Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

‘Heta ku em bigihêjin armanca xwe wê ev meş bidome’

Endama Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiyayê Şahrazad Al-Cassim diyar kir ku hikûmeta Şamê bi êrîşan dixwaze herêmê bixe bin kontrola xwe û wiha got: “Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê axa xwe neterikînin. Ev têkoşîna rûmet û erka her kesî ye. Heta ku em bigihêjin armanca xwe wê meşa me nasekine.”

Hikûmeta Şamê û komên girêdayî wî Dîfa El Wetanî ji bo xirakirina aramiya kantona Dêrazorê ya bakur û rojhilatê Sûriyeyê serî li planên qirêj dide û êrîşên li ser kantonê didomin. Endama Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiyayê Şahrazad Al-Cassim got ku ev êriş li dijî projeyên Rêveberiya Xweser û Netewa Demokratîk pêk tê û wiha got: “Bi wan êrîşan dixwazin aramiya herêmê têk bibin lê hevgirtina civakî ya li hemberî êrîşan her ku diçe mezin dibe.”

Şahrazad Al-Cassim diyar kir ku ew ê li dijî êrîşên hikumeta Şamê bisekinin û wiha pê de çû: “Hikumeta Şamê ji bo berjewendiyên xwe yê şexsî dixwaze li ser heremê serwer be. Rûxmê hemû êrişan dê meşa me ya azadiyê mezintir bibe. Em ê li hember hemû êrişan ku di armanca wan de em hene bisekinin û em ê nehêlin projeya netewa demokratîk asteng bike. Em ê weke jin û gel li dijî êrişan bi hêztir xwe bi rêxistin bikin. Xwediyên van axan kesên li ser van axan dijîn in. Biryar, hêz û berxwedana me ji her demê zêdetir e.”

Şahrazad Al-Cassim diyar kir ku hikûmeta Şamê bi êrîşan dixwaze herêmê bixe bin kontrola xwe û armanca wan xirakirin û têkbirina aramiya herêmê ye û wiha bi dawî kir: “Lê belê îradeya me ji plan û komployên wan mezintir e. Em diyar dikin ku em ê teslîmî van planan nebin û em nahêlin destkeftiyên me ji destê me bên standin. Ev hemû plan û polîtîka wê îradeya gelê Dêrazorê lawaz neke. Weke jinên Dêrazorê em ê her tim li qadan bin. Em ê li hember êrîşên hikûmeta Şamê û milîsên Îranê bi biryardarî bisekinin. Em ê li hemberî êrîşên ku herêma me dikin hedef, bi tevahî amade bin. Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê axa xwe neterikînin. Ev têkoşîna rûmet û erka her kesî ye. Heta ku em bigihêjin armanca xwe meşa me nasekine.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar