Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Banga tevlîbûna ‘Meşa Dirêj’ li hemû ciwanan kirin

TCŞ û TekoJIN banga tevlîbûna çalakiya "Meşa Dirêj" a ku wê li bajarê Bielefeld ê Elmanyayê dest pê bike û li Duisburgê bi dawî bibe, li hemê ciwanên Ewropayê kirin.

Li Almanyayê di 15-20’ê îlonê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ”Meşa Dirêj” li bajarê Bielefeld ê Elmanyayê dest pê bike û li Duisburgê bi dawî bibe wê bê lidarxistin. Endamên TCŞ û TekoJIN’ê banga beşdarbûna meşê li hemû ciwanên Ewropayê kirin.

Berjîn Guneş li ser navê ciwanan daxuyanî da. Berjîn Guneş bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û got: “Rêber Apo 25 sal in di bin tecrîdeke dijmirovahî de ye. Dewleta tirk a faşîst di şexsê Rêbertiyê de dixwaze gelê Kurd dîl bigire.”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Azadiya Rêber Apo azadiya gelê kurd û hemû gelên bindest e. Weke ciwanên li Elmanyayê dijîn, em li hemberî vê tecrîdê û êrîşa li ser azadiya xwe bêdeng namînin. Li ser vê bingehê em bang li hemû ciwanên li Ewropayê dikin ku beşdarî çalakiya ‘Meşa Dirêj’ a ku di navbera 15-20’ê Îlonê de li herêma NRW’ê ya Elmanyayê bê lidarxistin, bibin.”

Daxuyaniya ciwanan bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

Ciwanên ku wê beşdarî “Meşa Dirêj” bibin, wê li eyaleta NRW’ê di navbera 16 û 20’ê Îlonê de her roj li bajarên cuda bimeşin. Ciwanên Kurd û enternasyonalîst wê li bajarên Bielefeld, Hamm, Dortmund, Essen û Duisburgê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dakevin qadan.

Agahiyên berfireh ên çalakiya “Meşa Dirêj” wiha hatin eşkerekirin:

15.09.2024 – Kombûn – Herbert Hinnendahl-Strasse 11, 33602 Bielefeld

15.09.2024 – Roj 1’emîn – Konferansa Rêber Apo

16.09.2024 – Roja 2’emîn – Bielefeld

17.09.2024 – Roja 3’yemîn – Hamm

18.09.2024 – Roja 4’emîn – Dortmund

19.09.2024 – Roja 5’emîn – Essen

20.09.2024 – Roja 6’emîn – Duisburg

Agahiyên têkiliyê

Mail: [email protected]

Instagram: @mesadirej2024

Telegram: @mesadirej2024

TikTok: @mesadirej2024

X (Twitter): @mesadirej2024

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar