Encûmena Dadweriya Bilind a Hilbijartinên Iraqê li ser daxwaza dewleta tirk a dagirker û PDK’ê, di 6’ê tebaxa 2024’an de biryara girtina PADÊ û du partiyên din ên başûrê Kurdistanê da. Mafê partiyê ya îtîraza biryarê hebû, lê 6’ê îlonê îtîraza PADÊ hat redkirin.
Tevî hemû nerazîbûnên civaka êzidî jî redkirina îtîraza civaka êzidî wê pêşî li nerazîbûnên cidî veke. Endamên PADÊ têkildarî armanca biryarê ji ajansa me re axivîn. Endamê Mekteb Siyasî ya PADÊ Elî Mişko weke ne naskirina îradeya wan a civakî binav kir û wiha axivî: “Ev ne tenê girtina biryara partiyeke siyasî ye, di heman demê biryareke li dijî îradeya civakê ye. PADÊ gelek xizmet ji civaka êzidî re dikir. Lê diyare ne siyaset, ne jî destûra Iraqê ne di destê Iraqiyan de ye. Di nava Iraqê de jî gelek serî hene û ev bi Iraqê dileyîzin. Ev jî dibe sedem ku biryarên ne di cih de derbarê gel de bigirin. Partiya ku herî zêde li Iraqê di şerê dijî DAIŞ’ê de berdêl da û axa Iraqê parast, PADÊ bû. Lê Iraqê biryara girtinê derbarê wê de da! PADÊ pireke di navbera êzidiyan û dewletê de bû. Biryara hatiye girtin, ne qanûnî ye. Pêkanîna vê peymanê xaleke peyamana 9’ê Cotmehê ye. Lê divê were zanîn, wê ev xewn û xeyala wan pêk neyê.”
Endamê PADÊ Silêman Xelef jî da zanîn ku mafê wan weke êzidiyan heye, li Iraqê partiyeke wan hebe û got: “Wisa diyare ku tu mafeke me di destûra Iraqê de nîne. Heya niha jenosîd jî ne hatiye nasîn. Tu carî Iraq berpirsiyariyên xwe yên li ber me de bicîh ne anî. Pêwîste em weke civaka êzidî bibin xwedî hêz û li berxwe bidin.”
Berpirsê Şaxa PADÊ ya Digûrê Newaf Seîd jî da zanîn PADÊ bi xwîna şehîdan hatiye avakirin û wiha axivî: “Hedef girtina PADÊ berdewama fermanê ye. Ev partî bixwîna şehîdan hatiye avakirin. Girtina PADÊ wê zirerê bide Iraq ê. Li cihê spasiya PADÊ bikin, wê digirin. Lê vê partiya me bigirin jî emê berdewam bin di siyasete de. Siyaseta berê fermanê li Şengalê serwer, siyaseteke parçekirina êzidiyan bû. Eger em bixwe siyaseta xwe neki, em ê nekarin pêşî li fermanan bigirin.”