsraîlê yên bi tenê ne Xezeyê, belê ji bo dagirkeriya tevahiya Filistînê, êdî ji Tirkiyê re jî rê pirtir vekir da ku êrîşên xwe yên dagirkirinê ne tenê Başûr û Rojava, belê ji bo tevahiya Iraqê û Sûriyeyê jî dagir bike destûrê dide.
Her wiha tê dîtin ku li Ukraynayê jî pêngavek nû da destpêkirin û di şer de derbasî qonaxek nû dibe.
Dagirkirina Ukraynayê ya Kurskayê, ne pêngavek ji rêzê ye. Li gorî şîroveyan, hem di dîroka nêz de û hem niha jî xwedî cihekî jeopolitik ê girîng e.
Di şerê cîhanê dudan de (1943), malovanî ji cenga tankan a herî mezîn a navbera arteşa faşîst a Hîtler û arteşa Sor a Sovyetê re kiriye. Di vî şer û cengê de arteşa Hîtler derbeyek mezin xwariye.
Li gorî nûçeyan, mîna ku tola serkeftina wî şerê Sovyetê, niha ji Rûsyayê (Pûtin) tê hilanîn!
Ji ber ku bi tank û debabeyên herî bi bandor û modern ên ku dewletên NATO’yê dane Ukraynayê êrîş birine ser hêzên Rûsyayê û cara yekê ye ku piştî Sovyetê, dewletek tê xaka Rûsyayê dagir dike! Bêguman ev bûyer, di nava raya giştî de giraniya Rûsyayê sivik dike.
Li gel vî şer û cenga giran a ne dûrî me pêk tê bêhtir, bêguman şer û cenga herî nêzî me ya dewleta tirk li dijî me dide meşandin û wê bide meşandin, têkildarî welat û gelê me ye û her wiha bêhtir bandora neyînî yekser li welat û gelê me dike.
Ew peymanên nuh ên li gel Rêveberiya Navendiya Bexdayê û ya Herêma Erbîlê, an bi navekî din peymanên li gel Sûdanî û Mesûdê Berzanî hatine îmzekirin, aşkerê tê wateya destûrdayîna êrîşên qirkerî û dagirkeriya dewleta Tirk.
Jixwe li pey van peymanan, êrîşên xwe yên hevpar ên li ser Başûr û rojavayê Kurdistanê zêdetir kirin. Li gel şewitandin û xerabkirina xwezaya Kurdistanê, pir kesên sivîl û rojnamevan jî hatin şehîdkirin.
Bêguman li dijî van planên malxerab ên qirker û xiyanetkar, berxwedana gerîla ya lehengî û helwesta gelê Kurdistanê ya birûmet jî dewam dikin.
Erê dengekî hêja û bi bandor ji cîhanê dernakeve, helbet ev bêdengî an dengê lawaz mirova hêrs dike. Lê em vê yekê jî baş zanin ku çarenivîsa gelê me, ne bi dengê ji derve, belê bi têkoşîna gelê Kurdistanê pêk tê.
Wê gavê heke şoreşa me weke tê xwestîn û li goreyî daxwaza dilê me nameşe, divê em loma ji xwe bikin û em bersîva wê, bi xurtkirina rêxistinî bidin.
* * *
Ji aliyê DYA û NATO’yê ve armanca pêşî ya dane ber van her du dewletên mîna cendirmeyên xwe Tirkiye û Îsraiîê; lêdan û têkdana dewleta Îranê ye. Helbet divê armanca wan a dijberiya Tevgera Azadiyê neyê jibîrkirin.
Bêguman Îran jî vê xetera giran a li dijî xwe dibîne û li gorî wê xwe amade dike. Qasî tê dîtin Îran, her çendîn piştî ewqas êrîşîn li dijî xwe û herî dawî jî kuştina Îsmail Haniye, gelek fort û gotinên dijwar li dijî Îsraîl û DYA’yê kir, lê ji bo cengê di nava dudiliyê de ye.
Wisa diyar e, heke alîgiriyek mezin ji Rûsya û Çînê nestîne, ji bo êrîşa bersivdayîna Îsraîlê lez nake.
Di vê navberê de Beşar Esat jî, helwesta xwe ya hişk a li dijî Tirkiyeyê hinek nerm kiriye; di daxuyaniya xwe ya dawî de, ew mercê ku “heta Tirikiye hêzên xwe ji xaka Suriyê nekişîne em hevdîtinan destpê nakin”, neda diyarkirin!
Dibe ku ev tektîk û şantaj a Rûsyayê ya li dijî PYD û Tevgera Azadiyê be. Heman senaryoyan DYA jî carcaran dixe rojevê. Her wiha hinek caran Rûsya û DYA’yê heman şantaj û tektîkan bi hev re didin meşandin.
Mînaka herî dawî; dewriyeyên bi he vre yên Rûsya û Tirkiyeyê yen li kantona Cezîrê ya Rojava ne.
Dîsa diyar dibe ku gelê me yê Rojava gelek polîtîk e, ji ber ku helwesta xwe ya hêja ya li dijî van dewriyeyan bi tundî destnîşan kir!
Her wiha gelê me yê Başûr jî, li dijî êrîşên qirkerî û dagirkeriya dewleta Tirk, helwesta xwe ya birûmet zêdetir dikin. Di heman demê de ji aliyê hinek kes û tevgerên siyasî jî dengên hêja û watedar berz dibe.
Weke mînak mirov dikare helwesta Kubat Talabanî, Ala Talabanî, Heval Ebûbekir, Ethem û Eyub Berzanî û hwd. nîşan bide.
Helbet divê mirov qîma xwe bi van daxuyaniyan tenê neyne, li dijî van êrîşên ewqas giran û xerab, divê tevger û gelê Kurdistanê jî, li ser nasnameya xwe ya neteweyî yekitiya xwe hîn xurtir û bi hêztir bike, da ku karibe bi lez bibe bersiv.