Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

‘Heke hikûmeta herêma Kurdistanê doza Lokman çareser neke em ê tola wî hilînin’

Xizmên Hekîm Loqman yê li Stenbolê ji ber bi kurdî axivî hat kuştin ev tişt anîn ziman: “Bi dehan leşkerên tirk li nav xaka Herêma Kurdistanê hene û digerin. Eger doza Loqman neyê çareserkirin em ê bi xwe tola xwe hilînin. Em nefret ji dewleta tirk dikin.”

Welatiyê bi navê Hekîm Loqman (45) ê ji Duhokê, di 31’ê tebaxê de wli semta Aksaray a navçeya Fatîhê ya Stenbolê rastî êrîşa bi kêran hat û jiyana xwe ji dest da. Li gorî parêzeran, şahidên bûyerê û xizmên Loqman, sedema êrîşa faşîstan axaftina bi kurdî bû. Tê gotin dema Loqman bi kurdî diaxivî gelek faşîstên dewleta tirk êrîşî wî kirine û wî qetilkirine.

Cenazeyê Hekîm Loqman li Duhokê hat veşartin, piştî wê xizmên Hekîm Loqman daxuyaniyek çapemeniyê dan û bang li hikûmeta Herêma Kurdistan û Iraqê kirin ku xwedî helwest bin.

Xizmên Hekîm Loqman di daxuyaniyê de axivîn û gotin; “Em dixwazin xwîna Hekîm vale neçe, kujer werin cezakirin. Em bang li hikûmetê dikin ku tedbîrên pêwîst bigire. Bi dehan leşkerên tirk li nav xaka Herêma Kurdistanê hene û digerin. Eger doza Loqman neyê çareserkirin em ê bi xwe tola xwe hilînin. Em nefret ji dewleta tirk dikin.”

Hêjayî gotinê heya niha Hhikûmeta Iraq û hikûmeta demborî ya Barzanî li ser mijarê ji tirsa Tirkiyeyê ti daxuyaniyek jî nedane.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar