Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

1’ê Îlonê bû dengê daxwaza cîhaneke bêşer û aştiyeke mayînde

1’ê îlonê roja destpêkirina şerê duyemîn ê cîhanê ye.

Di 1’ê Îlona 1939’an de dewleta Almanyayê Polonya dagir kir û ev dagirkirin bû sedema destpêkirina  şerê cîhanê yê duyemîn.

Li gorî belgeyên dîrokî, di vî şerî de ji 80 milyonan zêdetir mirovan jiyana xwe ji dest dan û mirovahî bi qeyranên siyasî, aborî, civakî re rû bi rû ma, bi deh milyonan mirov ji cih û warên xwe koçber bûn û mirovahiyê êşên mezin kişandin.

Mirovahiyê ji ber van qeyranên ku di encama vî şerî de hatin jiyîn û êşên mezin hatin kişandin, ders derxistin û Neteweyên Yekbûyî 43 sal piştî destpêkirina şerê 2’yemîn ê cîhanê, di sala 1982’yan de ji bo ku mirovahî ew êş û birînên şer jibîr neke, 1’ê Îlonê, ku destpêka şerê cîhanê 2’yemîn bû weke Roja Aştiyê ya Cîhanê îlan kir û ji wê rojê heta vê demê li tevahiya  cîhanê vê roja aştiyê bi kêfxweşî tê pîrozkirin.

Di vê dema ku dinya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz dike de li gelek welatan şer berdewam in. Şerê Rûsya û Ukraynayê, Îsraîl- Filistînê û li gelek welatan, li ber çavê dinyayê her roja ku  derbas dibe gurtir didin û dilê mirovahiya aştîxwaz disojînin.

Ji ber siyaseta înkarê ya dewleta tirkiyeyê şerê têkoşîna azadiya gelê kurd, ku di çaryeka dawî ya sedsala 20’emîn de dest pê kir û 50 sal li pey hişt, hîn jî berdewam e û di encama vî şerî de bi dehezaran mirovan jiyana xwe jidest dane.

Ji avabûna dewleta tirk heta vê demê 101 sal derbas bûn lê rayedarên dewleta tirk ji siyaseta  xwe ya înkarê ya sed salan ku bi gelên li Tirkiyeyê dijîn êşên mezin dan kişandin dersek dernexistin û hîn jî di polîtîkayên înkarê de îsrar dikin.

Di sedsala 2’yemîn a komarê de, di serî de gelê kurd, çand, ziman, nasname û hebûna hemû gelên li tirkiyeyê dijîn û welatiyên dewleta tirkiyeyê ne, înkar dikin û dibêjin ev welatê tirkan e, hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn tirk in û ji bilî gelê tirk, em ê mafê jiyanê nedin tu gelan û bi rêbaza şer hemûyan di qirkirina çandî û fiziki re derbas bikin, tune bikin.

Vê feraseta dewletê ya şer, ku 100 sal in berdewam e, pirsgirêka kurd a ku weke pirsgirêka sereka ya li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn e, her roja  derbas dibe kûrtir dike.

Ji ber ku hemû çavkaniyên aborî yên Tirkiyeyê ji bo şer tên bikaranîn, di serî de qeyrana aborî, gel bi qeyranên siyasî û civakî re jî rû bi rû ye.

Hemû çavdêrên siyasî  bi yek dengî dibêjin di 50 salên dawî de, di şerê li hemberî gelê kurd hatiye meşandin de bi sed milyaran dolar hatine xerckirin. Heke lêçûnên vî şerî ji bo pêşketin û pêşxistinê bihata bikaranîn, dê welatekî weke tirkiyeyê jî kariba bihata avakirin û gelên li tirkiyeyê dijîn bi mirin, koçberî qeyranên aborî û birçîbûnê re rû bi rû nemana.

Dema ku di salên 2013-2015’an de bi birêz Ocalan re hevdîtinên ji bo çareseriyê dihatin kirin, ji aliyê aborî, siyasî û civakî ve weke pêvajoyeke ewlehiya jiyana civakî û aramiyê, weke bîranîneke pêkhatina xewn û xeyalên aştiya civakî di bîra gelên Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê de maye.

Di van rojên ku gelên cîhanê 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi kêf û kelecan pêşwazî dikin de, bi daxwaza cîhaneke bêşer û di nava aştiyê de, vê rojê li hemberî şer û serkeftina aştiyê pênase dikin.

Bi hêvî û daxwaza ku şerxwaz rastiya şer bibînin dersekê ji vî şerê ku zirarên Mezin dide mirovahiyê, êşên mezin bi civakê dide jiyandin derxin û 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji xwe re bikin mînaka aştiyeke cîhanî ya nû şer bidawî bibin û li ser bingeha jiyaneke birûmet aştiya mayînde pêk bê.

Nûçeyên Têkildar